=KTML_Bold=Guherbarîya Hewa Gulanê û Kurd=KTML_End=
İkram Oguz
Hewa bajarê me duh dîsa guherbar bû.
Di nav 15 xulekan da carê dihat guhartin.
Ewrên reş bela dibûn, ro derdiket û erd û ezman ronî dibû.
Tîrêja royê dida erdê û hulm ji erdê radibû.
Bi şewqa xebatê ra ez derketibûm derva.
Di destê min da merr, ji bo çandina hinek tiştan di baxçe da dixebitîm.
Hê germ nedibûm, hewa duguhurî…
Li ezmanên çîksayî ewrên reş li hev kom dibûn, ro li paş ewran dima, erd û ezman tarî dibû.
Dûra baranek bihêz dest pê dikir û dibarî.
Min merr li erdê dixist û bi lez û bez xwe diavêt hundur.
Çend xulek derbas dibû, hêza baranê kêm, ewr jî belav dibûn û baran disekinî…
Ro derdiket pêş û dinya careke din dîsa ronî dibû.
Bi sekinandina baranê ra, ez dîsa derketibûm derva û min li erdê şil û li merra xwe ya di erdê da çikkirî mêze dikir.
Cînarekî me yê Alman jî wek min, derketibû derva, di nav baxçeyê xwe da digerîya û bi matmayî li derdora xwe dinihêrî.
Guherbarîya hewayê şewqa wî jî revandibû.
Ger li erdê şil û ger li ezmanên çîksayî mêze dikir û di ber xwe da dikir pistepist.
Li min vegerîya, di derbarê guherbarîya hewa meha Gulanê da axifî, axaftina xwe bi mînakên salên borî xemiland û dirêj kir.
Ji axaftina wî ya bênavber qirika wî zuha bû, kuxîya, pişt ra qala nexwaşîya Covîtê kir û mijar guhart.
Çawa bû, nizanim, ji mijara Covîtê jî derbasî Kurdistanê bû.
Cînarê me, ji min rewşa Kurdistanê û hêjmara kurdan pirsî.
Wek hercarê reqemek gilover ji devê min derket û min jê ra got, “kêm, zêde 50 mîlyon.“
Bi bersiva min ra devê wî vekirî ma.
„Min ewqas texmîn nedikir…”, got û pirs li ser pirsê pirsî…
Bawerîya xwe bi bersivên min bianîyaba jî, hişê wî nedigirt.
“Miletek ji 50 mîlyon kesan pêk were û bindest û bêdewlet be!…” digot, gotina xwe dubare dikir û serê xwe dihejand.
Tênedigihîşt, ku heta roja îro me çima ji xwe ra dewletek ava nekirîye û em çima hê belengaz û bêwar in…
Wî sedemên bindestîya me dipirsî, min jî bi bersivên kin û kurt, pirsên wî dibersivand…
Dipirsî:
Ji bo xilsabûna ji bindestîyê hûn çi dikin?
Kar û xebatên sîyasî…
Çima şerê çekdarî nakin?
Yên şerê çekdarî dikin jî hene
Kî ne ew?
Li Bakûr û Rojava Gerilla, li Başûr û Rojhilat jî Peşmerge ne…
Çima bi ser nakevin?
Neyarên me pirr in.
Çima neyarê xwe kêm, dostên xwe zêde nakin?
Neyarên me ji çaran kêm nabin, jiber ku dagirkerên welatê me çar dewlet in.
Çima pêşmerge û gerîlla di nav artêşeke milî da nabin yek?
Pêşmerge û Gerîlla nabin yek, jiber ku rikeberên hev in.
Madem nabin yek, çima û ji bo çi şer dikin?
Gerîlla ji bo biratîya gelan, Peşmerge jî ji bo dostanîya cînaran…
Qasî ku ez fahm dikim, tu dibêjî, em di daxwazên xwe da jî, di kirin û kiryarên xwe da jî ne yek in
Mixabin…
Bi axîn û gotina min a dawîyê ra, cînarê me yê Alman ê ji sîyasetê dûr, di ber xwe da kenîya, bi rûken li min mêze kir û got; “xûya ye ne tenê dagirkerên we, hûn bi xwe jî ji xwe ra dewleteke serbixwe naxwazin…”
Li ser ev tespîta wî, difikirîm, li gotinek maqûl digerîyam, ku bibînim û bersiva wî bidim.
Gotina maqûl, kî û kê wenda kiribû, ku ez bibînim.
Lê, ewrên reş gihîştîn hawara min…
Ji dûr va li hev kom dibûn, bi bayê bezê ra di ser me da dihatin.
Ez li benda baranê, cînare me jî li benda bersiva min a dawîyê sekinîbû.
Bi gujeguja ewran ra baranê dest pê kir û barî…
Cînarê me xatir xwest, pişta xwe da min û revarev çû…
Ez hê li gotinek maqûl digerîyam û di bin baranê da şil dibûm…
[1]