=KTML_Bold=Rêzefîlmên Remezanê: Binpêkirina cewhra jinan û bedena wê=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar Xalid=KTML_End=
Bi hatina Remezanê re, her sal temaşevan li Rojhilata Navîn li benda bername û rêzefîlman dimînin ku dê di vê meha pîroz de bên pêşandan, fikrê wan li ser mijarên wan in, gelo çi ne û hunermendên ku dê cihê xwe tê de bigirin kî ne, kî dê bernameyên Remezanê pêşan bide? Berpirsên van xebatan jî, hewl didin ku balê hejmara herî zêde ya temaşevan û şopîneran bikişînin û xelekên rêzefîlman li ser sosyal medya belav bikin.
Îsal mîna her sal, gelek rêzefîlm û bi dehan bername hatin amadekirin û li gelek welatên ereban hatin pêşandan. Mixabin, peyam û nameya wan jî tenê pêşxistina zihniyeta balaviksalarî û cudabûnê li dijî jinan e.
Tevî ku ev madeyên dîtber ji pisporiyê dûr in û bi piranî, dûrî urf û adetên civakên erebî û herêmê bi giştî ne, lê dîsa jî beyî ku çavdêriyeke exlaqî û pîşeyî hebe, têne pêşandan. Ew dihêlin ku temaşevan, bikeve komayekê ku ji hawîrdora tê de ava bûye, dûr keve. Heta gihaşt wê astê ku gelekan bi coşeke mezin li benda pêşandana xelekên wan rêzefîlm û bermaneyan bimînin.
Di rêzefîlmên vê Remezanê de, hatin pêşandan, derhênaran, çêker û senarîst, jinan biçûk xistin, qîmeta wan biçûk kirin, piştre jî destdirêjî û tehrîk li jinan kirin. Karmendên saziyên ragihandinê yên girêdayî desthilata hegemonîk, dozên tundiya li dijî jinan di civakê de rewa kirin, bi rêya pêşandana dîmenên dûrî rastiyê, bûyerên kuştinê û tundiyê mîna ku dîmenên asayî ne. Her wiha sûcên destdirêjiya bedenî, cinsî û derûnî jî weke ku jin tiştên bi serî wan tên heq kiribin, hatin pêşandan, tenê ji ber ku gotinên hevjîn an jî birayê xwe şikandiye.
Di bernameyan de jî, bedena jinan, xweşikbûna wê tê bikaranîn da ku hejmara şopîner û temaşevanan zêde bikin. Xwediyên şîrketên mezin, ji bo ku jin bibe amûreke bazirganiyê di wan bernameyan de, gelek pere didin. Bi vî awayî jin nirx û cewhera xwe ji dest dide. Ev ragihandina baviksalarî ye ku bi rêya bedena jinan hewl dide ku destkeftiyan bi dest bixe. Di bernameyên xwarinê de ku qaşo di bi navê vê meha pîroz de têne pêşandan, pêşkêşvan û ya xwarinê çêdike, jin e. Bi kurt û kurmancî ew dixwazin wê peyamê bidin ku cihê jinan tenê li mal e tam li mitbaxê ye. Ew tenê dikare vî karî bike.
Êdî meşandina tundiyê li dijî jinan di wan rêzefîlm û madeyên dîtber de weke ku rastiyeke û tiştek xwezayî ye û rojane tê kirin, tên pêşandan. Bi kurtasî, dîmenên rijandina xwînê êdî bûye tiştekî xwezayî û tundiya cinsî li dijî jinan, bûye madeyeke pêkenokê. Ji bo ku bala hejmara herî zêde ya şopîneran li ser hesabê giyan û fikrê jinan bikişînin, jin bûye qurbana siyasetên baviksalariyê ku li dijî wan tên kirin.
Pêwîstiya me bi ragihandineke azad a jinan heye ku dikare van rastiyên bi êş û nebaş biguhere. Divê roleke balkêş û çalak di vî warî de were lîstin. Ji bo ku van têgehên paşverû û zihniyeta baviksalaî ya desthilata hegemonîk tune bikin. Yanî divê em wêneya ku di meha Remezanê de, li ser jinan tê xêzkirin, parçe bikin û wêneyeke rast dûrî tundiyê, kuştin û sûcan xêz bikin.[1]