=KTML_Bold=Kilam û stran ya jî gotina bi huner=KTML_End=
İkram Oguz
Gotina bi hest û helwesta bê huner axaftin, ya bi huner jî kilam û stran e.
Heman gotina ku di axaftinê da bi sivikatîya xwe cîh digre, di kilam û stranê da bi deng û hunera dengbêj va dikemile, giran û mezin dibe…
Jiber ku dengbêj bi peyvan ra dilîze, bi hest û helwesta xwe, bi deng û hunera xwe rih û can dide peyvan û wan dixemilîne…
Weke mînak, strana “Ez Xeyîdîm” û Stranbêjîya Dengbêj Heqê…
Stran bi gotina, “Lawko dîno ez xeyîdîm, te ra xeber nadim…” va, bi gilû gazin dest pê dike û bi pesnên bê hempa didome.
Ev gotina destpêkê, ji devê keçikeke xama derbikeve, weke gilî û gazineke ji rêzê û gotineke di navbera du kesan da derbasûye, tê hesibandin û tesîrek li merîya nake.
Lê gava ku ev gotin ji devê Dengbêj Heqê derbikeve, bi bihîstina gotinê ra mirov di nav xemla gotinê da xwe dibîne, dibe evîndara/ê bê nav a di kilamê da û gilî û gazinan ji evîndara/ê dilê xwe dike.
Ev çend roj e, ez li Dengbêj Heqê guhdarî dikim.
Li ser YouTube nave wî dinivîsim û kilamên ku wî strane, li pey hev rêz dibin.
Ji alîkî va bi karê xwe yê rojane ra mijûl dibim, ji alîyek din va jî li dengê Heqê, dengê wî yê efsûnkirî guhdarî dikim.
Kilamek diqede û yeka din dest pê dike.
Lê kîngê strana wî ya ku ez herî zêde jê hez dikim û ji guhdarîkirina wê têr nabim, “Ez xeyîdîm”, dest pê bike û biqede, careke din vedigerînim serî û weke dubare lê guhdarî dikim.
Jiber ku Dengbêj Heqê di nav vê stranê da dijî û bi dengê xwe yê efsûnkirî va guhdarvanê xwe jî dike hevparê xwe û di nav kilamê da bi xwe ra digerîne…
Bi dengê xwe yê bilind û bi tewna xwe ya taybet, bi peyvan ra dilîze, rih û can dide peyvan û wan bi hev ra direqisîne, bi hest û helwesta xwe di stranê da dijî û stranê jîndar dike.
Weke evîndara bê nav, bi gilî û gazin ji evîndarê dilê xwe dixeyîde…
Dûra vedigere, pesnê çav û birî, bejn û bal, simêla reş û palik a evîndarê dilê xwe dide û ji derî û cînarên xwe ra jî evîna xwe ya bê pîvan tîne ziman.
Herwiha ev kilam ji alî gelek dengbêjan va hatîye stran, lêbelê kesê ku mîna Heqê ji kûrahîya dil va stra be, nîne.
Min ev kilam ji dengbêjên mîna Salihê Qubînî, Zahiro, Mihemedê Xato û Zekîyê Hecîbeyremê jî guhdarî kir. Ew jî gor deng û sewta xwe û bi hinek gotinên cuda vê kilamê distirên. Lêbelê tahma ku mirov ji strandina Dengbêj Heqê digre, ji wan nagre.
Bê guman ev yek nayê wê wateyê, ku dengbêjîya wan ji ya Heqê kêmtir e. Her dengbêj bi hunera xwe, bi deng û sewta xwe, xwedî taybetmendîyek cuda ye.
Lê hinek kilam hene, ku tenê bi deng û sewta dengbêjek va dixemilin û bi guhdarîkirinê va jî guhdarvan mest dikin.
Kilma „Ez xeyîdim“ ya Heqê nîne û ji alî ki/ê va hatîye çêkirin, nayê zanîn. Lêbele kî/ê ku çêkiribe, mirov dibêje qey wî ev kilam ji bo ku tenê Dengbêj Heqê bistirê, çêkirîye û dîyarî wî kirîye.
