Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,588
Wêne
  123,874
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,517
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
DENGBÊJEKÎ ERMENÎ Û KURDEWAR
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Karapetê Xaço
Karapetê Xaço
=KTML_Bold=DENGBÊJEKÎ ERMENÎ Û KURDEWAR=KTML_End=
#Occo Mahabad#
Pirr dengbêjên me ji bo çand û hûnera Kurdî hewl dane lê wî bi salan wek Ermeniyekî xizmetî çanda kurdî kir. Heta mirina xwe bi eşqa klamên Kurdî deng veda di nava civata me de. Di sala 1915an de dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan komkujî û tehcîreke mezin pêk tîne. Ji sala 1915an heta sala 1939an nêzîkî 2 milyon Ermenî tên sirgûnkirin û kuştin. Karapetê Xaço hem şahid hem jî mexdûrê wê demê ye. Dê û bavê wî di vê tevkujiyê de tên qetilkirin. Ew bi bira û xweşkên xwe re sêwî, belengaz, tî û birçî dimîne, rojên dijwar, êşdar û tirsnak derbas dike.Karapetê Xaço li gor nasnameya ku dewleta Ermenistanê daye di 3yê Îlona 1900î de li gundê Bileyderê yê Qubîna Êlihê hatiye dinê. Di 7-8 saliya xwe de bûyereke erjeng tê serê wî. Dê û bavê wî li ba bira û xwişkên wî Xezal, Abraham û Manuşak ji aliyê eskerên Osmanî ve tên qetilkirin. Gunê Serbazekî Tirk bi wan zarokan tê lewma nayên kuştin. Di 11-12 saliya xwe de diçe ba eta xwe. Eta wî di gundê Fîlîtê Quto de bi Kurdekî re zewiciye. Heta xortaniya xwe di vî gundî de rêncberî, gavantî, şivantî û karkerî dike.Di zarokatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Di hevpeyvînekê de wiha dibêje: ‘’ Ez zarok bûm, stranbêjek kor hebû, navê wî min bihîstibû ku Şako, stranan dibêje jixwe di wê demê de qeset-meset tune bûn me bi tu awayekî stranan nikaribû guhdar bikira. Ez bixwe bixwe hînê gotina stranan bûm.’’ Ew bi xêr û saya Şakoyê Korr hînî miqam, vegotin û lihevanîna klaman dibe.Piştî Filîtê Quto mezin û giregirê sereke yê gund ku soza wî derbas dibû kurê wî Hesenê Filît bû. Hesenê Filît dibihîse ku dengê Karapêt rind e û klamên xweş dibêje lê guhdar dike û jê dixwaze ku bibe dengbêjê wî. Karapêt bi salan di bin xizmeta Hesenê Filît de wek dengbêjekî zarşêrîn û dengnazik klamên xwe distrê.Gundê Hesenê Filît, bi xweyîkirin û parastina Ermeniyan navdar bûye. Dewleta Osmanî çend caran xwestiye Hesenê Filît Ermeniyên li gund radestî dewletê bike lê Hesen bi merivên xwe yên çekdar li dijî dewlet û Alayên Hemîdiye disekine, Ermeniyên gundê xwe diparêze.Lêkolîner û nivîskar Zeynelabidîn Zinar ji Melle Xelîl neqil dike ku Çawîş Bazo rojekê bi tevî eskerên xwe tê ber deriyê Hesenê Fîlit, jê dixwaze ku çiqas Ermenî li gund hebe teslîmî wî bike. Wê çaxê di gund de nifûsa Ermeniyan li dora 80 kesî ne. Hesen tifinga xwe derdixe bi tevî merivên xwe yên çekdar li dijî Çawîş Bazo derdikeve. Jê re dibêje ku tu nikarî ji vî gundî merivek hildî û bibî. Çawîş Bazo lê dinêre ku Hesenê Filît dê bi çekdarên xwe yên bêtirs li dijî wî şer bike, bê deng û bi mecbûrî gund diterikîne. Di vî gundî de tucarî Ermeniyek radestî dewletê nehatiye kirin.Tehcîr û koçkirina Ermeniyan ku di sala 1915an de dest pê kiriye heta sala 1939an dewam kiriye. Di navbera dewleta Fransî û Cemiyet-î Akvam de ji bo armanca parastina Ermeniyan peymanek tê