=KTML_Bold=Kurd û Rojên Pîrozbahîyê=KTML_End=
İkram Oguz
Di dîroka her miletî da rojên şîn û şahîyê cîh digrin.
Di dîroka miletên azad û serbixwe da rojjên şahîyê, di dîroka miletên bindest da jî rojên şînê zêde ne.
Miletên azad û serbixwe xwedî dewlet in. Bi roja avakirina dewleta xwe, bi roja yekitîya miletê xwe şa dibin û şahîyan lidardixin. Bêguman rojên wan ên şînê, kêm bin jî hene û di wan rojan da jî şîna xwe dikin.
Wek mînak, roja zimanê wan tune û rojek wusa jî pîroz nakin. Jiber ku zimanê xwe bingeh û hevparîya miletbûna xwe, amûrek ji amûrên jîyana xwe dibînin û bi zimanê xwe dijîn, diaxifin, dixwînin û dinivîsînin.
Ew jî xwedî al in, ala wan herroj li ser dek û dezgeyên wan ên milî li ba dibe û dewleta wan sembolîze dike. Loma roja alê û di salê da carek pîrozkirina wê rojê ji bo xwe pêwîst nabînin.
Miletên bindest binketî ne, axa wan dagirkirî, zimanê wan jî qedexe ye. Çiqas ji ax û zimanê xwe dûr bikevin, ewqas ji hîmê miletbûnê dûr dikevin û nakokîyên sîyasî, malbatî û herêmî di navbera wan da zêde dibin.
Tewr, mîna Kurdan miletek pirziman û pirolî bin, hevparî kem, cudahî û nakokî jî bêtir zêde dibin. Loma li ser hîm û sembolên miletbûnê bihev nakin, jihev dûr dikevin û dibin rikberên hev.
Gotinek pêşîyên e, dibêjin; “Aş ji dest çûye, hê li pey şeqşeqê ketîye!”
Rewşa Kurdan jî îro ev e.
Hîm lerizîye û banî jihev da ketîye, Kurd dest ji hîm berdane û li pey sembolan ketine.
Bêguman ez dijberî sembolan nînim û divê em sembolên xwe jî pîroz bibînin û li wan xwedî derkevin. Mixabin sembol jî tenê di cîhê xwe da girîng in.
Wek mînak, mirov bi zimanê xwe nejî û di mala xwe da, bi zar û zêçên xwe ra, di kar û xebata xwe da bikarneyne û tenê di salê da rojek bîne bîra xwe û pîroz bike, qîmeteka wê pîrozkirinê hebe, ew jî xwexapandin e.
Dewleta merîya tunebe û ji bo avakirina dewletê di kar û xebata bihêzkirina hîm da cîh negre, di salê da carek sembola dewletê li ba û roja alê pîroz bike, ew jî rîyakarî ye.
Bêguman kar û xebata jibo bihêzkirina hîmê miletbûnê zor û zehmet e, pîrozkirina rojên bi navê wan û sembolan jî karekî sivik û hêsan e.
Kurd jî ji karê sivik û hêsan hez dikin.
Loma di cavaka Kurd da rojên pîrozbahîyê zêde ne û sal bi sal jî zêde dibin.
Roja 1ê Çile, roja rojbûyîna Kurdan ya fermî ye. Wê şevê dinya serê salê, Kurd jî rojbûyîna xwe pîroz dikin.
Roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ye. Kurd wê rojê hayîdar dibin, ku zimanek wan ê zikmakî jî he ye. Xwe nawestînin û zimanê xwe yê zikmakî hîn nabin, lê ji pîrozbahîya wê rojê jî şûnda namînin…
Roja 8ê Adarê roja jinê ye. Kurd vê rojê jî wek rojek milî dibînin, bi taybetî siyasetvanên Kurd yên simêlpalik derdikevin kûçe û kolanan, roja jinan pîroz dikin, êvarê vegerin malê û di mal da xwerin û vexwarin amade nebe, şerê jina xwe dikin.
Roja 21ê Adarê Newroz e. Wê rojê, kal û pîr, jin û mêr, keç û xort, hemû Kurd sergovend in. Dikevin serê govendê, pêjgîrê li ba dikin û direqisin. Bi dengê dahol û zirneyê va Kawayê hesinkar û tekoşîna wî jî jibîr dikin.
Roja 1ê Gulanê, roja karkeran e. Kurd jî sîyasetvan, bi taybetî jî sosyalîst û enternasyonalîst in. Karmend bin jî ji pîrozkirina wê rojê şûnda namînin. Karkerên xwe didin ber xebatê, lê bixwe di şûna wan da, bi sloganên tûj û tund roja karker û xebatkaran pîroz dikin.
Roja 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye. Ji Kovara Hawarê, ji alfabe û gramera Mîr Celadet Bedir-Xan hayîdar nebin jî, jî pîrozbahîya wê rojê şunda namînin.
Roja 1ê Îlonê roja aşitîyê ye. Hemû Kurdên şerxwaz û pêxas jî dibin aştîxwaz û li derva daw û doza aşitîyê dikin, vedigerin malê û şerê navxweyî didomînin.
Roja 17ê Îlonê roja lidarxistina Referanduma Serxwebûnê ya ji bo Başûrê Kurdistanê ye. Kurdên Bakur jibo xwe dewletê nexwazin jî êdî di salê da carek roja serxwebûna Başûr pîroz dikin.
Roja 17ê Berfenbarê Roja Ala Rengîn, al jî sembola miletbûn û dewletbûnê ye. Kurd, bi taybetî Kurdên Bakur li hosîyên ku Îhsan Nûrî Paşa û Qazî Mihemed li wan kirine, guhdarî nakin, lê roja Ala ku wan li bakirîye, pîroz dikin…
Mixabin rojên pîrozbahîyê pir in û Kurd jî bi pîrozbahîyan rojên xwe derbas dikin û vala namînin.
Loma firsenda avakarina dewletê bikeve destên wan jî, ew ji pîrozbahîyan firsendê nabînin û ji dest direvînin…[1]