=KTML_Bold=Dengvedana şoreşa #Jîna Emînî# li seranserê cîhanê tê bihîstin=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar Xalid=KTML_End=
Bi qasî mehekê ye ku cîhan behsa keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê dike. Jîna Emînî hê di ciwaniya xwe de, bi hinceta ku pabendî rêgezên sergirtinê yên ku Îran li ser jinan ferz dike nebûye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Tehranê hate qetilkirin. Qetilkirina wê jî bû sedema protestoyên mezin ên gel ku li dehan bajarên Kurdan û Îranê li seranserê welêt belav bûn. Pêkhateyên gelê Îranê yên Azerî, Kurd, Ereb û Belûç beşdarî xwepêşandanan bûn, bi hev re û bi yekdengî li dijî siyaset û kiryarên rejîmê dirûşma Jin, Jiyan, Azadî berz kir.
Roj bi roj qada xwepêşandanan berfirehtir dibe. Jinên Kurd û îranî pêşengiya van xwepêşandanan dikin, her wiha hemû beşên civakê jî beşdar dibin, mamoste, xwendekar, karker û karkerên petrolê yên ku di aboriya wêranbûyî ya Îranê û gelek pîşeyên din de bi roleke girîng radibin. Hemû bi hev re û bi hemû zimanên li Îranê qîr dikin; Jin, Jiyan, Azdaî û Mirin ji bo dîktator ku behsa Elî Xaminey dikin.
Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ya ku sînor derbas kir û derbasî parzemînên cîhanê bû û bi hezaran jinên Rojhilat û Îranê qîr kir û dengê wê li gelek deverên cîhanê hate bihîstin, di dema xwepêşandanên gel de ku şoreşeke jinan a rast afirand, bû xelek û pira ku jinan bi hev ve girê dide û ew kirin yek.
Rewşenbîr, hunermend, jinên bibandor û parêzvanên mafên mirovan li Kurdistan, Tirkiye, Sûriyê û hemû welatên cîhanê yên wekî Almanya, Fransa, Polonya û welatên Amerîkaya Latîn, qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir. Daketin qadan û aciziya xwe ya li hemberî qetilkirina jina ciwan a Kurd, redkirina siyaset û kiryarên rejîma Îranê nîşan dan. Gelek beşdaran porê xwe birî wek peyamek ji bo kesên ku têkoşîna jinan diçewisînin û qirkirina jinan ji bo tesfiyekirina têkoşîna wan a azad ji xwe re dikin rêbaz.
Di van xwepêşandanan de dîmena herî geş ku di nava mirovan de enerjiyê ava dike, ew e ku tevî dûrbûna erdnîgarî û nebûna peywendiya di navbera van jinan de, her wiha cudabûna têgîn, raman, reng, ziman, çand, ol, nasname û welatan, lê wan hevgirtineke mezin û ne ji rêzê bi Jîna Emînî re nîşan da û piştgiriya xwe ya tam ji bo doza wê û şoreşa li ser milê jinan diyar kir û bang kir ku berpirsên wê tawanê werin cezakirin.
Di xwepêşandanan de rengê jinan serwer bû, vê jî ruhê berxwedanê tê de ava kir û îlham daye jinên hemû cîhanê ku têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî makîneya mêtingeriyê, bersiva bêdudilî ye ji binpêkirinên ku di wan xwepêşandanan de li ser wan tên kirin ku rejîma Îranê hewl dide bitepisîne û bi awayên cur bi cur bi dawî bike.
Doza Jîna Emînî û sûcê qetilkirina wê, ne tenê bi awayê lixwekirina serpoşê, serpoşkirina jinan an meseleya cil û bergan an jî xuyabûna tayekî porê wê dema diçe Tehranê ve girêdayî ye, lê belê mesele ew e ku rejîma Îranê, sîstemeke bawerî ya dijminê jinan û têkoşîna wê ye, dijminê rêgezên azadiyê û bingehên demokrasiyê ye. Li herêmê wek a herî zordestiyê li jinan dike, tê dîtin ku wan ji mafên herî bingehîn bê par dihêle û bi awayekî hovane zext û zordariyê li jinan dike. Her wiha ew rejîmeke leşkerî ye ku dijberiya jiyana demokratîk, exlaqî, mirovî û civakî dike. Lewra îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi rûbirûbûna vê rejîmê û rêbazên wê yên tund ku heye ku bi zorê li ser jinan ferz dike. Ev jî ji bo avakirina sîstemeke demokratîk ku hemû pêkhateyên Îranê bihewîne, her wiha ji bo mafên jinan ên azadî, jiyaneke ewle, aramî û rûmetê de û beşdariya wan di hemû warên siyasî, civakî, aborî û çandî de ye.
