=KTML_Bold=Berawirdeka Dengnasî di Navbera Kurmancîya Xorasanê û Kurmancîya Bakurî da=KTML_End=
Mehdi JAFARZADEH
Kurte
Ev xebat dixwaze kurmancîya Xorasanê, bi kurmancîya standard ya bakurî ve bide ber hev û analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmancîya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana Bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kesî zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk wekî kurd, tat, faris, tirk, lor, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piranîya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Pirrengîya etnîkî di herêmê da hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide bê ka guherînên dengnasîyê bi çi rengî di kurmancîya Xorasanê da pêk hatine.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493922&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Berawirdeka Dengnasî di Navbera Kurmancîya Xorasanê û Kurmancîya Bakurî da=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,416 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!