çêkirin. Ji bo organîzekirina koça Ermeniyan komîsyonek tê avakirin. Li gorî vê peymanê dewleta Fransayê ji Ermeniyan re dibe dewleta garantor. Piştî vê peymanê ji pêncsed hezarî zêdetir Ermenî koçî derveyî Tirkiyê dibin. Ermeniyên Kurdistanê jî di bin garantoriya vê peymanê de derbasî Sûriyê dibin.Bi destpêkirina berxwedan û serhildana Şêx Seîd re tirs û xofeke mezin dikeve dilê Ermeniyên Kurdistanê. Koça duyemîn ya girseyî li Ermeniyên Kurdistanê bi vê serhildanê re dest pê dike. Jixwe koça yekemîn bi komkujî û tehcîrên 1915an re dest pê kiribû. Di koça duyemîn ku piştî serhildana Şêx Seîd de pêk hatiye, Ermeniyên Diyarbekir, Xerzan, Mûş û Elezîzê qefle bi qefle berê xwe didin Qamişloya Rojavayê Kurdistanê. Wê demê ji bo Ermeniyan cihê herî ewle Qamişlo bû. Kurdên Qamişloyê li Ermeniyên hatî xweyî dikirin û alîkarî didan wan. Ermeniyên Qamişloyê bi alîkariya Kurdan di sala 1918an de li gundê Mêharkayê dêrek jî vekiribûn. Damezrîner û berpirsiyarê vê dêrê malbata Buxisiyam bû. Malbata Buxisiyam piştî komkujiya 1915ê hatibû Qamişloyê. Ermeniyên li vê herêmê di vê dêrê de ol û baweriya xwe bi serbestî pêk dianîn. Biratî û dostaniya Kurdan piştî qetlîamên Osmanî hêz û ronayî dabûn civata Ermeniyan.Karapet piştî serhildana Şêx Seîd dîsa jî naxwaze ku Kurdan biterikîne loma di vê demê de derbasî Qamişloyê nabe. Hinek çavkaniyên Kurdan sedema koçkirina Karapêt girêdayî serhildana Şêx Seîd dikin lê ev agahî ne rast e. Ji ber ku Karapet di sala 1929an de derbasî Qamişloyê dibe lê serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de bi dawî dibe. Serhildan û şoreşa Agiriyê ku di sala 1926an de dest pê dike herêmê tevlihev dike. Gellek kes tên girtin, sirgûnkirin, kuştin û dardekirin. Li Kurdistanê zilm û zoreke mezin û bêsînor tê kirin. Hikûmeta Kemalîst ji bo armanca damezrandina dewleteke navendî, hêza desthilatdarên Kurd wek axa û began dişkêne. Êdî desthilatdarên Kurd nikaribûn wekî berê Ermeniyên li ba xwe xweyî bikin û wan bihewînin. Koça sêyemîn ya Ermeniyên li Kurdistanê di sala 1929an de dest pê dike. Karapet ditirse ku dewleta Tirkiyê komkujî û qirkirineke mezin pêk bîne berê xwe dide Qamişloyê. Di vê demê de ne bi tenê Karapet bi sedan malbatên Ermenî ji ber tirsa qirkirinê derbasî Qamişloyê dibin. Di belgeyên dîrokî de em dibînin ku di navbera salên 1926 û 1939an de Ermeniyên Xerzan, Amed, Mêrdîn, Wan, Agirî, Îdir, Qers, Dîlok, Riha, Mereş û gellek bajarên din derbasî derveyî Tirkiyê dibin. Di van çûyînan de hinek bi rêyên qaçax derbas dibin hinek jî di bin organîzasyona Tirkiyê û Fransayê de derbas dibin. Ji ber ku Fransa û dewleta Tirkiyê komîsyoneke koçê ava dikin ku Ermeniyan bêyî kuştinê derbasî derveyî sînor bibin. Koça dawî ya girseyî di sala 1939an de çêdibe. Piştî vê dîrokê dewleta Tirkiyê nahêle ku koçeke girseyî ya Ermeniyan çêbibe.Karapet di sala 1929an de derbasî Qamişloyê dibe. Suriye li vê demê di bin nîr û serdestiya dewleta Fransayê de ye. Karapet li Qamişloyê bê kar û bar dimîne, ji bo ku debara xwe bike tevlî Lejyona Fransayê dibe. Wek eskerekî Fransî di bajarên Qamişlo, Heseke û Dêrezorê de 15 salan kar dike û piştî xizmeta 15 salî teqawît dibe. Rewşa darayî ya Karapet di wan salan de pak e. Artêşa Fransayê