Navê pirtûkê: KAKIL
Navê nivîskar: #DILAWER ZERAQ#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2015
Kakil, yekem pirtûka çîrokan a Dilawer Zeraq e. Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, rengên cuda cuda ên jiyanê di çîrokên xwe de dide der. Ew carinan diçe cem zarokekî ku barê mezinan lê hatiye kirin, carinan diçe cem dayikekê ku giraniya “çûna” keça wê, kurê wê li dilê wê bar bûye, carina diçe cem zilamekî ku barê bavbûn û zilambûnê lê bar bûye; û carinan jî me bi xwe re dibe di navenda bajarê Amedê de digel şêxê Pîranê û dîroka Kurdan a têr karesat dihêle…[1]