Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî”
Mikail BÜLBÜL - Mustafa ÖZTÜRK
Kurte
Armanca vê gotarê nirxandina berhema
Mela Mehmûdê BazîdîyîMela Mehmûdê Bazîdîyî “Kêşana Lêkerên Kurdî” ye ku di sala 1886an da ji bo hînkirina kêşana lêkerên kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhema Bazîdîyî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Berhem bi giranî li ser morfolojîya kêşana lêkeran e û zêdetirî bîst lêkerên kurdîya kurmancî wekî mînak pêşkêş kirine. Wî lêker li gor cihnavkên kesane û li gor demên borî, niha û dahatîyê û neyînîya van deman û dîsa li gor raweyên fermanî, aktîf û pasîf û hwd kêşane. Herçend piranîyê berhemê ji kêşana lêkeran pêk dihê jî, beşek biçûk ji vê xebatê li ser sentaksa kurmancîyê ye û behsa hêmanên hevokê û hevokên curbicur dike. Di vê gotarê da em hem li ser zimanê ku Bazîdîyî ev berhem pê nivîsîye hem jî mijarên ku di vê berhemê da cih girtine sekinîne û nirxandina wan mijaran kirîye.
[1]
Ji bo xwendinê bikirtînin Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî” Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,689 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!