Jinên Îranê ji dema Şoreşa Îslamî ya Îranê ve di sala 1979’an de, rastî zextên lixwekirina serpoşê (desmal) bi awayekî mecbûrî tên. Gelek ji wan ji dema ku Elî Xaminey hatiye ser desthilatê bi tawanên derew hatine îdamkirin. Bi sedan girtiyên jin hê jî di girtîgehan de ne, rastî kiryarên dermirovî û binpêkirinan tên û di nava şert û mercên giran de ne. Îro jî li dijî hegemonyaya desthilatdariya baviksalar a ku 43 sal e bi polîtîkayên xwe yên paşverû ku bi têgînên kîn û nefreta li hember jinan pêş ketiye û destwerdan li her tiştê jiyana wan kiriye û li ser gelan zilm û zordariyê dike, tê dikoşin. Jîna Emînî yek ji wan jinan e ku ji aliyê vê rejîmê ve hatiye qetilkirin. Lê belê tayekî pora wê bû sembol û ala berxwedanê û sekna li dijî komployên ku li dijî hemû jinan tên meşandin.
Di dîroka Îranê de belkî cara yekem e ku jin ji bo mafên xwe pêşengiya tevgereke bi vî rengî ya protestoyî dikin. Di van rojên dawî de bi dirûşmên ku li meydanan tên berzkirin, cihekî berfireh girtiye. Em dibînin ku êdî armancên civakê ne pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên din ên ku ji mêj ve ji bo çareserkirina wan bang dihatin kirin. Lê belê îro wek tiştekî sereke pêkanîna jiyaneke azad e, ev jî bi pşengtiya jinan e. Ev jin tekez dikin ku pêwîst e ev pergala ku hemû zilm û çewisandin li ser gel daye meşandin, were guhertin. Ev jî bi rêya vê şoreşê ye ku dem hatiye li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe û li welatên din jî bibe nimûne, ji ber ku hemû gelên vê herêmê ji ber qanûnên newekhev, bi taybetî yên li dijî jinan, êşê dikişînin.
Belê, yekitiya jinan û yekkirina refên wan, ji bo rûbirûbûna hemû kiryarên neexlaqî yên ku wan dike hedef û li hember amûra çewisandinê ya ku jinê weke xeleka herî qels dibîne û her ku fersendê dibîne xezeba xwe li ser wan dirijîne, pêwîstî bi hevgirtineke xurt û rasteqîne di hemû astan de heye. Bi taybetî ji ber ku geşedanên îro li Îranê çêdibin hemû jinan eleqedar dike, ev jî hemwextî jiyankirina di cîhaneke ku faşîzm tê de bilind dibe ye, ku ew jî ji ber krîza modernîteya kapîtalîst a li her derê cîhanê ye. Ji ber vê yekê pêwîst e jin ji bo parastina maf û jiyana xwe li qadan bimînin û ji tevgerên ku li dijî azadiya jinê ne û qetlîamên ku di vê demê de li ser jinên cîhanê tên meşandin, sînorekî deynin.
Piştî vê şoreşa mezin a ku dengvedana wê hemû cîhan girtiye, em dibînin ku rejîma Îranê bi daxuyaniyên xwe yên bi rêya medyaya xwe, hewl dide van xwepêşandanan wek karekî xirab û organîzekirina dijminan û wek komployeke li dijî xwe nîşan bide. Lê rihê berxwedanê yê jinan ku di xwepêşandanan de nîşan dan û hevgirtina berfireh a cîhanî bi wan re, îdiayên rejîmê yên ku ti têkiliya wan bi rastiyê re nîn e, pûç kir.
Divê her kes tenê rastiyekê bizane ku serdema rejîmên desthilatdar bi dawî bûye û civak wê bi dînamîkên xwe yên pêkhatî yên bingehîn, bi exlaq û xisletên xwe yên resen ku mirov nikare bi hêsanî dev ji wan berde, bimîne. Bila bi hev re careke din bi yek dengî li hemberî makîneya mêtîngeriyê dirûşma hevpar Jin, Jiyan, Azadî qîr bikin, ku di naveroka xwe de redkirina bingehîn û kûr a siyasetên rejîmê tîne ziman. Bila vê yekê bikin; ji bo ku yek jin li derveyî rêxistinê nemîne û ji bo ku şoreşa Jîna Emînî bibe şoreşa jinên cîhanê, ne tenê li Îranê, her wiha ji bo ku sedsala 21'an bibe sedsala azadiya jinan û ji bo ku dilê hemû jinan vê carê bi ruhê Jîna lê bide ku bandorek mezin li ser raya giştî ya cîhanî hişt û bû dengê jina Kurd a berxwedêr a ku serî netewand û wê netewîne jî, lê belê rêyeke rast a têkoşîna xwe hilbijart.[1]