=KTML_Bold=Fermana 73’an û pêvajoya piştî wê=KTML_End=
=KTML_Underline=Rauf KARAKOÇAN=KTML_End=
Civaka êzidî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an de wek ‘Fermana 73'an’ bi nav kir. Ferman, bûne wekî paşxaneya dîroka êzidiyan û wek dîrokeke devkî ku heta îro nifş bi nifş zindî mane.
Ev civat ku 73 caran ferman lê rakirine, tevî ku wekî Kurdistanê bi xwe jî parçebûyî ne, diyar bi diyar hatine sirgûnkirin, derbeder bûne, êşên giran kişandine lê belê tevî van hemûyan jî hebûna xwe didomînin.
=KTML_Bold=ÊZIDÎ BI XETEREYA TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE=KTML_End=
Serpêhatiyên êzidiyên ku ji komkujiyên Osmaniyan reviyane û ber bi Qafqasyayê ve koçber bûne jî trajediyeke cuda ye.
Êzidiyên ku piraniya wan li Ermenistanê dijîn, kevneşopên xwe yên qedîm diparêzin, lê dîsa jî civakîbûna wan bi xetereya jevbelavbûnê re rû bi rû ye.
Li Bakurê Kurdistanê serjimareke sînordar a êzidiyan (bi qasî 500) heye û ew jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. An hatine qetilkirin an jî koçberkirin. Heke ev yek dewam bike, dê li Bakur jî êzidî neminin.
Êzidiyên li Rojava dijîn jî koçber dibin. Li jîwarên biçûk wek bermahiyan jiyana xew didomînin. Êzidiyên li Efrînê ji ber êrişên çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji herêmên xwe derkevin. Hin ji wan di konan de hewl didin xwe li jiyanê bigirin, hin jî li herêmên cuda belav bûne.
Li Şengalê ku fermana herî xwîndar a dîroka nêz lê rû da, yên ji komkujiyê rizgar bûne, xwe li çiya girtne û têkoşîna jiyanê dimeşînin. Êzidiyên ku li dora Laleşê di bin rêveberiya Kurdan a federal de kom bûne jî bûne qurbaniyên polîtîkayên cihêkariyê û di nava tecrîdê de ne.
Hatine marjînalkirin û ji mafê temsîliyeta siyasî bê par in. Êzidiyên Başîqa û Baziyan jî bi erebî diaxivin û hema bêje bi deverên din re tu têkiliya wan nemaye.
Parçebûna erdnîgarî ya êzidiyan tevî tunebûna rêxistinên wan ên siyasî û aborî, bûye sedem ku bê rêxistin û bê parastin bimînin.
Li gel resenbûna xwe jî birêxistinbûneke wan a xwe dispêre binyada xwe nîn e. Di bin desthilatên siyasî yên serdest de ji asîmîlasyonê re vekirî ne, rastî zextan tên û wek ‘civakeke girtî’ bi tenê tên hiştin.
Mirov dikare bibêje êzidiyên ku hebûna wan hema hema dane jibîrkirin, û tenê wek civakeke olî mane, bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên re ji nişka ve bûne civakek li cîhanê herî zde qala wan tê kirin.
=KTML_Bold=GELÊN CÎHANÊ DEMA KU ÊZIDÎ DIHATIN QIRKIRIN EW NAS KIRIN=KTML_End=
Ma dê çawa bizanin ku êzidî duaya “destpêkê ji 72 miletan te, piştre jî ji me re” wek ferzeke baweriya xwe dikin lê 73 caran hatine qirkirin?
Ma dê çawa bizanin mirov bi saxî di çalan de hatin binaxkirin, jin kirin milk û mal û li bazaran hatin firotin, di qefesan de neft lê kirin û şewitandin…
Tiştên wisa ku mirov şerm dike behsê bike... Êrişên DAIŞ'ê û xiyaneta PDK'ê ya li êzidiyan… Cîhanê bi tenê lê temaşe kir û dîrokê jî ew tomar kir.
