=KTML_Bold=Çirûska şoreşa Jîna Emînî venamire=KTML_End=
=KTML_Underline=HÊVÎDAR XALID=KTML_End=
Şoreşa ku bi kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi destê hêzên bi navê “polîsên exlaqê” li Îranê dest pê kiribû, li hemû herêman belav bû, berfireh bû û bû şoreşa hemû jinên cîhanê. Piştî ku hemû gelan piştgiriya xwe ya bi doza wê re nîşan da û banga hesabpirsîna ji kujerên wê kir.
Piştî derbasbûna 2 mehan di ser destpêkirina xwepêşandanan re, li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, serhildana bi pêşengiya jinan berdewam e. Ji wê zêdetir, roj bi roj geştir dibe. Rêbazên berxwedanê yên xwepêşandêran ên li hember rejîma Îranê, balkêş bûn.
Ruxmî hewldanên rayedarên rejîmê ku serhildanê binixumînin, lê giyanê berxwedana li hember binpêkirinên hovane, rojane berdewam e. Ev ji bo her kesî peyameke diyar e ku gel hêza bingehîn û paldarê yekane ye ku dikare bi yekitî û hevgirtina xwe li hember siyasetên çewisandin û qirkirinê guhertinên bingehîn û rastîn di sazûmaniya civakê de pêk bîne.
Ji roja yekemîn a destpêkirina xwepêşandanan ve, rejîma Îranê hewl dide bi hemû rêbazan vê şoreşê bi qutkirina înternetê û medyaya dijîtal ji raya giştî ya cîhanê veşêre û ji rêya wê ya rast dûr bixe. Her wiha da ku rê li pêşiya xwepêşandêran bigire û wan bê deng bike û ji bo ku dengê wan negihêje cîhanê. Lê giyanê israr û vînê yê xwepêşandêran, ji rêbazên çewisandinê bi hêztir bû. Xwepêşandêran têkoşîn geştir kir û çirûska şoreşa xwe parast.
Dilê gelên azadîxwaz li seranserî cîhanê bi gelê Îranê re ye. Ew peyamên piştgiriya şoreşa wan didin û destnîşan dikin ku daxwaz û têkoşîna wan a ji bo azadiyê û jiyanê û avakirina pergaleke nû ku demokrasiyê ji xwe re dike bingeh, mafdar in. Lê civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan îdia dikin, heta niha li hember sûcên rejîma Îranê yên li dijî gel bê deng in.
Serhildêran gotinên “Jin Jiyan Azadî” ji xwe re kir dirûşm û bandor li her kesî kir û coş xist dilê hemû jinan. Tirs û xof di nava rayedarên rejîmê de belav kir. Kursiyên wan hejandin. Pê re xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî veguherîn şoreşa jiyana azad û demokrasiyê. Jin li Îranê baş dizanin ku dê civakeke azad û demokratîk li ser fikr û rêgezên dûrî tundiyê, îşkenceyê, tirsandinê û rêgezên baviksalar ên li Îranê ava bikin.
Ya vê xwepêşandanê cuda dike, ew e ku ne tenê pergala desthilatdar a li Îranê lê belê hemû pergalên li herêmê metirsîdar kirin. Ji ber wê ev pergal wê paşguh dikin da ku wê ji rêya wê ya rast dûr bixin. Lê jinên Îranê û jinên Kurd têkoşîna ji bo azadiyê ji xwe re kir armanc û careke din îsbat kir ku dikare pergaleke nû çêke û rûmet û azadiya xwe pêk bîne û dengê xwe bigihîne cîhanê.
Ji vir em dikarin bêjin ku heke têkoşîn bi rêbazên demokratîk û aqilane û li gorî plan û bernameyeke nirxandî were meşandin, ev serhildan dikare çarenûsa gelê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diyar bike, li hember siyasetên netewdewletê, pergala navendî bisekine. Şoreşeke fikrî ya civakî û exlaqî li dar bixe, siyaseteke demokratîk bi aqilmendan li dar bixe ji ber ku pêwîstiya şoreşê bi kesên dikarin bersiva gunca bidin, heye.
Nifşê niha li Îranê mezin dibe, tiştekî ji dest bide li cem nemaye, berovajî wê, gelek tişt hene dikare bi dest bixe da ku gavên berbiçav biavêje. Ew ciwan, jin û zarok û hemû beşên civaka Îranê dixwazin têkoşîneke rastîn bimeşînin da ku şoreşeke azad û demokratîk û ji berê mezintir li dar bixin. Piştî dehan salan ew dixwazin şoreşê careke din li dar bixin ku ji aliyê rejîmê ve hatibû desteserkirin. Gelên resen ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkiliyeke hevpar e. Vîna xwe li hember rejîma Îranê kir yek. Ji ber dizanin ku çaresnûsa wan hevpar e, divê bibin yek da ku serhildana xwe ne tenê li ser asta siyasî lê belê li ser asta fikrî û zîhniyetê bi ser bixin. Berovajî vê jî, dê mîna şoreşên berê bi bin keve.
Ji lew re, divê hemû pêkhateyên Îranê, têkoşîna xwe bixin xizmeta pêkanîna hêviyên xwe yên demokratîk. Sûc û siyasetên rejîmê bidin nasandin. Da ku bi rêbazên cidî bigihêjin rêyên çareseriyê. Ruxmî ku gelên azad êdî rastiya dewletên li ser hesabê xwîna gelan ava bûne, nas kir, lê pêwîstiya gava pêşîn bi naskirina rastiya rejîma desthilatdar heye. Divê nirxên gelan ên demokratîk û resen qebûl bikin û dev ji siyaseta çewisandinê li ser bingeha ol û neteweperestiyê berde. Her çi qas gel bi rêxistinkirî be, wê demê çalak e.
Divê em serhildanê wek xwepêşandanan nehesibînin, lê belê divê em destnîşan bikin ku dikarin encamên baş bi dest bixin. Ji hemûyan tê xwestin ku hevgirtî bin da ku hevgirtineke demokratîk li hember zilma deshtilatdaran pêk bînin. Girîngiyê bidin vê mijarê ku bi hemleyên çewisandin û tundiyê û girtinê pêdiviyên gelan di azadî û wekheviyê de pêk nayên. Lê belê çareserî di peydakirina wan pêdiviyan de nixumandî ye.
Şoreşa Jîna Emînî dê bibe şoreşa hemû jinan û gelan li Îran, Rojhilata Navîn û cîhanê. Dê bibe çirûska ku nayê vemirandin lê belê wê bi giyanê berxwedana gelê vê erdnîgariyê her geş be, madem bi felsefeya jiyanê û azadiyê bawer dikin û xwedî dîrokeke demdirêj û ronak a berxwedana li hember zordestan e.[1]