=KTML_Bold=Baweriyên gelêrî li Rojava
Bi mînakên herêma kobaniyê=KTML_End=
=KTML_Underline=Emel Me'mo=KTML_End=
Beşê yekemîn
Destpêk
Di folklora kurdî de baweriyên gelêrî cihekî girîng girtine, çunkî ev bîr û bawerî xwe digihînin demên kevin ku meriv nizane kengî û çawa derketine?.
Baweriyên gelêrî ew ramanên ku civak pê bawer dike, anku ew tiştên ku têkiliya xwe bi cîhana derveyîn re û ya ku ji derûniya civakê dertê, heye. Lewre bi vî awayî dibe adetên domdar di wê civakê de.
Bîr û bawerî li gorî civak, gund û bajar awayên wan tên guhertin. Ku sedema hebûna wan jî vedigere gelek aliyan wek aliyê dînî olî, tenduristî û ji bo cezakirin an jî ji bo dûrxistina xerabiyan.
Ev yek jî ji me re diyar dike ku ev bawerî ne ji valahiyekê hatine bicihkirin di her civakekê de, lewre meriv dikare bibêje ku her yek ji wan armancine wê hene. Ku bi wan civak tê sînorkirin ji ber ku wek zagonekê tê hesibandin û ew dihêle ku hemû endamên wê civakê bi hev re bijîn.
Sînorên lêkolînê:
Helbet ji bo ku mirov tesnîfeke baş bide baweriyên ku her civakek pê bawer dike, divê keresteyên gelek herêman berçav bigire.
Ji ber vê jî me xwest li gorî armancên cuda baweriyên gelêrî yên di folklora Rojavayê de, nemaze bi mînakên herêma Kobaniyê kom û analîz bikin.
Armanca lêkolînê:
Lêkolînên girêdayî folklora kurdan gelekî girîng in. çimkî ta niha di qadên folklorê de kêm xebat tên dîtin bi taybetî li Rojavayê kurdistanê. Ji ber vê jî me xwest bi saya xebateke bi vî rengî ku ew jî girêdayî baweriyên gelêrî yên civaka kurd li rojava derxin pêş perdeyê da ku em sedema bikaranîn û jixweregirtina wan wek pergal ji aliyê civakê ve, nas bikin û bibînin ka heta çi radeyê kurd baweriyên xwe pê dikin?
Folklor çi ye?
Bê guman folklor tarîxa milet ya nenivîsandî ye, raborî û xêr û şerê wî gelî di hemî qonaxên jiyana wî de destnîşan dike. Lewre folklor ziman e, nasname ye, dîrok e, neynik e, hebûn e, çand e, gel û welat bi xwe ye.
Folklor kelepûr e, ango; Her tiştê ku ji cem mirovekî bi devkî derbasî cem mirovekî din dibe û ew mirov jî dîsan wê derbasî cem kesekî dîtir dike.
Wîlyam Tomas nivisiye: Folklor komeleyek ji baweriyan, efsanan, stranên gelêrî, pend û şîretan ne, lê ew folklorê parvey du beşên bingehîn dike:
1-Teşeya şînberî(Madî): Mîna alavên sazê, kincên gelêrî, wêneyên li ser qimêş, xweliyan û peykeran.
2-Teşeya nemadî(Ne şînber): Mîna çîrokên gel, efsane, stranên gel, şêweyên cureyên lîstikan û semayan, gotinên pêşiyan, biwêj, pêkenok û hwd.
Mirov dikare bibêje ku folklor mîrata gel e, ku ji destpêka jiyana gel heta roja me ya îroj wek gencîneyekê maye, ji bo ku dah û nerîtên wî gelî bi me bide naskirin.
