$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Ahmed Îlhan
Nasnav: Bawer Zaza
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Safiye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 05-05-2023 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bawer li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi wêrekî, lehengî û nirxên welatparêziyê mezin bû, li gorî vê yekê jî bû xwedî karakter. Ev taybetmendiyên ku di kesayetiya wî de hebûn û nasnameya xwe li metropolên Tirkiyeyê parast, ku ji ber hin sedeman çûbû. Hîn di ciwantiyê de bi berpirsyarî rabû, tevkarî li debara malbata xwe kir. Qirêjiya sîstemê, zext û komkujiya li ser gelê me bala hevrêyê me Bawer kişand. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li dijî vê têbikoşe û kete nava lêgerînê. Hevrêyê me Bawer ku bêçareserî nedima, li hemberî her pirsgirêkê çare didît, bi derfetên xwe tevgera me nas kir. Weke ciwanekî bi hişmendiya welatparêziyê bi berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê xwe hesiya. Hevrêyê me Bawer ji bo xwe qebûl nekir ku di nava sîstemê de bêyî şert û mercên jiyaneke azad, bêyî armancekê bijî. Bêparhiştina gelê me yê bindest ji jiyana bi çand, ziman û nasnameya xwe mîna ku bandoreke giran li her ciwanekî Kurd dike, bandoreke mezin li hevrêyê me Bawer jî kir. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dagirker li hemberî gelê me dimeşînin, bi hevrêyê me Bawer re bû sedema kîneke mezin. Naskirina tevgera me û mezinahiya têkoşîna tê meşandin, hevrêyê me Bawer qanih kir û gihîşt wê encamê ku divê tevlî nava refên PKK'ê bibe. Li ber vê rastiyê ji bo têkoşîneke çalak bike, polîtîkayên şerê taybet û qirkirinê pûç bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Bawer ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi perwerdeyê kir, jiyaneke azad û bi wate tehm kir. Bi perwerdeyê re bandora sîstemê û polîtîkayên şerê taybet a li ser kesayetiya xwe dît. Xwe li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo nas kir û hîn bû ku bi vî rengî dikare bandora sîstemê ji ser xwe biavêje. Di kesayetiya xwe de têkoşîneke bêeman meşand û xwest bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo. Bi taybetmendiyên milîtaniyê di demeke kurt de bi jiyana pîroz a gerîla re bû yek, li gel zor û zehmetiyan jî ji fikrê azadiyê, ji biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê paşve gav neavêt, bi nirx û berdêlên şehîdan re dilsoz ma. Di sala 2020'î de beriya biçe Zagrosan piştî Zapê li eyaleta Avaşînê paratîk kir. Di nava şert û mercên giran ên corafyayê de xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayekî şareza. Di van salan de ku li Zagrosê ma, li hemberî êrîşên dijmin bi rengekî çalak tevlî bû. Bi wêrekî û fedakariya xwe, bû yek ji kadroyên pêşeng ên tîmên bi tevger û çalakiyan. Hevrêyê me Bawer di sala 2022'an de li dijî êrîşên bêeman ên dijmin, li gel şert û mercên zehmet û bêderfetiyan jî di berxwedanê de israr kir, timî xwest derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me Bawer ku di berxwedanê de ked û hewldana wî girîng bû, di êrîşên dijmin ên 5'ê Gulanê de yên li quntarên Werxelê tevî 2 hevrêyên xwe şehîd bû.
[1]