Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,699
Wêne
  123,349
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,660
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Geliyê Şehîdan ê Barê; cihê parastin û berxwedanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Îskan Ehmed
Îskan Ehmed
=KTML_Bold=Geliyê Şehîdan ê Barê; cihê parastin û berxwedanê=KTML_End=

Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê, li kêleka komkujiyan cihên pîroz ên êzidiyan jî kirin hedef û teqandin. Lê bi berxwedana gerîla û şervanan, tola komkujiya DAIŞ’ê hate hilandin.
Êzidî xwedî bîr û baweriyeke kevnar in lê bi berdewamî rastî ferman û êrişan hatine. Di hemû êrişan de çanda kevnar a êzidiyan hatiye hedegirtin û xwestiye ola wan nemîne. Li kêleka qetilkirin, revandin û îşkenceyê, cihên dîrokî û pîroziyên êzidiyan jî hatine hedefgirtin.
Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de jî, hovîtiya li hemberî pîroziyên êzidiyan dubare bû. Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de bi giştî 68 cihên pîroz ê êzidiyan ji aliyê çeteyan ve hatin rûxandin. Ji ber ku qubeyên êzidiyan li quntara çiyayê Şengalê bûn, li derdora hemû qubeyan, êzidî li hev kom dibûn û xwestin cihên xwe yên pîroz biparêzin. Êzidiyan bi piştgiriya gerîlayên PKK’ê karîbû çiyayê Şengalê li gel cihên pîroz biparêzin. Lê ji ber ku hin ji wan cihên pîroz li herêmên stratejîk bûn, çeteyan bi hêzeke mezin xwe gihandê û teqandin. Ji van qubeyan yek jî ya Siwarê Gêdûkê ye ku dikeve raserî gundê Barê ku hate teqandin.
=KTML_Bold=BERXWEDANA GELIYÊ ŞÎLO Û QUBA SIWARÊ GÊDÛKÊ=KTML_End=
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Şengal xist bin kontrola xwe, piştî wê dest bi teqandina cihên pîroz û dîrokî kir. Bi heman armancê berê xwe didin Geliyê Şîlo û derbasî gundê Barê dibin. Êzidî û bi taybetî eşîra Simoqiyan, li gel hejmareke kêm a gerîlayên PKK’ê mewziyên xwe li hemberî çeteyan çêdikin û parastina herêmê dikin. Du caran çeteyên DAIŞ’ê dixwazin xwe bigihînin qubê, lê ji ber berxwedana li vir tê kirin, çete bi paş de vedigerin.
Li ser berxwedana li Barê, welatiyê bi navê Îskan Elî ku bi xwe demekê li Barê maye, dibêje: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş kir, me bawer nedikir ku ji her kesî zêdetir li ser gelê êzidî fermana giran rakin. Ji ber ku beriya hatina DAIŞ’ê, dihate gotin ku çete tenê li pey artêşê û hikumetê digerin. Beşeke gel bi van gotinan bawer kir. Lê dema DAIŞ’ê êriş kir, ji bilî kuştinê cihên me yên dîrokî û pîroz jî kirin hedef û teqandin. Li Barê eşîra Simoqiyan herî zêde kom bûn û ji bo ku xwe ji çeteyan biparêzin, li wir bi cih bûn. Ji ber ku ev der cihekî stratejîk e; 3 rêyên sereke ji aliyê başûr, bakur û rojava ve derbasî Barê dibin. Parastina Barê zehmet bû. Gelek caran çeteyan êriş dikir, lê êrişa wan dihate şikandin.”
=KTML_Bold=‘ARMANC TUNEKIRINA DÎROKA ÊZIDIYAN BÛ’=KTML_End=
Piştî fermanê bi demeke kurt, êdî çeteyên DAIŞ’ê bi hêzeke mezin dikevin Barê û xwe digihînin Quba Siwarê Gêdûkê û diteqînin.
Îskan Elî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê gelek komkujî pêk anîn û hedefa wan ne tenê qirkirina êzidiyan bû. Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek pîroziyên me kirin hedef û dema digihaştin cihên me yên pîroz, yekser diteqandin. Em dizanin ku ne tenê DAIŞ’ê ev yek dikir, hevkarên wan yên derdora me jî hebûn û ji wan re dibûn alîkar. Gelek kes hebûn, bi dehan caran serdana van mezargehên me kiribûn û nan û ava me xwarin û vexwarin, lê dema çeteyan êriş kir, ew jî bûn hevkarên çeteyan û gelek tehde li me kirin.”
=KTML_Bold=TEVGERA TOLHILDANÊ Û ‘GELIYÊ ŞEHÎDAN’=KTML_End=
Piştî teqandina qubê, li dijî çeteyan hêzên HPG, YJA Star û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), operasyona rizgarkirinê didin destpêkirin û di operasyona 13'ê Mijdara 2014’an de, herêma Barê ya ji 3 gundan pêk tê û girên wê ji çeteyan hatin paqijkirin. Ev derbe jî, ji bo tolhildana teqandina Quba Siwarê Gêdûkê bû. Piştî rizgarkirinê di sala 2019’an de, qube ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve ji nû ve hate çêkirin.
Îskan Elî bi van gotinan balê dikişîne ser berxwedana gerîla û êzidiyan a li hemberî çeteyan: “Piştî ku PKK’ê xwe gihand Barê, berxwedan bi pêş ket û ewlehiya herêmê pêk hat. Di demeke kurt de, Barê ji çeteyan hate paqijkirin. Lê heya ku ev der hatin paqijkirin, gelek kes şehîd ketin û wan şehîdan axa me ji çeteyan re nehişt.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema rizgarkirina gundê Barê de, gelek şervan û gerîla şehîd ketin. Ji ber dilsoziya gelê herêmê ji van şehîdan re, navê ‘Geliyê Barê’ hate guhartin û bû ‘Geliyê Şehîdan’.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,625 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
Gotarên Girêdayî: 24
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-08-2022 (3 Sal)
Bajêr: Şingal
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,625 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.36 çirke!