=KTML_Bold=Li #Efrîn# ê çi diqewime?=KTML_End=
=KTML_Underline=Rauf KARAKOÇAN=KTML_End=
Ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, agahiyeke zelal nayê wergirtin. Sûcên li wan herêman tên kirin jî têra xwe nayên zanîn. Rêxistinên terorê yên îslamî ku dewleta Tirk bi çek dike, li herêmên dagirkirî bi serbestî digerin û her cure sûcî jî dikin. Ne veşartî jî, lê li ser pêzanîna qaşo hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin. Çawa ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava bi agahdarî û destûra hêzên navneteweyî pêk hat, haya wan ji van sûcan jî heye.
=KTML_Bold=DERBASBÛNA ÇETEYÊN HEYET TEHRÎR EL ŞAM BO EFRÎNÊ=KTML_End=
Van rojan tevgereke zêde ya çeteyan heye. Di çapemeniyê de derket ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ketine Efrînê. Têketina çeteyên HTŞ ku berê wek El Nûsra dihat naskirin, li van herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rewşeke jixweber nîn e. Xuya ye dewleta Tirk bi lihevkirina bi komên çete yên terorîst re, Efrîn li ber hêzên HTŞ'ê vekiriye. Dema em bala xwe didin nûçeyên têne servîskirin, senaryoyeke heye ku ji berê de hatiye amadekirin. Daxuyaniyên bi vî rengî hatin dayîn; 'Filan kesan filan der kontrol kir û ew der xist bin kontrola xwe, filan gund xistin bin kontrola xwe, li van herêman bê pevçûn bi cih bûn.' Ev jî lîstika heyî nîşan dide. Dewleta Tirk li ser mijarê tu daxuyanî nedan ku ev jî piştrast dike ku ev planeke wan bi xwe ye.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku dewleta Tirk ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re ketiye nava hewldanê, bicihbûna HTŞ'ê li Efrînê ne ji xêrê re ye. Ev tê wateya veguhastina Idlibê ber bi Efrînê ve. An jî pirsgirêkeke Idlibê ya duyemîn derdixe holê. Di tevahiya şerê navxweyî yê Sûriyê de Efrîn yek ji herêmên herî aram bû. Piştî êrişa dewleta Tirk, gelê Efrînê daket statuya penaberan, mehkûmî şert û mercên nebaş ên jiyanê yên li kampan kirin, avaniya aboriyê hate guhertin û gel hate talankirin, demografiya wê hate guherandin. Hemû tiştên ku hatin girtin, tevî darên zeytûnan, wek xenîmetên şer hatin talankirin û rojane sûcên revandin, qetilkirin û tecawizê lê rû didin.
=KTML_Bold=BAZARÊN LI SER KURDAN ÊN LI SÛRIYÊ=KTML_End=
Tu karesat neman ku bi serê Efrînê de neanîbin. Niha jî xistin bin kontrola HTŞ'ê. Gelo ev dikare bibe şertek ji bo hevdîtinên Şamê yên bi dewleta Tirk re? Ji nû ve destpêkirina diyalogê di navbera her du dewletan de bi awayekî xwezayî ji aliyê Kurdan ve fikaran zêde dike. Hebûna Rojava, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê û hemû mijarên din, hikumeta Şamê tehemûlê lê nake. Bi kurtasî, vegera li rewşa şerê navxweyî ya beriya sala 2011'an salox didin. Rêveberiya Şamê bi nenaskirina destkeftiyên Kurdan û ferzkirina serweriya dewletê, dixwaze vegere pozîsyona berê û dewleta Tirk xwestekeke bi heman rengî der barê Kurdan de dike ku bi Şamê re li hev dike. Lê belê mijara ku li serê li hev nakin, çete ne.
