Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,855
Wêne
  123,950
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,741
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan
Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan
Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 3
Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Femîsîda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êriş, hewldanên têkbirin û qebûlnekirinê li ber çavên cîhanê tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 10 mehên dawîn de li herêmên dagirkirî 9 jin qetil kirin û 46 jin revandin. Balafir û firokeyên dagirkeriya Tirk 9 jinên pêşeng ên li dijî DAIŞ şer kirin, şehîd xistin. Hişmendiya desthilata Şamê û dewleta Tirk a dagirker a li dijî jinan ji hev cuda nîn e. Hikumeta Şamê nasnekirinê, dewleta Tirk jî bi êrişan û çeteyên wê jî bi rêbazên tundiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên dagirkirî û tevahiya Sûriyê femîsîdê dimeşînin.
Di vê beşa dosyaya xwe de em ê cih bidin femîsîda hikumeta Şamê û dewleta Tirk a li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
=KTML_Bold=FERASETA HIKUMETA ŞAMÊ YÊ FEMÎSÎDÊ=KTML_End=
Di qada siyasî, qanûnî, civakî, aborî û ewlehî de maf û azadiya jinan ji aliyê hikumeta Şamê ve tune hesibandin. Hişmendiya hikumeta Şamê ya mêrserwer li ser hemû qadên jiyanê li dijî jinan hatiye serwerkirin. Li herêmên di bin desthilatdariya hikumeta Şamê de jin rastî qetilkirin, îşkence, di temenê biçûk de zewicandin, pirzewac, tecawiz, girtinê tên. Xwekuştina jinan jî her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybet hikumeta Şamê qetilkirina jinan di bin navê “namûsê” de teşwîq dike. Ji bo qetilkirinên ku li ser navê “namûsê” tên kirin, dadweriya Sûriyê ji sedî 80 cezayên kujeran kêm dike. Di gelek qetilkirinên bi navê namûsê” de, dadweriya Sûriyê bi biryarên pêwîstî bi cezakirinê nîn e kujeran serbest berdide.
=KTML_Bold=REWŞA JINÊN GIRTÎ=KTML_End=
Rewşa jiên girtî di zindanên hikumeta Şamê de xeternak e. Di zindanan de her cure binpêkirinên mafên girtiyan pêk tê. Tu heyet ji bo şopandina rewşa girtiyan nikare derbasî zindanan bibe. Her cure îşkence di serî de li ser girtiyên siyasî yên Kurd, li ser hemû girtiyan tê meşandin. Di zindanan de derman, pêdiviyên paqijiyê, hevdîtinên malbatan qedexekirî ne. Sûcên wekî îşkence, gef, tacîz, kuştin, tecawiz tên kirin. Ji ber hovîtiya di zindanan de gelek jinên girtî piştî hatine berdan di aliyê derûnî de nexweş ketine û nexweşiyên giran bi wan re çêbûne. Bi hezaran jin di zindanên hikumeta Şamê de dimînin ku gelek ji wan girtiyan aqûbeta wan ne diyar e.
Di heman demê de hişmendiya Şamê di qada siyasetê de jî pêşî li jinan digire. Ji sedî 11 jin di parlamentoya Sûriyê de cih digirin. Her wiha di hikumeta Şamê de ji sedî 9 jin hene. Ev rewşa hikumeta Şamê di qada navneteweyî de di rejêya siyemîn a kêm de ye. Hewl didin jinan di nava malan de bihêlin ku ji bo pêşîgirtina serhildanên jinan jî hemû derfetên hikumetê di meriyetê de ne.
=KTML_Bold=DIJMINÊN ŞOREŞA JINAN=KTML_End=
Ji destpêka êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk; Cebhet El Nusra, DAIŞ, Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) femîsîd wek êrişên rasterast li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane destpêkirin. Bi taybet ji dagirkirina Cerablusê heya Serêkaniyê û Girê Spî femîsîda dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û herêmên Rêveberiya Xweser bi rêbazên cuda didome. Qetilkirina jinan, tecawiz, revandin, firotin, girtin, îşkence hemû rêbazên ku DAIŞ’ê didan meşandin li herêmên dagirkirî pêk tên. Ev herêmên dagirkirî wekî kirine getto ku kes nikare ji bo belgekirina sûcan bikeviyê.
