=KTML_Bold=Ciboyê simêlpalik…=KTML_End=
=KTML_Underline=ikram oguz=KTML_End=
Di salên 70yî da li taxa me Ciboyek hebû.
Cibo, mirovekî 30-35 salî û di kargehek dewletê da weke xebatkar dixebitî.
Bi bejna xwe yekî kin û qelew, porgijik û simêlpalik bû. Porê xwe yê gijgijî şûnda şeh dikir, ku enîya wî vebe. Baqê simêlê xwe jî berbijêr dikişand û dirêj dikir, ku qula devê wî xûya neke.
Her roj ji mala xwe derdiket û peyatî diçû kar, piştî kar dîsa peyatî berê xwe dida taxê û şûnda vedigerîya. Di vegerê da nediçû mala xwe, berê xwe dida Mala Gel (Halkevi) û heta derengîya êvarê li wir rûdinişt û sîyaset dikir. Jixwe herdu rojên dawîya heftê, ji danê sibê heta êvarê ji wir dernediket.
Di Mala Gel da xortên 15-16 salî li dora Cibo dicivîyan, ew diaxifî xort jî bi kelecan li gotinên wî yên dubarekirî guhdarî dikirin. Dema ku diaxifî jî qula devê wî xûya nedikir, dengê axaftina wî dihat lê yê ku Cibo nasnekiriba, nizanîbû ew deng ji kê derdikeve û ji ku derê tê. Loma hinek kesên hemsalên wî, qilf û henekên xwe pê dikirin û jê ra digotin, Cibo yê devtune…
Cibo qasî ku li Mala Gel dima, bê navber diaxifî, axaftineke bi peyv û hevokên ezberkirî…
Kîngê mijara xwendinê bihata rojevê, bi serbilindî li dorhêla xwe dinihêrî digot, “min sê heb pirtûkên bingeh xwendîye û ew jî ji min ra bes in.”
Navê pirtûkên ku wî xwendîye kesî meraq nekiriba û jê nepirsîyaba jî, wî bixwe digot, ku ew du pirtûkên Lênîn, yek jî pirtûkek Stalîn e.
Her sê pirtûk jî ezber kiribû, lê ezberkirineke çawa, rûpel bi rûpel û hevok bi hevok.
Kesekî qala gotinek Lênîn ya jî Stalîn bikiraba, Cibo gotina wî dibirî û digot; “Na, tu şaşî, Lênîn tişteke wusa negotîye…”
Dû ra bi navê pirtûkê û bi hêjmara rûpelê va çavkanî û gotina ku di wê mijarê da Lênîn gotîye dubare dikir…
Cibo qasî axaftina xwe ya ezber a bi hevok û pêyvên Lênîn û Stalîn, bi simêlên xwe yên palik jî bala xortên taxê dikişand. Ji Cibo hezdikirin û wî wek proleterekî şoreşger û zana dihesibandin û ji bo îspata ev nêrîna xwe jî simêlê wî yê palik û axaftina wî ya bênavber nîşan didan. Cibo jî xwe şoreşgerekî dilpola û zana didît û gor wê dîtinê tevdigerîya.
Di gengeşîyeka ku bi hemsalekî xwe ra bikira û bira wî bibira, li xortên dora xwe vedigerîya û ji wan dipirsî, “ez yan ew, ji me kîjan bîrewer û zana bû?”
Bêguman bersiva her xortekî gor dilê wî dibû. Xort bi pirsa wî va, ew jî bi bersiva xortan va kêfxweş dibû.
Dem derbas, bi demê ra jî dora wî vala dibû. Bi zikê birçî û bi dev û lêvên zuhayê ku li paş simêlên palîk veşartî, radibû ser xwe û berê xwe dida mala xwe…
Dema ku ez li rewşa kurdên me yên bakur dinêrim, Ciboyê taxa me tê bîra min.
Cibo jî xwe wek sîyasetmedarekî çepgirê kurd bi nav dikir.
Lêbelê ne ji Ehmedê Xanî ne jî ji Melayê Cizirî hayîdar bû.
Wî jî zimanê xwe yê zikmakî danîbû alîkî û bi tirkî xwe idare dikir.
Tûrikê wî jî tijî bû, lê ew gotinên ku bi tûrik va li xwe bar kiribû, ya yên Lênîn ya jî yên Stalîn bûn. Di nav da gotineke wî ya taybet cîh nedigirt. Ew ji xwe ra kiribû sermîyan û pê sîyaset dikir.
Îro piranîya kurdên bakur êdî pirtûkên Lênîn û Stalîn nexwînin jî, hê terza Cibo sîyasetê dikin.
Bi hevok û peyvên ezberkirî…
Aşitî û demokrasîyê…
Serbestî û azadîyê dixwazin.
Lêbelê ji bo kî û kê, ew bixwe jî nizanin.
Xwe sîyasetmedar, medîya civakî jî wek qada sîyasetê dibînin.
Di tûrikê wan da gotineke wan a taybet tunebe jî, xem nakin û ji rêya xwe venagerin.
Di aramîya danê sibê da radibin, bi rûken derdikevin ser dîkê û bi gotineke Gandî daxwaza aşitîyê dikin…
Bi xirecira danê nîvroyê ra ji kesên derdora xwe eciz dibin û bi gotineke Sartre va nerazîbûna xwe ya ji civakê nîşan didin…
Bi danê êvarê ra diwestin û ji qidûm da dikevin…
Bi mirûzên tirş berê xwe didin tûrikê xwe û di nav da li gotineke bîyanî digerin. Ger ku di binê tûrik da rastî gotineke Fannon werin, wek xezîneyeke dibînin û digrin, li ser zemîneke reş û bi rengên spî dixemilînin û parva dikin.
Dû ra…
Bi hêvîya serkeftineke nedîyar, li jîyana xwe ya ku rojane tê da dijîn, vedigerin…
16-04-2023
ikramoguz@navkurd.net
[1]