$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Bûrhan Emre
Nasnav: Mazlûm Dogan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Qumriyê-Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 26 -04-2019 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me yê Mazlûm li Colemêrgê di malbateke ji eşîra Giravî ya welatparêz de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û herêma ku lê dijî, yek ji qadên berxwedanê yên girîng ên têkoşîna me ye, partiya me PKK di zarokatiya xwe de nas kir. Dîsa ji ber ku gerîlayê azadiyê li qadên têkoşînê yên çalak dijî, ew bûye heyranê gerîlayan. Wî ji xwe re kiriye hedef û armanc ku rojekê tevlî nav refên gerîlayan bibe û bib milîtanekî têkoşîna azadiyê ya gelê me. Ji ber ku bû şahidê pêkanînên qirkirinê yên dijmin ku li ser gelê me dikir û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê di hemû hucreyên xwe de hîs kir, xwest têkoşîna xwe hîn zêdetir bike. Hevrêyê me yê ku dizane ev yek bi tevlîbûna têkoşînê ya di nava refên gerîla de pêkan e, ketiye nava lêgerînên bi vî rengî. Kurê mamê wî şehîd Çekdar Giravî – Sezer Emre di serî de, ji ber ku ji nav xizmên wî gelek kes tevlî nav refên gerîlaya bûye, vî tiştî bandor li ser heval Mazlûm jî kiriye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê yên bi pêşengiya dewleta Tirk a qirker, li Şengal û Kobanê êrîşî gelê me kir, ji bo tolhildanê heval Mazlûm biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bû.
Hevrêyê me yê ku ji qada Metîna tevlî gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla li vir dît. Bi perwerdehiya ku dît, rastî û dîroka gelê me, lewma jî ya xwe fêr bû. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker li ser gelê me pêş xistiye, baştir fêm kir. Ji ber vê wî bi biryardariyeke mezin şer kir û bandorên dijmin ên li ser kesayetiya xwe zû ji ser xwe avêt. Her ku vegeriya cewhera xwe, bi jiyana gerîlatî û çiya re adapte bû û bi heyecan tevlî nav xebatan bû. Bi taybet ji ber eleqeya xwe ya li qada leşkerî û êrîşa dijmin a li ser gelê me û destkeftiyên li her qadê ku gelê me lê têdikoşe, di hunera gerîlatiyê de xwe kûr kiriye. Hevrêyê me Mazlûm ku hewl dida gerîlatiya serdema nû bi hemû pîvan û hûrgiliyên wê hîn bibe, bi vê giraniya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me yê ku di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû û bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo, berê xwe da qadên şer. Di gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Metîna de cih girt û bi cesaret û fedakariya xwe di van çalakiyan de pêşengî ji hevalên xwe re kir.
Hevrêyê me Mazlûm ku bi helwesta xwe ya zelal a di îdeolojiya Apoyî de û her wiha bi pratîka xwe ya serkeftî ya gerîlatiyê, di gelek xebatên stratejîk de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya bi dîsîplîn û afirîner a di van xebatan de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Mazlûm ku di 26’ê Nîsana 2019’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû, wê hem bi şehadeta xwe û hem jî bi têkoşîna xwe pêşengiya me bike.
Gelê me yê Êlihê ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê heta roja me ya îro bi dilsoziyeke bênavber û bi berdêlên giran xwedî li partiya me PKK’ê derketiye. Li hemberî her cure êrîş, zext, êşkence û komkujiyên dijmin ti carî ji helwesta xwe tawîz nedaye û nasnameya xwe ya welatparêziyê parastiye. Dema pêwîst bû bi serhildanên herî bi heybet û dema pêwîst bû bi sedan zarokên xwe yên leheng xistiye nav refên gerîla û bersiv daye êrîşên dijmin.
[1]