=KTML_Bold=BÎLANÇOYA QIRKIRINA JINAN=KTML_End=
* Ji sere salê heya Cotmeha 2022`yan, balafirên keşfê yên biçek ên dewleta Tirk a dagirker 9 jinên pêşeng yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd kirin. Her wiha 5 jin jî di encama topbarana dagirkeran de şehîd bûn.
* Li gorî agahiyên me ji Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan-Sûriyê wergirtine, di nava 10 mehên dawîn de li herêmên dagirkrî 9 jin hatin qetilkirin, 25 jin birîndar bûn, 46 jin hatin revandin û gelek bûyerên tecawizê çêbûne.
* Agahiyên me ji Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê wergirtin; ji destpêka salê heya Cotmehê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 20 zarok hatine qetilkirin, 62 zarok birîndar bûne û 20 jî hatine revandin.
* Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 10 mehan; 14 zarok şehîd ketine û 40 jî birîndar bûne. Bi bombebarana dagirkeran 8 zarok şehîd bûn û 14 jî birîndar bûne.
Li dijî şoreşa jinan dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet jî her hewl daye qirkirina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku destkeftiyên jinan têk bibe. Ji 20`ê Mijdarê ve ku dikeve Roja Zarokan a Cîhanê her wiha bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, balafirên keşfê yên biçek û bêçek û çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Di encama êrişan de gelek şehîd û birîndar çêbûne.
=KTML_Bold=DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE WEKHEVÎ=KTML_End=
Li dijî van rêbazên femîsîdê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan ji cîhanê re bûne nimûneyek. Bi destpêkirina şoreşa jinan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê ewlehî, aborî, hiqûqî, artêşbûn, perwerde, siyasî û civakî de jin pêşengiyê dikin. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di hemû qadên jiyanê de jin ji sedî 50 cih digirin. Li hin qadan, wekî perwerdeyê, ev rêje zêdetir bûye. Bi derxistina qanûnên jinan re jî mafên jinan di aliyê hiqûqî de parastî ne.
Der barê femîsîda hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa me re axivî.
Foza Yûsif diyar kir ku têkoşîna jinan li dijî tundiyê di 25`ê Mijdarê de sembolîze bûye lê belê her roj jin bi qirkirinê re rû bi rû dimînin û got: “Li dijî wê jî her roj jin di nava têkoşîn û serhildanê de ne. Bi vê rojê re jin dikarin bi hemleyeke nû bi rêbazên xurttir têkoşînê bilind bikin. Têkoşîna ew qasî girîng û pêwîst mirov nikare di rojekê de sînordar bike. Divê em hemû rojan bikin 25`ê Mijdarê. Ji ber ku di şexsê jinan de azadiya tevahî mirovahiyê di xetereyê de ye.”
=KTML_Bold=‘DI ŞOREŞA ROJAVA DE MANÎFESTOYA JINAN BI PÊŞ KET’=KTML_End=
“Jin di nava serhildanê de ne û vê serhildanê li herêmên me dest pê kir.” Bi van gotinan Foza Yûsif bal kişand ser şoreşa jinan a Rojava û got: “Li dijî hemû hewldanên têkbirina şoreşê li herêmên me ronesansa jinan bi pêş dikeve. Ev rê li pêşiya ronesansa civakî ya bihêz vedike. Li herêmên me manîfestoya jinan bi pêş ket. Lewma jî naxwazin ev manîfesto li her berê belav bibe. Ji bo ev şoreş mayînde nebe, dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef. Di şexsê her jinekê de dixwaze parçeyekî têkoşîna azadiya jinan tesfiye bike. Li dijî vê deng û serhildanên jinan wekî giloka berfê roj bi roj mezin û bi hêz dibe.”
