Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,612
Wêne
  123,875
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,576
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
DÎROK, RASTÎ Û DIREW -Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Lokman Polat
Lokman Polat
=KTML_Bold=DÎROK, RASTÎ Û DIREW -Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî=KTML_End=
#Lokman Polat#

Kek Şakir Epozdemîr pisporekî kurd ê welatparêz e. Lêkolînvan e. Damezrevanê PDKTyê ye. Di komîteya navendî a PDKTyê de bi Saîd Elçî re xebitiye, xebata siyasî û rêxistinî kiriye. Pirtûkên wî hêjayê xwendinê ne. Di dadgehên dewleta dagirker a komara Tirkiyê de xweparastina siyasî kiriye, doza netewa kurd parastiye, ji bo Kurdistanê gotiye Kurdistan somurge ye/kolonî ye, hatiye dagirkirin. Ew hêj jî bi nivîsên xwe doza kurd û Kurdistanê diparêze.
Ez di vê gotara xwe de dixwazim bi kurtahî behsa pirtûka wî ya bi navê ”Kurd – Osmanlî Îtîfakî ve Mewlana Îdrîsê Bitlîsî / Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî” bikim.
Min çend meh berê pirtûka bi navê ”Direwên Mezin yên Dîrokî” xwendibû. Tê de qala gelek bûyerên dîrokî yên ku bi şêweyeke direwîn hatine pêşkêşkirin, dikir. Dema mirov li dîroka fermî ya dewlet û partiyên desthilatdar dinêre, rastê gelek direwan tê. Dîroka komara Tirkiyê û kemalîstan li ser bingeha direwan hatiye nivîsîn. Di dibîstanên fermî yên komara Tirkiyê de dersên dîrokê hene. Pirtûkên dersên dîrokê ji sedînod li ser direwan hatine nivîsîn.
Divê dîrokzan objektîf bin û bûyeran li gor rastiyên dîrokî şîrove bikin, binirxînin. Mirov dinêre ku her dîrokzan dîrokê li gor xwe şîrove dike. Dîrokzanên fermî li ser bingeha direwan bûyerên dîrokî dinivîsin. Hinek dîrokzan li gor berjewendiyên dewleta xwe dîrokê serobin dikin, reş spî û spî jî reş didin nîşandan.
Di dîroka Kurd û Kurdistanê de jî hinek bûyerên ku nerast hatine nivîsîn hene. Mesela rewşa Îdrîsê Bitlîsî dualî tê şîrovekirin. Hiek dibêjin Î. Bitlîsî xaîn bûye û hinek jî dibêjin na xaîn nebûye.
Pirtûka Kek Şakir Epozdemir ya bi navê ” Kurd – Osmanlî Îtîfakî ve Mewlana Îdrîsê Bitlîsî /Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî” pirtûkeke hêja ye, çavkaniyeke giranbiha ye. Pirtûk di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê derketiye û 176 rûpel e.
Nivîskarê pirtûkê Kek Şakir di pirtûka xwe de li ser kesayetî –şexsiyet- û xebatên Mewlana Îdrîsê Bitlîsî disekine, şexsiyeta wî bi xwendevanan dide nasîn û rewşa kurdan ya wê demê şîrove dike, pêvajoya şerê Savafî û Kurdan û herweha qala êrişên Şah Îsmaîl dike. Nivîskar sedemên ku çima Kurdan bi Osmanîyan re îtîfak kirine datîne holê û behsa peymana Amasya’yê dike.
Kek Şakir Epozdemir bi şêweyeke lêkolînerî dide nîşandan ku Mewlana Î. Bitlîsî mirovekî xaîn nebûye, wî xaîntî nekiriye. Di pirtûkê de dîtinên gelek nivîskar, dîrokzan û rewşenbîrên kurd jî hatine pêşkêşkirin. Di pirtûkê de digel mesela Mewlana Î. Bitlîsî, rewşa desthilatdariya Mîrên Kurdan yên wê demê jî hatiye pêşkêşkirin.
Ev pirtûk hêjayê xwendinê ye û ji bo ronahîkirina demeke ji dîroka kurdan çavkaniyeke baş e. Di pirtûkê de dîtin û ramanên M. Emîn Zekî, Ekrem Cemîl Paşa, Kemal Burkay, û Şerefxan weke çavkanî hatiye nîşandan û dîtinên wan hatiye ravekirin. Di beşa ”Dîtinên derbarê Î. Bitlîsî” de jî dîtinên şehîdê nemir, rêberê gelê kurd A. Kasimlo, Nacî Kutlay, Garo Sasonî, Martîn Broissen, Î. Şerîf Vanlî, A. Mesûd. A. Varlî, E. Xemgîn, N. Kalelî û gelek nivîskarên din yên kurd û bawermendên Îslamî hatine pêşkêşkirin.
Wek tê zanîn di nav kurdan de yê ku ji Îdrîsê Bitlîsî re xaîn dibêjin di serî de Apoyî ne. Di vê pirtûkê de Etem Xemgîn jî Î. Bitlîsî weke xaîn û xulamê Osmaniyan sucdar dike. Kemal Burkay, Nacî Kutlay û gelek nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên kurd û yên tirkên Îslamî Î. Bitlîsî weke xaîn nabînin, wî bi xaîntiyê sucdar nakin.
Xwendevanên ku dixwazin rewşa Mewlana Îdrîsê Bitlîsî fêr bibin, ji demeke dîroka Kurdan hayidar bibin û bi taybetî yên ku ji dîrokê hez dikin, divê miheqeq vê pirtûka Kek Şakir Epozdemir bixwînin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,344 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 06-05-2023
Gotarên Girêdayî: 24
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-07-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Dîroka Nûjen
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,344 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.86 çirke!