=KTML_Bold=Di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyê de bazara li ser Kurdan=KTML_End=
=KTML_Underline=Şukru GEDÎK=KTML_End=
Tê zanîn ku polîtîkaya derve ya Tirk bi giştî ketiye nava tengasiyê. Ev demeke dirêj e ew polîtîka ji vîzyonekê bê par.
Xuya ye ji terz û rêza êrişkar û helwestên agresîf encamek dernexistine. Destwerdana di karên navxweyî yên Sûriye, Lîbya û Iraqê bi dawî bûn. Dibe ku negihaştiye wê qonaxê ku tavilê dawî lê bê anîn, lê qet nebe eşkere bûye ku rêya şopandiye feydeyeke xwe ya demdirêj nîn e.
Meseleya Sûriyê girîngiya xwe ya rojane didomîne. Hemleya herî girîng a hilbijartinê ya ji bo Erdogan îhtîmala li dijî Rojava operasyona dagirkiriyê pêk bîne. AKP'ê di hilbijartinên yekemîn de pişta xwe da DYA’yê û xwe wek projeyekê nîşan da û bi ser ket. Ji bo serketina di hilbijartinên krîtîk ên sala 2023'yan de, xuya ye divê pişta xwe bide Rûsyayê.
Eger di çarçoveya siyaseta navxweyî de em li mijarê binihêrin, rêya serketina hilbijartinê ew e ku êrişî Rojava bike û têkiliyên baş bi Rûsyayê re deynin. Ji bo ku aboriyê rehet bike pêdivîya wî bi sermayeya olîgarşiya Rûsyayê heye.
Ji ber şerê Ukraynayê, peydakirina madeyên ku pêdiviya Rûsyayê pê heye bi rêya Tirkiyê û daxwaza Tirkiyê ya ji bo berhemên petrol û berhemên petrolê, li hev dike. Stratejiya hilbijartinê ya xwe dispêre hesabên ku têkiliyên siyasî û aborî yên bi Rûsyayê re geş bikin û li gorî wê stratejî tê meşandin. Têkiliya dualî ya ku hewcedariya wan bi hev gelekî heye, dê di vê serdema tengasiyê ya Tirkiyê de rehetiyê çêke. Jixwe santrala Akkuyuyê ji bo veguhastina sermayeyê bingeheke qanûnî çêdike.
Rûsya berê dewleta Tirk dide Esad. Tevî bandorên vê yekê yên li ser siyaseta navxweyî jî mirov dikare bibêje ev ji Erdogan re destek e. Lê daxwazên Tirkiyê gelekî cuda ne. Daxwazên ku her du welatan gelek in, lê di şert û mercên herî girîng de ditengijin. Şertê ku Tirkiye nikare dest jê berde ev e; dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe, herêmeke ewle ya heta 30 km’yan ava bike û pirsgirêka penaberan çareser bike. Li aliyekî din jî Sûriye daxwaza vekişandina Tirkiyê ji herêmên dagirkirî, vekirina rêya M4 ku ji Laziqiyê ber bi Iraqê ve diçe û kontrolkirina Idlibê û deriyên sînor dike. Di vê derê de dîsa bazarek li ser Kurdan dikeve rojevê.
Di heman demê de Rûsya Tirkiyê neçarî diyaloga bi rejîma Sûriyê re dike, lê bê guman perspektîfeke wê heye ku pirsgirêkên heyî çawa çareser bike. Teqez e ku ew ê nêzîkatiyên ku dilê Erdogan xweş bike, bide qebûlkirin. Di nava vê de destûrdayîna bi awayekî qismî operasyonê li dijî Rojava bike, heye. Yanî ceh dide lê genim distîne û dikarin Rojava xerc bikin. Dikarin li hember mudaxeleyekê bê deng bimînin heta ku bi Îranê re lihevkirinekê pêk bînin. Helbet ev yek çi qasî bi kêrî karê Erdogan bê û di hilbijartinê de çi qasî bi bandor be, dê bi demê re xuya bibe.
Diyaloga ku li Sûriyê hatiye ferzkirin û ji bo nûkirina Lihevkirina Edeneyê helwesta Sûriyê ya li hemberî mijarên têkoşîna hevbeş a li dijî Kurdan cihê meraqê ye. Sûriye ji ber gelek pirsgirêkên ku bi Tirkiyê re hê ne di asta 'têkoşîna hevpar a li dijî Kurdan' de ye. Dan û standinên li ser mijarên mîna hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina destûra bingehîn a di nav de statuya xweser heyî, perwerdeya bi zimanê dayikê, çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha yekitiya Sûriyê, parvekirina çavkaniyên aborî, pirsgirêkên ewlekahiyê û rewşa hebûna leşkerî ya YPG-YPJ-QSD'ê dê dirêj biajon. Gelo Sûriye dê van pirsgirêkan bi axaftina bi Rêveberiya Xweser re çareser bike yan jî bi şer çareser bike? Hê nehatiye wê astê.
Polîtîkaya derve ya Tirk ku hewl da şerê Sûriyê veguherîne berjewendiyê, hilweşiya. Pêwîstiya bi pêvajoya diyalogê ya bi Sûriyê re, dê Tirkiyê mecbûr bike ku destê xwe ji muxalefeta Sûriyê bikişîne ku destekê dide wan. Ji ber ku her tim dê diyalogek neyê kirin û ji bo ku Esad hembêz bike, neçar e ku tiştên ku heta niha gotine û kirine, jê vegere. Jixwe di van mijaran de Erdogan serkeftî ye. Gelek caran li ser sozên xwe yên tûj û tund ranewestiyaye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha diyalogan bi rêveberiya Sûriyê re ku demeke dirêj e lê digere û xwesteka çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, ji bo her du aliyan rêbazên herî maqûl in. Tê zanîn ku Rûsya demeke dirêj e sempatîzanê mafên çandî û daxwazên xweseriyê ye. Daxwaza dewleta Tirk a ji bo afirandina nakokiyeke nû ya bi hedefgirtina Kurdan, êdî bê wate bûye.
Rûsya, Îran û DYA’yê li dijî dagirkeriya leşkerî helwesta xwe nîşan daye. Her çend helwesta wan xurt nebe jî, ya ku xuya dike; naxwazin. Mimkûn e ku bazara li ser Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û ev yek bibe sedema nermbûna helwesta wan.
Bazara li ser Kurdan a di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyê de, ne bazareke bidawîbûyî ye. Divê pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurd di rewşa hişyariya domdar de bimînin, pozîsyona ku bikarin destkeftiyên xwe biparêzin xurttir bikin. Divê li gorî van şert û mercan rewşa wê ya siyasî, leşkerî û rêxistinî di ber çavan re were derbaskirin û li gorî vê jî amadekarî werin kirin.[1]