meaş û derfetên baş dide.Di sala 1936an de bi Yevaya Hagopê Ezîz re dizewice. Yêva ji malbata Azîzyan e, ji bajarê Îzmîrê keça Hagop e. Karapet heta dawiya jiyana xwe bi eşqeke mezin girêdayî Yevayê dibe. Ew ji Yevayê re dibêje Melokê min. Di wan deman de hunermendê navdar yê Kurd Seîd Axayê Cizîrî di lejnoya Fransayê de leşker e. Ew û Seîd hev nas dikin di demeke kurt de dibin dostê herî baş. Dostaniya wan her tim dewam dike.Di sala 1946an de Fransa bi zora Îngilistanê hemû hêzên xwe yên eskerî li gorî planeke rêxistinî gav bi gav vedikişîne Fransayê. Arteşa Fransayê Karapêt vedixwîne welatê Fransayê lê Karapêt qebûl nake, di dilê wî de herdem çûyîna Ermenîstanê heye. Di sala 1946an de Dewleta Sovyetê bang dike ku hemû welatiyên Sovyêtê yên derveyî dijîn bila vegerin axa bav û kalên xwe. Karapêt vê bangewaziyê guhdar dike, di heman salê de bi malbata xwe re berê xwe dide Ermenistanê. Berî ku biçe Ermenîstanê efsarekî jê dipirse: ‘’ Tu girêdayî kîjan partî yî, yanê tu Bolşevîk î ?’’ Karapêt bersiv dide: ‘’Ez Kurd im, Bolşevîk - Molşevîk nas nakim, tenê dixwazim herim Hayastanê (Ermenistanê).’’ Karapêt dixwaze here Ermenistanê lê xwe wekî Ermeniyekî nabîne. Karapêt Kurd nîne lê xwe wekî Kurdekî dibîne. Her dem Kurdî xeber daye, bi zimanê Kurdî klam gotine, bi çand û edetên Kurdan, di bin parastina Kurdan de mezin bûye. Lewma bersiva wî ‘’Ez Kurd im’’ bûye.150 lîre pere didin destê Karapêt wî dişînin Ermenistanê. Karapêt li Ermenistanê rojên zor û zehmet derbas dike. Ji bo ku debara malbata xwe bike çi kar peyda bike dixebite. Heta dawiya jiyana xwe di nava feqîrî û rebeniyeke mezin de dijî. Di welatê bav û kalê xwe de bibû xizmetkarê dewlemendan, bêxweyî û belengaz mabû.Bi biryar û fermana dewleta Sovyetê di sala 1955an de Radyoya Rewanê dest bi weşanê dike. Di navbera salên 1955 û 1957an de, Casimê Celîl di weşana ceribandinê ya radyoyê de berpirsiyar e. Di sala 1957an de heyetek li Moskovayê civînek çêdike, di vê civînê de Xelîlê Çaçan weke serokê radyoya Rewanê tê tayinkirin. Xelîlê Çaçan ji wê dîrokê heta sala 1981ê serokatiya radyoyê kiriye. Xelîlê Çaçan dibihîse ku Ermeniyek klamên Kurdî dibêje, dixwaze ku bila were dengê wî qeyd bike loma karmendekî radyoyê dişîne dû Karapêtê Xaço. Bi biryar û hewldanên Xelîlê Çaçan dengê Karapêt tê qeydkirin û arşîvkirin. Ji wê demê şûn de dengê Karapetê Xaço bi saya radyoya Rewanê di nav Kurdan de belav dibe. Di sala 1976an de jina wî Yevaya Hagopê Ezîz jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina jina wî baskên dilê wî dişkên, hemû diranên wî dirizin û dikevin. Bi salan di nava xemgîniyeke mezin de dijî. Karapêt heta roja mirina xwe li gundê Solxoza Çaran a Eçmîadzînayê ku nêzîkî Yêrevanê ye her hefte diçe ser gora jina xwe, teseliya jina xwe dike. Karapêt piştî mirina Yevayê careke din nazewice.Ji Karapêt û Yevayê şeş zarok çêdibin. Zaroka mezin Araksî di sala 1942yan de li Qamişloyê tê dinyayê. Keça wî Araksî di gundê Solxoza Çaran de zewicî ye û li wî gundî dimîne. Sêropê kurê wî di sala 1944an de li Beyrûda Lûbnanê tê dinyayê. Sêrob jî wekî Araksî li heman gundî dima lê çend sal berê jiyana xwe ji dest dide. Di sala 1946an de dema ku ji Sûriyê derdikevin û bi rêya Batûmê