Hatina gel hev a hikumeta Şamê û dewleta Tirk a bi navbeynkariya Rûsyayê, tê wateya wederkirina Kurdan jî. Ji ber ku tê payîn Tirkiye polîtîkayên ku ji ber şerê Ukraynayê Rûsyayê rehet dike, bimeşînw û Rûsya ji bo ku dilê Tirkiyê xweş bike li Rojava hin gavan biavêje. Jixwe dixwestin Kurdan bikişînin nava têkiliyên qirêjî yên siyasî û jixwe di nava êriş û komkujiyên rojane de hiştin. Li Başûrê Kurdistanê li nava kolanan înfaz tên kirin û hem Başûr û hem jî Rojava bûne hedefa êrişên dijwar.
=KTML_Bold=RÛSYA DÊ DI HILBIJARTINAN DE DESTEKÊ BIDE ERDOGAN=KTML_End=
Ji aliyekî ve Rûsya dixwaze Enqere û Şamê bîne cem hev û li aliyê din jî heman rêbazê ji bo Rêveberiya Xweser û Şamê jî pêk tîne. Pirsgirêk tenê ji ber têkiliyên li ser Sûriyê ye. Rûsya li rê û rêbazan digere ku ji Tirkiyeke bi serkêşiya Erdogan berjewendiyan ji xwe re çêke. Her wiha tê wateya destwerdaneke li siyaseta navxweyî ya Tirkiyê jî. Divê şik û guman tune be ku Erdogan ji bo ku di hilbijartinên pêş de bi ser bikeve, dê hemû hêza xwe bi kar bîne. Aşkera ye ku ji bo dewamkirina têkiliyên xwe yên dualî yên bi Erdoganê dîktator re, Rûsya dê ji bo serkeftina wî destekê bide. Malzemeya siyasî ya ku dikare ji bo Erdogan bi kar bîne, dê rê li ber êrişa nû ya mêtingeriyê ya li Rojava veke.
Rewşa dawîn a li Efrînê bi pêzanîna Rûsyayê çêdibe. Herêma ku çeteyên HTŞ'ê lê serdest in, Idlib e. Bicihkirina wan a li Efrînê ji bo çeteyan berfirehbûn û rewakirin e. Tirkiyê li gel çeteyan lîstikeke nû li Efrînê dide destpêkirin. Li Rojava rojhilatê Firatê ji hêla DYA'yê ve û rojavayê wê ji hêla Rûsyayê ve hatin dabeşkirin. DYA ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li Rojava ye, dengê xwe li hember çeteyên li Efrînê nake. Heta bi çeteyên li Girê Spî û Serêkaniyê re cîran e. An jî em wiha bibêjin; DYA’yê tu planeke xwe ya şerê li dijî çeteya nîn ku Tirkiye xwedî dike. Ya ku herî baş dizane serçete ji aliyê Tirkiyê ve tên parastin, DYA ye. Tevî wê jî li herêmên dagirkirî bi rola sê meymûnan radibin.
=KTML_Bold=PLANEKE NÛ YA ÊRIŞÊ YA LI DIJÎ ROJAVA?=KTML_End=
Aktorê herî aktîf ê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bê guman Kurd in. Tevahiya cîhanê dît ku berdêlên giran dane. Îro jî Efrîn û herêmên din ên dagirkirî ji bo çeteyên DAIŞ'ê vediguherînin stargehan. Çi nakokiyeke mezin e ku DYA li dijî dagirkeriya Tirk û rêxistinên terorê yên îslamî yên gotinekê jî nabêje. Her wiha Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe yên dewletê li hember qetlîamên dewleta Tirk bê deng e û heta dixwaze Kurdan bi Tirkan bide qirkirin.
Dibe ku lîstikên li Efrînê, ji bo Rojava bibin destpêka êrişên nû. Mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku çi pêwîst be ji bo parastina destkeftiyên xwe li hember ferzkirinên hikumeta Şamê û êrişên dagirkeriya Tirk û siyasetên Rûsya û DYA’yê yên berjewendîperest bike.[1]