=KTML_Bold=Sindoqa Pîroz=KTML_End=
#Necat Zivingî#
Bêdewletîyê pişta me şikandîye. Çend hezar sal in nav û dengê me heye. War û welatê me, çand û hunera me, zar û zimanê me, bîr û bawerîyên me, dezge û desthilatên me hene. Lê dewleta me tune ye. Bi awayekî de facto, em haymatlos in. Bi wê xezebê ku, bêdewletbûna me jî ne fermî ye. Nav lê nehatîye kirin. Lewma di şik û gumanê de, windayî ne em. Hene, lê tune ne. Ne bihûştî, ne dojehî ne. Araf jî bi para me neketîye. Welatê me dagirkirî, kolonîzekirî ye. Lê bê his û pêjin. Bê nav û pênase. Em nikarin ti kirasî li xwe bikin, ji bo bikarin sengerê xwe bizanin û bi derfetên wî sengerî li ber xwe bidin. Gêjbûna me ne suprîz e. Ji paş ve em dehf dane nav heyûlayekê. Erê! Em gelê sîmûlasyonê ne. Di matrîksê de dijîn. Lewma her yek ji me bi hezar gumanî ye, her yek ji me bi alîyekî de dikişkişîne. Bêhna me ji hev re teng e, awirên me ji hev re tûj. Kes ji ti tiştî ne ewle ye. Bêdewletîyê pişta me şikandîye.
Em bi saxî veşartin. Ne mirin, lê mîrata me li hev parvekirin. Sed sal berê dema hemî gel û netewe, bûn malxweyê mala xwe, bi rêya xwe de çûn, em li çar dewletan dabeş kirin. Tirk û Ereb û Faris bûn mîratxurê me. Sed sal in tu rê nema ne ceribandin ji bo helandina me. Da em tevlî madeya wan bibin. Em bi sedhezaran kuştin, bi deh hezaran wargehên me şewitandin, bombe bi ser dar û berên me de barandin, avên me çiqandin, kêl û kevirên me şikandin û di bin avên bendavan de hiştin, destxet û destnivîsên heyî winda kirin, heta gazên kîmyayî li ser me ceribandin. Li hemî mizgeft û mekteban eyar li serê me pêçan, mêjîyê me kelandin, bi sedhezaran mankurt ji me gihandin. Em bi saxî veşartin.
Em, di ti goran hilnehatin. Nevîyên Rustemê Zal, qey ji ava nemirîyê vexwarine, dîsa û dîsa bi ser xwe ve hatin, zarokên rojê piştî her şevê hilatin. Na! Ev ne xewn, ne jî xweşkirin e. Ne xwestek, ne jî xweferzkirin e. Li erdnîgarîya ku Sumer û Asûr lê winda bûn, piştî tofan û qiyametê dîsa em mabûn. Her carê li xwe hay bûn. Bi hêz û hêvî rabûn. Em, di ti goran hilnehatin.
Em, roj û agir in. Ji me dizê, ji me hiltê, ji me pêdikeve. Işq e. Bi pêtan re reqsê dikin perwaneyên me. Agir di av û gil dikin, qelban ji qelban hil dikin. Welê ye; li hewinga xilas nabin şêr, naçike bîr. Me jî tim hene; çelebî, mîrze û mîr. Agirgeh in dilê me. Di dil da heye narek ku disojit seqerê. Du şehsiwarên agir in; Xanî û Cizîrî. Em, roj û agir in.
Vaye sindoqek li ber destê me ye. Sindoqeke çi pêwîstîya me heye, ji pêşîyên me, tê de ye. Lê ne bi sêhr, ne jî pîroz e. Ger dewleta me hebûya, ji zû de ev sindoq dihat vekirin û gencîneyên tê de, mîna dareke rehên xwe bi axa me de berdaye, niha şaxên xwe li çar alîyên cîhanê vedida. Di qubeya asîmanî de xulxulîna me, li banê gerdûnê ala me. Heya niha me heqê wê neda. Yên bala xwe danê herî zêde bi pey nexş û xemlên wê, made û metalên wê ketin. Yan jî pesnê wê dan û pîrozkirin. Her, pesn û pîrozî. Me baş bala xwe nedayê bê çi tê de ye. Çi şîfre, kod û nameyên nihênî… Bi çi qewlikan hatine veşartin. Dem e. Mirovahî giha serdema dîjîtal. Vekin êdî. Nebe, bişkînin wan qufleyên zingargirtî. Mîna qalikên gûzê. Belkî bişkê bextreşîya me ya bêdewletîyê. Vekin devê vê sindoqa pîroz.
[1]