=KTML_Bold=‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TOLÊ JI SÎSTEMA JINAN HILDIDIN’=KTML_End=
Foza Yûsif îşaret bi herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de kir û got bi femîsîda li wan herêman dixwazin tolê hildin. Foza Yûsif wiha dewam kir: “Tevahî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, qirkirina jinan, pêkhateyan, ekolojî û çandê pêk tê. Li herêmên dagirkirî tolê ji sîstema jinan radikin. Li Efrînê bingeha sîstema jinan dihat avakirin. Ji ber wê jî li ser nirxên jinan ên li wir hatibûn avakirin, êriş pêk hatin. Li van herêmên dagirkirî sîstema DAIŞ’ê heye. Divê jin beriya her kesî li dijî dagirkeriyê bin. Dagirkerî herî zêde azadiya jinan dikin hedef. Tundiya dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî divê li her derê bê teşhîrkirin.”
=KTML_Bold=‘HEBÛNA JINAN DI DESTÛRA SÛRIYÊ DE SEMBOLÎK E’=KTML_End=
Der barê nêzîkatiyên hikumeta Şamê de jî Foza Yûsif diyar kir ku destûra hikumeta Şamê mafên jinan mîsoger nake û got: “Li Sûriye zagonên heyî ji jinan re ne demokratîk û azadîxwaz in. Ger cihekî demokrasî nebe azadiya jin jî lê nebe. Hebûna jin di mekazagonên Sûriye û hikumeta Şamê de sembolîk e. Lewma jî jin li herêmên Sûriye bi tundiyê re rûbirû dimînin. Bêaramî, krîza aborî ya li Sûriye jinan rê encamên giran tîne. Cihên di bin serweriya hikumeta Şamê de jin rêjeyeke gelekî kêm cih digre. Ji ber wê jî divê Destûra Sûriye a nû de mafê jinan tê de bê mîsoger kirin. Hikumeta Şamê di mekazagona Sûriye ya pêşerojê de ev tecrûbeya li herêmên me de derketiye holê, hevpeymana civakî bicihkirina mafê jin, divê sûd werbigre. Ev pêşketinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê bû ye ji hemû jinên Sûriye re mînak e. Destûra heyî ya hikumeta Şamê maf û azadiya jinan mîsoger nake. Çawa ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn bi pêş ket, divê em vê li hemû Sûriyê xurt bikin.”
=KTML_Bold=‘DIVÊ HER KES LI ŞOREŞA JINAN XWEDÎ’=KTML_End=
“Ev serdema jin û bindestan bi şoreşa jinan dikeve qonaxeke nû.” Bi van gotinan Foza Yûsif destnîşan kir ku divê her kes xwedî li tecrubeya şoreşa Rojava derkeve û got: “Li dijî sîstemeke gelekî hov, em têkoşînê dimeşînin. Lewma jî têkoşîn ne hesan e, berdelên wê jî mezin in. Divê em ji berdêlan netirsin. Deqeyeke azadiyê binirxtir e ji salên koledariyê. Careke din bi vê serhildana jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar dibe ku şoreşa jinan ji guhertin û veguhertina civakan re pêdîviyeke jiyanî ye. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê re tecrubeyek derket holê ku ji tevahî jinan re bû bingeh. Divê her jinek ji vê kaniya şoreşa jinan a Rojava vexwe.”
=KTML_Bold=‘DIXWAZIN KOMPLOYEKE QIRÊJÎ ÇÊKIN’=KTML_End=
Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên dawîn jî Foza Yûsif got: “Dewleta Tirk bi hincetên cuda dixwaze careke din deverên me dagir bike. Bi taybet bi teqîna li Stenbolê dixwaze komployeke gelekî qirêjî plan bike. Tu armancên me yên şerkirinê tune ye lê belê dema êrişek li ser me pêk hat, divê em xwe biparêzin. Divê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di her alî de perwerde bikin. Di her warî de divê jin xwe bi çek bikin. Em nikarin parastina xwe bi mêr û dewletan ve girê bidin. Her kes divê xwe li ber parastinê berpirsyar bibîne. Rojane divê em li ser sîstema xwe ya xweparastinê bisekinin. Jinên şervan, şerker, xwedan parastin divê em birêxistin bikin. Derveyî wê, mîsogeriya azadiyê zehmet e. Dirûşma me ev e; `bê parastin azadî mayînde nabe.` Ger em vê esas bigirin em ê xwe ji vê qirkirinê biparêzin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,359 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-12-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,359 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!