Navê pirtûkê: Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me
Navê nivîskar: #Helîm Yûsiv# - Hevpeyvîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Peywend
Sala çapê:2023
Di pirtûka bi navê Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me ji hevpeyvînên ku bi Helîm Yûsiv re hatine kirin pêk tê. Di pirtûkê de 40 hevpeyvîn hene ku di dem û zemanên cuda de ligel wî, li ser gelek mijarên cuda hatine kirin. Di van hevpeyvînên de sîh salên nivîskariya wî heye. Yûsiv, di hevpeyvînan de nirxandinên berfireh li ser girîngtirîn bûyer û rûdanên wêjeyî û siyasî û civakî yên qada çandî ya kurdan pêşkêş dike. Bi çavên nivîskarekî ku hem bi berhemên xwe û hem bi beşdariya xwe ya takekesane ku di qada çanda kurdî de çalak bû, xwendevanên vê pirtûkê dikarin di derbarê dîmenê giştî yê wêjeya kurdî de bibin xwedî agahdariyên girîng.
Li aliyê din di hevpeyvînan de kîteyên ji jiyana şexsî ya Helîm Yûsiv jî dikarin bêne dîkin. Weşanxaneyê bi vî awayî pirûk daye nasîn: 40 Hevpeyvîn, hewildanên vekirina 40 derî û bi sedên pencereyan li ber wêjeya kurdî ye, ev wêjeya ku di nav dîwarên qedexekirin û zordarî û qirkirinê de asê maye.[1]