=KTML_Bold=HEKE GERÎLA XWE NEGIHANDAYÊ!=KTML_End=
Fermana 73'an derba dawîn û herî giran a li dijî civaka êzidî ye. Ger gerîlayên PKK'ê nehatana hawarê, dema ku li çiyayê Şengalê tî û birçî li benda mirinê bûn û ji çar aliyan ve dor lê hatibû girtin, îro dîrok dê cuda bihata nivîsandin.
Yên ew komkujî rawestand û ji cîhanê re ragihand jî gerîlayên PKK'ê bûn. Ji ber ku yekîneyên gerîla piştî ku peywira xwe ya dîrokî bi cih anî, ji Şengalê vekişiyan lê tovên ramaneke lê nû çandin û ji bo êzidiyan deriyên siberojeke nû vekirin.
Di ser fermanê re 8 sal derbas bûn. Têra xwe kes tune bûn ku birînên wan bikewînin an jî li halê wan bipirsin. Alîkarî ji helîkopteran hat avêtin û mirovahiyê jî lê temaşe kir lê têra xwe piştgirî neda wan. Gelek alîkariyên ji wan re hatin, ketin qaseyên PDK'ê. Feraseta ku ji komkujiyê jî ji xwe re berjewendiyan çêdike, wek berdewama fermanê, êş li êşên wan zêde kirin. Sedema ku ev 8 sal e di konan de dijîn jî ji ber wê komkujî, tunehî û xizaniyê ye ku xiyaneta PDK'ê bûye sedem.
=KTML_Bold=PIŞTÎ FERMANÊ=KTML_End=
Piştî fermanê, hin êzidî li çiyê man, hewl dan berhemên tovên ji aliyê PKK'ê ve hatine çandin, berhev bikin. Hîn bûn ku xwe bispêrin hêza xwe, xwe bi rêxistin bikin. Li ser navê xwe siyaset kirin, li gorî xweseriyê bi rêxistin bûn û bûn xwedî bawerî da ku xwe biparêzin û bûn xwedî îrade.
Di ezmûna xwe ya rêveberiya xweser de gelekî bi pêş ve çûne. Li ser navê xwe xebatên dîplomasiyê meşandin. Bi kurtasî hîn bûn ku têra xwe bikin.
Birînên fermanê jî bi xwe pêçan. Dema ku birînên wan dikewiyan, xiyanet careke din bû bela serê Êzidiyan. PDK’ê û dewleta Tirk bi hev re hesabên nû û planên qirêjî li ser Şengalê çêkirin.
PDK’ê lez da xebatên sîxurî û nokeriyê. Êrişên xwe roj bi roj dijwartir kirin. Rêveberên êzidî kirin hedef, bi dehan mirov qetil kirin. Dixwazin tişta ku DAIŞ'ê nîvco hiştiye, temam bikin. Hikumeta navendî ya Iraqê jî kirin hevpara van êrişan û peymana xiyanetê îmze kirin.
Êriş zêdetir kirin. Lê bê feyde ye! Ne mimkun bû ku berxwedana êzidiyan ku tehma jiyana xweser seh kirine û li ser çarenûsa xwe xwedî gotin û biryar in, were şikandin.
=KTML_Bold=HÊVIYA JIYANEKE NÛ JI HEMÛ GELÊN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ RE=KTML_End=
Êzidiyên ku kesî hesabê wan nedikir, tenê ji bo xwe siberojek xêz nekir, ji bo aloziya li Iraqê û çareseriya pirsgirêkan dibin model. Yên ku daxwazên Derwêşê Evdî bi neteweya demokratîk pêk tînin, dê ji bo Iraqê jî bibin rizgarî. Hêviyên jiyaneke nû ku ji bermahiyên fermanê şîn dibin, ji çiyayê Şengalê ji bo hemû gelên herêmê dibin hêvî.[1]