Rojava û bajarên girêdayî wê
Rojavayê Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e, di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Mirov dikare bibêje ku Rojava ji Çiyayên Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayên kurmênc tê. Lewre gelek bajar û bajarokên vî parçeyî hene ji wan: Amûdê, Cerablus, Cindirês, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Êndîwar, Ezaz, Girê Spî, Heseke û Kobaniyê, ku zêdetir em ê di vê lêkolîna xwe bi mînakên vê herêmê zengîn bikin, ji ber vê jî divê em kobaniyê jî nas bikin,
Kobanî li rojavayê Kurdistanê û li hember bajarê Sirûcê ye. Bajarê Kobaniyê nêzî 160 km bakurî rojhilatê Helebê ye û li rojhilatê çemê Firatê cih digire (di navbera wê û çemê Firatê de 30 km heye). Piranî şêniyên Kobaniyê li ser çandiniyê dijîn. Lê di van salên dawiyê de li wir pîşesazî jî bi pêş ket.
Şêniyên Kobaniyê û gundên wê, bi tevahî kurd in. Ji bilî hin pêkhateyên ereb yên ku piştî şerê Sûriyê berê xwe dane wir û li wir niştecih bûn. Em dikarin bibêjin ku berê jî hin malbatên eremen lê hebûn, lê hêdî hêdî ji wir ber bi Helebê ve çûn.
Li bakurî Kobaniyê herêma Urafayê ye, li başûr bajarokê Sirînê û li başûrê rojhilatê wê bajarê Reqayê ye. Li aliyê rojhilat, bajarokê herî nêzîk Girê Spî ye. Gundên li aliyê rojhilat heta gundê Tilêcbê weke gundên Deşta Pirsûsê tên naskirin. Li başûrê bajêr jî Girê Miştenûr heye.
Baweriyên gelêrî:
Baweriyên gelêrî ew ramanên ku gel di derbarê cîhana derveyîn û cîhana serxwezayê de bi wan bawer dike. Ji hestên mirovên di civakê de derdikevin. Em dikarin bibêjin ku her miletekî baweriyên xwe cuda ne.
Bweriyên gelêrî, ew ramanên ku di nav gelekî an civakekê de hatiye belavkirin ji berê ve bi mebesta ku wek zagonekê be an jî ramenekê be ji bo ku ew civak li ser bimeşe û baweriyên xwe pê bike. Helbet baweriyên gelêrî yên civakekê girêdayî wê civakê ne, ku mirov dikare bibêje ev bîr û bawerî ne ji valahiyekê ye ji ber ku her yek ji wan baweriyan ji ber sedemine cuda cuda derketine. Dibe ku ew sedem tendûristî bin an sedemên durxistina belayan an jî ji ber sedemên olî hatine bikaranîn û di nav gel de hîn zindî mane. Bi awayekî dîtir mirov dikare bibêje ku baweriyên gelêrî xwe digihînin demên dêrîn, ev bawerî li hember dinyayê, carinan bûne star, carinan wan li ber qeza û belayan girtiye, carinan bûne derman, carinan bi xêra wan civak bi ser hev sekiniye û pergala mirovan bi ser hev de hatiye. Baweriyên gelêrî, gelek caran bûne parçeyên pergala civakê jî.
Ku wisa be em dikarin taybetmendiyên baweriyên gelêrî wiha rêz bikin:
-Gelekî kevin in, kes nizane ji kengî ve di nav gel de belav bûye.
-Xeyal rolekê tê de dilîze.
-Ji nifşekî derbasî nifşekî dibe.
-Baweriyên her gelekî cuda ye, hin bawerî jî di nav hin gelan de hevbeş in.
-Li gorî hewcedariyê an jî li gorî pêşketina mirov, lewre em dikarin bibêjin ku hin bawerî hebûn di demên berê de di nav gel de berbelav bûn, lê bi domana demê re û bi pêşketina dinyayê re ew bawerî êdî winda bûn û em niha wan nabînin.
Mijarên baweriyên gelêrî:
Li ser nezerê, riwek, zarokan, nivişt, mirî, goristan
Tirs, girî, aramî, nexweşî, baran û gelek mijarên din yên ku mirov baweriya xwe pê dikin û pê bandor dibin. [1]