berê xwe didin Ermenistanê, zarê wî Antranîk hê şeş mehî ye ji ber sedemên neyînî di heman salê de dimire. Di sala 1948an de qîza wî Anahît tê dinyayê. Anahît di 7ê Gulana 2010ê de li Kîrovakanê jiyana xwe ji dest dide. Di sala 1951ê de qîza wî Sîranûş tê dinyayê. Ew niha li Sovêtaşêna (Nûbaraşên) Rewanê dimîne. Qîza wî ya herî biçûk Xatûn di sala 1955an de tê dinyayê. Ew jî li gundê Solxoza Çaran a Eçmiadzîna Ermenistanê jiyana xwe didomîne. Zarên Karapêt hem Ermenkî hem jî Kurdî dizanin û xeber didin.Dema ku Kurdekî bibêje Karapet, bi tenê feqîrî, belengazî, şer, sirgûn, mirin û bêxwîyîtî tên bîra mîn. Ew jî wekî Eyşe Şan, Keremê Kor, Fadil Cizîrî, Şakiro û gellek dengbêjên din bi zor û zehmetiyên mezin jiyana xwe derbas dike. Berî mirina xwe di roportajekê de wiha dibêje: ‘’ Qedera min jî ji qedera dengbêjên kurd yên din cudatir nîne. Emrê min bi dengbêjiyê derbas bû. Lê 50 mîlyon Kurd nikarîbûn li min xwedî derbikevin…”Dengbêjê Ermenî Karapêtê Xaço di 15 Çileya 2005an de li gundê Solxoza Çaran a Ermenistanê jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li vî gundî tê binaxkirin.Çend nifş bi klamên Karapêt mezin bûne, bi klamên wî şa bûne an jî derd kişandine. Karapêt herî zêde bi klamên xwe yên Evdalê Zeynê, Filîtê Quto, Salih û Nûrê, Genc Xelîl, Derwêşê Evdî, Zembîlfiroş, Lê Lê Edûlê, Hesenîko, Lawikê Metînî û Sarê Rabe dihate naskirin. Her jiyan xwedî rêyek e, di her rê de rêwiyek çîroka xwe vedibêje. Çîroka rê û rêwî girêdayî hev in. Karapêt emrê xwe temam kir lê dûv re bi sedan klamên wî yên gotî man. Ne gengaz e ku mirov bi nivîsekê ewqas bûyer û êşên erjeng bi peyvan raxîne ser kaxizan. Ez ê nivîsa xwe bi klameke dilşewat ku Karapêt bi dengê xwe yê çargavî û zêrîn distrê bi dawî bînim.
Genc XelîlDe were lê lê were lê lê were lê lê nemayêDe piştî Genc XelîlKuramê xwe nemînim li di dinyayê.De Evdal im dilê min dilekî li yan eGenc Xelîl kurapê minLi welatê xerîban û xurbetê nexweş eGelekî bêhal eWezê rabim nivînekê, nazbalgîkîBavêjim berpal eWezê kembera pişta xwe bişkênimBikim nal eBazinê xwe bişkênimBikim hûr bizmar eWezê biskên xwe bibirimBikim ser kele û doxhefsar eGavê berê min û Genc XelîlKuramê min têkeveWelatê xerîban û xurbetêXelk wê nebêjeÇi siwarekî kurd eBê kar û bar eNemayê nemayê nemayêDe piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê.De were lê lê were lê lê were lê lê nemayêDe werê qalî şîmşîmak inKuramê xwe ji xewa şîrîn rakimXencereke Salih Begî di ber de rakimWezê cîzmekî Qoserî di linga kimWezê ebakî Besrayî li mila kimSerê bav û birak û der û cînarÛ gundî û maliyan tevan bînimBi qurban kimAx nemayê nemayê nemayêDe piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê.De were lê lê were lê lê were lê lêWezê qarî şîşîna kimKuramê xwe di du dewa ra siwar kimEzê qocê seklawî bînimKuramê xwe lê siwar kimSerê bav û birak û der û cînarÛ gundî û maliyan tevan bînimBi qurban kimAx nemayê nemayê nemayê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,290 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-04-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Ermenistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,290 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.656 çirke!