Taybetmendîya dengbêjîyê yek jî ev e, ku divê di navbera gotinên kilamê û dengê dengbêj da ahengek hebe, deng û gotin li hev bixemile, kilam bi naveroka xwe va jîndar bibe û li ber çavê guhdarvan jî biteyîse…
Mirov dema ku baş guh bide dengbêjan di her kilamê da nebe jî, vê taybetmendîyê di hemû dengbêjan da dibîne.
Wek mînak, çawa ku tu dengbêjek qasî Heqê nikaribe kilama „Ez Xeyîdîm“ bistirê û di kilamê da bijî, tu dengbêjek jî nikare qasî Şakiro kilama „Seraya Mamed Axa“, qasî Tahiro jî nikare kilama „Perîxana Mihê“ xweş û di cîh da bistirê…
Loma hinek dengbêj qasî deng û hunera xwe, carcaran tenê bi kilameka ku strane va tên naskirin, ku ew kilam ya wan nebe û ji alî wan va nehatibe çêkirinê jî…
Çawa ku navê Fatma Îsayê bi kilama „Miho“ va girêdayî be, gor min navê Dengbêj Heqê jî bi kilama „Ez xeyîdim“ ra girêdayî ye.
Beyî kilama „Ez xeyîdîm“ asta dengbêjîya Heqê kêm dimîne.
Beyî dengê Heqê jî kilama „Ez xeyîdim“ jîndar nabe û guhdarvan jî xwe di nav kilamê da nabîne.
Ger ku dixwazin, hûn jî vê kilamê ji Dengbêj Heqê guhdarî bikin û bi dengê Heqê ra bikevin nav kilamê û li xeml û reqsa peyvan temaşe bikin, lînk û gotinên kilamê li jêr e:
https://www.youtube.com/watch?v=Be03kyqi3xs&list=RDMMBe03kyqi3xs&start_radio=1
Ez Xeyîdîm
Lawko dîno ez xeyîdîm te ra xeber nadim, hay lo dilo hay li min ê
Malxirabo min ê heyrana çav û birîyên reş û beleg, bejna bilind
Simêla reş a palik bikî, inyayê bêbext nebû hay lo dilo, hay li min ê mala min ê
Malxirabo çend hev xirabîyê te hebin hezarhefsed xortê mala bavê min hebin
dîsa ez pê nadim sev xatirê birawo lê kewna jinê hay lo dilo ax ay
Eger derî û cînar min ra bê kesî lawo gede lawikê te mirî ye, ez ê bêjim
Ez ê eşîra mala bavê xwe tev qurbankim sev xatirê birawo xwe kevna jinê wî û wî…
Lawko dîno min ji te ra negot were mala bavê min rebênê kuro lê taşûjinê hay lo dilo hay li min ê
Malmîrato sawke gava tu di hundar derdikevî, îjar herdu jinê te bi hev ra kuro lê şik nedinê hay lo dilo, hay li min ê
Malmîrato hela rabe bişîne xwezgînîyê min gulîbirê, dê û bavê min da xwe da,
Wele gava neda ez ê bi te ra bikim, kar û bi karê kuro lê revandinê hay lo dilo, hay li min ê
Eger der û cînar û malî ji min ra bêjin qîzê lawo ne gede lawkê te heb ye du hev jinê wî hene,
Ez ê bêjim bila çarê din jî hebin, min dilketîyê hawax birawo lê çaxê xwe ra
Eman eman eman eman eman min xêr nedî birawo xwe vî dilî…
Lawko dîno were mala bavê min bi sêr bike, li odek lo misafira hay lo dilo, hay li min ê…
Malmîrato netirse birakê min tucar e, wele niha xwe ra çûye kuro lê nav kavira hay lo dilo, hay li min ê
Herçî kesê orta dilê min da xeber bide, belkî xwe ra here ser dînê kafira hay lo dilo, hay li min ê…
Eger der û cînar û malî ji min ra bêjin qîze lawo ne gede lawikê te hebûye,
Ez ê bêmê, wele min dilketîyê hax birawo lê çaxê xwe ra
Ean eman eman eman eman birawo min vî dilî qet xêr nedî…[1]