=KTML_Bold=Gelo her kurdek çiqas yahudî, her yahudîyek çiqas kurd e?=KTML_End=
İkram Oguz
Dîroka miletê bindest dîrokeke veşartî ye.
Ziman û çanda wan, heta hebûna wan jî ji alî dagirkerên wan va tê înkar kirin.
Miletên bindest bi çerxa pişaftinê berê zimanê xwe wenda dikin, dûra ji çand û huner û ji koka xwe dûr dikevin.
Hinek dişibin dagirkerên xwe, hinek jî bi sere derzîyê be jî li kok û dîroka xwe digerin, tiştên ku dibînin, ji xwe ra dikin mertal û hebûna xwe diparêzin, mîna me Kurdan…
Îro di nav Kurdan yên ku zêde koka xwe merak dikin, keç û xortên ji qirna mîlenyûmê ne.
Bi taybetî ew keç û xortên, ji welatên xwe dûr, li welatên xerîb hatine rû dine û ji welatên xwe bêpar û ew welatên ku tê da dijîn jî welatê xwe nabînîn, bêtir li koka xwe digerin.
Ez bixwe tu car ji koka xwe nediketim şikê.
Jiber ku li gundekî Kurdistanê hatibûm dine û bi ziman û lorîyên dayîka xwe mezin bibûm.
Heta 7 salîya xwe xêncî zimanê xwe yê zikmakî ji ziman û ji hebûna miletek din jî hayîdar nebûm.
Ji min wetrê di dinyayê da tenê Kurd dijîyan û zimanê wan jî Kurdî ye.
Di 5 salîya xwe da, min ji bavê xwe dersa xwendina Quranê girtibû û loma ji dinya wîyalî jî hayîdar bûm.
Bavê min di her destpêka dersdayînê da, jibo ku em kî ne û ji ku hatine, sê hêvok bi min dida gotin.
Ew hevokên kin û min herroj dubare dikir jî ev bûn:
“Em qûlê Xwedê ne.
Ji ometa Mihemed in.
Ji qewmê Îbrahîm in.”
Dûra jî nave heft kalikên xwe ji min ra digot û ûra jî bi min dida gotin, ku ez koka xwe nas bikim û jibîr nekim.
Piştî ku bûm bav, min jî mîna bavê xwe kir.
Navê heft kalikên xwe nivîsand û wek belgenameya koka xwe da herdu keçikên xwe.
Îro Şevîn û Kejê jî heft kalikên xwe nas dikin.
Hêvîdarim ew jî mîna min û bavê min, nave heft kalikên xwe ji zarokên xwe ra bibêjin û bi wan bidin naskirin.
Şevîn û Kejê ji salêk pê va dixwestin koka xwe ya ji heft bavan wê da jî hîn bibin.
Jiber ku ew jî ji qirna mîlnyûmê ne û li Almanyayê mezin bûne.
Li ber wan computer, di destê wan da jî telefonên baqil.
Ew jî mîna qirneya xwe heta ku çavkanîyek zanyarî nebînin, bi her gotinên min jî ji sedîsed qîmê xwe naynin.
Loma di destpêka vê salê da rojekî ji min û diya xwe ra gotin, „em dixwazin sedîsed ji koka xwe hîn bibin. Jibo vê yekê jî ne em, hûnê test a xwe ya DNA yê çêkin, ku em jî hûn jî sedîsed ji koka xwe bawer bin…“
Me pêşnîyara wan qebûl kir û test xwe ya DNA yê çêkir.
Di nav mehekî da encam derket û ji me ra hat.
Gor encamê testê koka min ji % 81,6 Kurd, % 14,7 Yahudî, % 3,7 jî Hindû…
Ya xanima min jî ji % 81,8 Kurd, % 8,7 Fransî, % 5,9 Balkanî, % 3,6 Yahudî derket.
Şevîn û Kejê, bi encama zanyarî ya ji her du alîyên xwe va, ji koka xwe hayîdar û kêfxeş bûn.
Lê herçiqas koka min, kêm zêde ji % 82 Kurd derketibe jî, Yahudîtîya xwe ya ji % 15 ketim şikê.
Gelo Yahudîtî ya min ji ku û ji kîjan alî min tê.
Ji alî dê, ya ji alî bavê?
Şik e û dibê carekî dest pê neke.
Roj bi roj li hev zêde dibe û merîya li pey xwe digerîne.
Çend roj e, ez jî li pey şika xwe ketibûm û li bingeha Yahudîtîya xwe ya ji % 15 digeriyam.
Heta Îbrahîm çûm…
Ew her sê hêvokên ku bavê min, di zarokatîya min da bi min dida dubarekirin, ji wan ya sêyem, „em ji qewmê Îbrahîm in“ û zanyarîyên di derbarê Kurdbûna Îbrahîm da dît, bi hev ra girê da û gihîştîm bingeha Yahudîtîya xwe ya ji % 15yî.
Lêbelê şika min ji binîva naqede jî, kêm, xemgînîya min jî zêde bû.
Ger ku Kurd ji qewmên Îbrahîm bin, ku di vî warî da tu şik nîne, lêzimatîya Kurdan û Yahudîyan jî ji Îbrahîm tê û ji Îsmaîl û Îshaq va jî ji hev diqete.
Kurd ji nijada Îsmaîl, Yahudî jî ji nijada Îshaq tên.
Xûya ye, qedera herdu miletan jî bi wan va destpêkirîye û îro jî ew qeder hê didome.
Îsmaîl lawê Îbrahîm ê mezin e û ji Xecê ye.
Îshaq jî lawê Îbrahîm ê duyemîn e û ji Sarê ye.
Îsmîl berî bûyîna xwe ji alî bavê xwe va, boraqa ku ji bo xêra Xwedê were serjêkirin, tê adkirin.
Îshaq jî ji alî Xwedê va kesekî bi paye ya bijarte û xêrdar tê afirandin.
Îsmaîl di jîyana xwe dibe nêçîrvan û di nav çol û çîyan da li pey nêçîra xwe dikeve.
Îshaq jî di jîyana xwe da şivantîyê dike û her mîyeka wî di yek zikekê da 90 berxan dizê û ew jî dibê mirovekî dewlemend. Kesekî ewqas bijarte bûye, ku dema li heywanek sîwar dibûye, lingê heywan ên pêşîyê di qîyame da kin, ên paş jî dirêj dibûn e, ku ew ji rêwîtîya xwe eciz nebe…
Loma Yahudîyên ku ji nijada Îshaq tên, îro di dinê da zana û dewlmend û xwedî dewletek sereke ne.
Em Kurdên ku ji nijada Îsmaîl tên, îro jî xizan û bindest û mîna boraq histuxwar û li ber kêra ko sekinîne…[1]