=KTML_Bold=#Hozan Mizgîn# : Dema ku huner şoreş be=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar Xalid=KTML_End=
Her sal di vê rojê de em hunermenda Kurd a şoreşger Hozan Mizgîn (Gurber Aydin) bi bîr tînin. Navê Hozan Mizgîn di destpêka dema damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê de li 4 parçeyên Kurdistanê deng veda, ku bi dengê xwe yê xweş û stranên xwe yên şoreşgerî yên li ser Kurdistanê û xwezaya wê, jinan û şoreşgeran dihat naskirin. Her wiha wê bi rêya stranên xwe bal dikişand ser têkoşîna gelê Kurd û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan.
Şoreşa Azadiya Kurdistanê bi qasî ku şoreşa rizgarkirina gelên bindest bû, şoreşa hunera resen a li dijî siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdistanê û îradeya gelê wê bû. Ew şoreş, şoreşa lêgerîna li rastiyê ye. Ji ber wê jî gelek pêşengên çand û hunera Kurdî tev li meşa azadiyê bûn da ku çanda Kurdî ya kevnar û dîroka gelê Kurd û têkoşîna wî ya ji bo azadî û demokrasiyê bi cîhanê bidin naskirin.
Keça ciwan a Kurd Gurbet Aydin (Mizgîn) a ji Bakurê Kurdistanê jî yek ji wan pêşengan bû ku bi têkoşîn û hunera xwe ya şoreşgerî mîraseke biha ji bo hunera şoreşgerî ya Kurdistanê afirand û karîbû bi deng û stranên xwe yên xwedî wateyên kûr di demeke kurt de gelek kesan ber bi têkoşîna şoreşgerî ve bikişîne.
Hunermenda Kurd a xwedî dengê xweş Mizgîn, têkoşîna xwe bi gotina stranên şoreşgerî û yên folklorî ji dayîk, bav û zarokan re, dest pê kir. Wê di stranên xwe de xweşikbûna xwezaya welatê xwe; Kurdistan û berxwedana gelê Kurdistanê dianîn ziman. Tevî ku zêdetirî 30 sal di ser şehadeta wê re derbas bûn, lê dîsa jî deng û stranên wê yên Lo hevalno, Hawar gundîno di dilê me hemiyan de mane.
Mizgînê jiyana xwe ji bo têkoşîna ji bo hunera şoreşgerî ya Kurdî feda kir. Ew hem şoreşger, hem têkoşer û hem hunermend bû. Piştî ku ew li Ewropaê demeke dirêj bi hunerê û avakirina komên hunerî û pêşxistina hunerê re mijûl bû, wê dev ji mîkrofona xwe berda û berê xwe da qadên têkoşînê yên çiyayên Azadiyê û li wir bû gerîla. Bi vî awayî di heman wextî de bû şervan, hunermend û şoreşger û piştre jî di şer de bû pêşeng.
Wê li wir li dijî dijmin di qadên şer de şer dikir, bi pêşengtî û lehengiya xwe û dengê xwe yê zelal hat naskirin. Bi wê re tabloyeke bedew a rastiya jiyanê û têkşînê xêz kir ku jinên Kurd bi vîna xwe ya azad li Kurdistanê dimeşînin.
Stranên azadiyê yên ku şehîd Mizgîn digotin êdî ji bo mîlyonan kes bû sîmfonî û gelek jinên Kurd jî li ser şopa wê destanên lehengî û serkeftinê nivisîn. Ji cîhanê re gotin, ev destan bi saya keda şehîd Mizgîn û bi hezaran şehîdên me hate nivisîn.
Şehîd Mizgîn ji nav me çû lê belê ew di dilê her kurdekî de zindî ye ku bi reseniya hunera şoreşgerî ya Kurdistanî bawer e. Ew ji nav me çû lê belê dengê wê dê her di hişê me de bimîne. Em ê çawa gotinên wê yên ku ji bo me bûn jêdera hêz û îradeyê, ji bîr bikin. Şehîd Mizgîn bi huner û stranên xwe yên Kurdî û Tirkî bû çavkaniya îlhamê ji bo azadîxwazan û bi dengê xwe ket dilê bi mîlyonan kes.[1]