=KTML_Bold=Çanda Zewacê li herêma Kobaniyê=KTML_End=
#Arif Hiso#
Di dema berê de hezkirin di navbera herdû zayendan de tune bû ku hebû jî gelekî kêm bû. Destpêkê malbata zêve diçû mala bûkê , dayîk û xwîşka zêve diçûn jê re digotin xazinçî piştî ku bûk ket serê wan bi hin ezmûnan ji aliyê diya zêve ve , malbata zêve û bûkê li hev rûdinin û qelen dibrîn .
Qelekê wê demê : Lawir , ceh , genim û pere . Lê mixabin gelek ji peran bavê bûkê an birayê bûkê ji xwe re dibirin .
Her qîzekê beriya zewaciyê hun tişt ji xwe re amededikin û dikirn boxçan mînak : Palkiyên bi qenewîc , tentene û hical yan jî ber .
Rehel dihat kirîn ji aliyê mala bûkê ve ew jî ev bûn : Sandiq ,kulav , doşek û mitêl herweha cil û bergên bûkê : Kiras , xeftan ,kitan , şehr , meles , qutik , qemçik û hevalkras .
Bi bûkê re xilatine din rêdikirin ji bo xelkê ku werin wan pîroz kin û bûk xilata wan bi wan de li gor nêzikiya wan ji aliyê mala zêve ve mînak : Caw, destmsl, gore, nemazlix .
Berî dawetê divê serdana mala xal û apê bûkê bikin û li gor daxwaza wan xilat yan peran werbikrin û şeva henê dihat diyarkirin jin û mêrên ku diçûne henê yên nêzî zêvebûn û bi xwe re dewarek jî dibirin û bûka xwe hene dikirin û bira û xwîşika bûk yên mezin razî dikirin bi xilatekê yan hin pere û bûk hene dikirin . Dîtina bûkan ji zêve re :
Ku malekê dixwest kurê xwe bizewicanda jê re li qîzekê digeriyan , diya zêve agahî dida jinan û digot :Bila zirav be û xweşik be û kabaniya malan be û …hwd .
Wê jin û mêr jî bigeryana ta yek bidîtana wê bav û diya zêv re bigotana , Qîza filêkes ,ji filan gunî , ji filan êlê , xwerziya filan gundî ye û pûkên wan ji filan û filan malê ne .
Diya zêve, met û xwîşka zivê ya mezin diçûn bûk dinêrîn û mêr li odê rûdiniştin , ku jinan bûk li gorî meraqê wan ba wê mêr agahdarkirna , îcar wê rojek diyar bikirina ku qelengê xwe bibrin .
Qelengê wê demê erd yan dewar , ceh , genim û hin pere yan zêr , piştre wê rojek bihata diyarkirin û qelengê xwe dibirana lê zave û bûkê hevdû nabînin.
Piştî qeleg didan wê xwediyê bûkê rihel bikirana , dema rihelê jî gewnde û hevjîna wî wê li gel wan biçiyana û topek (çawek ) ji wan re dikirîn.
Piştî ku rihel bi dawî dibû wê heneçî ji mala zêve bi def û zirne biçiyana bûk hene bikirana û kesên ku zanîba bistira wê di ser bûkê de strana henê bigotana, heman demê jî li mala bavê zêve zave jî hene dikirin .
Wê sozek bihata diyarkirin ku kîjan rojê werin bûka xwe bînin , wê çend siwar bi def û zirine, rîspî û xwediyên zêve bûk li hêştir dikirin û berî didane gundê zêve li ereba çar tekeran dikirin û hespê erebanê dixemilandin bi mork û tiştên bedew û kel û belên wê vê re dişandin wek : Hical, carcim, çiwalê, heqî , tûrên bêriyê, sandiq, eynik , sehrî û buxçxa cilan û xilatên mêvanan û yên mirovên zêve çi : destmal, topên çêw, gore û h.w.d .
Li mal zêve dawete , dîlan , qeşmer lîstokên xwe pêşkêş dikin û hin bi çozê (kabê ) dilîzin ta bûkê bigihişta bi pêşwaziyek girseyî tê pêşwaz kirin hin fîşekan davêjin û strana zave zave bi ser zêve de dibêjin , piştî ku bûk tê danîn , lê bûk rûnanê ta ku razî bibe bi xilatekê yan peran, rûdinişt li ser palgiyan yan doşekê , jina mezinê gewendê elê diçû sola wê ya rastê ji lingan didanî ji ber ku wê demê edetkbû ku pere dixistin wê sole , û zarakê tewî nêzîk dikirin hemêza wê dîsa bûkê bere didan wî/wê zarokî .
Xawrin dihat danî jê re digotin : Xirêf ew jî gêrmî û tirşik bû .
Di êvar de zave derbas çem bûkê dikirin bi stran û henek , lê dive bûk raba ser biyan li hember zêve û destê wî maçbikira , roja din êdî bukê bûklixî dikir, û meriv û dotstên zêve û malbatê diçûn pîroz dikirin bixlatekê herweha bûkê jî xilat wan dida wan , piştî demekê xwediyê bûkê dihatin sardana qîza xwe , piştre bûk û zêve û xwediyê wî jî diçûn sardana xwediyê bûkê û vedigerian mala xwe piştî demek ne dirêj bûk û zêve bi tena xwe diçûn û bûk li çem mala bavê xwe dima bi tenê ta demekê digotin : zê.[1]