=KTML_Bold=Tundiya li ser jinan!=KTML_End=
=KTML_Underline=Özgür Basut=KTML_End=
Îro kuştina jinan dibe sedem ku li çar aliyê cîhanê bi hezaran jin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar bimînin. Bêyî; Kuştina bi qestî, birîndarkirin, îşkencekirin, bêparkirina azadiyê, destdirêjiya cinsî, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan, fuhûşa bi darê zorê ev hemû kiryarên nemirovane ne û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Em di civakeke ku hîn jî fêhm nekiriye ku kuştina jinan sûcekî giran e de dijîn. Gelek bûyerên ku me nebihîstine hene, gelek cînayet, gelek îstîsmar di her wateyê de, di her astê de…
Ma ne wexta dev jê berdana ji lîstika sê meymûnan e?
Çima em qasî ku jiyana kesekî ji dest bigrin êrîşkar bûn? Rastiyek heye ku mirov bi çavdêrî û ceribandinê fêrî tundiyê dibin. Mêr li ber çavên zarokên xwe li jina xwe dixe, kurê wî jî li binhişê xwe hegemonyaya mêr kod dike û li kûçikê xwe dixe, ji ber ku dibîne ku bavê wî ji dê, xwişk û ji wî jî bi hêztir e, ew jî ji kûçikê xwe…
Piraniya wan kesên ku şîdetê li dijî jinan bi kar tînin di zarokatiya xwe de rastî tundiya dê û bavên xwe hatine, an jî di malbateke din av tevgerên bi tundî de mezin bûne. Ger em tevgerên tundî piranî li ser bingehên xizanî, bêkarî û nelirêtiya exlaqî zêde dibin û derdikevin holê.
Roj derbas nabe ku li welatê me û li cîhanê jin neyên kuştin. Dem diguhere, zanist û teknolojî bi hêsankirina jiyanê ve bi pêş de diçe, ev yek divê bi leza tundî û destdirêjiya li ser jinan kêm bike, lê her ku diçe zêdetir dibe.
Tundiya li ser jinan ji gelek kiryaran pêk tê; destdirêjiya devkî û şêweyên din ên destdirêjiya hestyarî, îstismara laşî an zayendî.
Kuştina jinan ji kuştina mêran ji hin aliyan ve cûdatir e. Mînak, piraniya kuştinên jinan ji aliyê hevjîn an hevjînên berê ve têne kirin û bi tacîzek domdar re têkildar in. Gef an tehdîdkirin li malê yan jî li derve her dom dike.
Zehmet e ku daneyên rast ên li ser kuştina jinan werin berhev kirin. Ji ber ku welatên ku piraniya bûyeran, polîs û pergalên berhevkirina daneyên bijîjkî belge dikin, bi gelemperî li ser dozên kuştinê xwediyê agahdariya pêwîst nînin an jî rastiya rewşê rapor nakin.
Kuştina jinan ya ku ji aliyê mêr an hevalê demê an jî yê berê ve tên kirin bi awayekî tên zanîn.
Ev helwesta zayendperest jî li gorî her welat û çandî cûdatiyan nişan dide.
Mînak, tevî çarçoweyên qanûnî yên li seranserê Yekîtiya Ewropî yên ji bo pêşîgirtina li cihêkariyê û pêşvebirina wekheviyê, jin hîn jî di biryargirtinê de kêm têne temsîl kirin. Helbet ev helwest û tevgerên zayendperest vê rewşa newekheviyê kûrtir dike…
Çavên xwe bigrin û di nav kefen de li ser mermerekî sar velezyayî xwe xeyal bikin. Şopên kêran li ser laşê we, birînek stûr li stûyê we. Ev dîmenek e pir nexwaşe ne wisa? Nerehetiyek e ku çav naxwaze bibîne û guh naxwaze bibihîze. Lê sere xwe di kîjan aliye de bizivirînî xerabtir û bi êştir e…
Li gelo sedema tundî û şîdeta meran a ku di çaryeka dawîn a sedsala borî de bi riq zêde dibe çi ye?
Dibe ku em bersivan zanibin an texmîn bikin, lê em dikarin çi bikin?
Her jineka ku tê kuştin xwedî naveki ye. Ev nav jî bi qasî navên te bi qîmet û watedar in. Her yek ji wan xwadî xeyal û hêviyan e û bi daxwaza pêşerojeke xweştir dagirtîne.
Mirov nikare bipirse, ji ku derê dest pê kir û çima berdewam dike?
Gelek tiştên em nizanin, em jê bê hayin hene. Rastiyek tê rûqalî me dibe; heya ku ev dinya hebe, jin û mêrê jî hey hebin. Ji ber wê divê jin û mêr fêrî jiyana bi hev re bibin. Lê diyar e ku di vî warî de kêmasiyên me hene.
Kêmkirina êşa jiyanê di deste me de ye. Gava yekem bin pê kirina her cûre tundiyê ye. Gava em ev yek pêk anî helbet jiyanê hîn xweştir û azadtir bibe.
Bi hêviya dinyayeke ku çi jinek bi destê mêrekî neyê kuştin û neye êşandin. Roja ku ev bû, ew dem em dikarin bibêjin ku dinya bi her awayî pêş ve çûye…
Özgür BASUT
ozgurbasut@gmail.com [1]