=KTML_Bold=Roj Newroz, Dîyarî jî Kurdistan be!=KTML_End=
İkram Oguz
Baskên merîya tunebe jî, merû difire…
Ez jî îro firîyam.
***
Sala 2020an saleke bêyom e.
Bi nexwaşîyeke xeternak dest pê kir û didome.
Korona…
Bi zimanê Îngilîzî Covid dibêjin.
Ez jî wê bi Kurdî wek Govît bi nav dikim.
Di dema zarokatîya min da, zarokên şerûd û beredayî wek Govît bi nav dikirin.
Jiber ku ew wek gurên har li şer û belayê digerîyan.
Dema ku ji wan zarokan yekî xirabîyek bikira, mezinek jê ra digot; “kuro te dîsa goyê xwe vît kirîye û li belayê digerî!“
Govît jî di destpêka salê da li Çîn û Maçînê rû da û li seranserî dinyayê belav bû.
Hê jî belav dibe û li belayeke mezin digere.
Wek neyareke nedîtbar raselitînî mirovatîyê bûye û çerxa dinyayê diguherîne.
Hemû welatên rû dinê, derîyên xwe yên derva li cînarên xwe girtine.
Li gund û bajaran jî jin û zarok, kal û pîr vekişîyane nav malên xwe…
Bi qurf û qalên Govîtê ra radibin û radizên.
Ji tirsa wê ji xwe ra li stargeheke aram digerin.
Mixabin perestgehên olî jî starîyê li kesî nakin.
Dêr û Camî û Hewra hatine girtin.
Kuçe û kolanên bajaran vik û vala bûne.
Ne kes şînê dike, ne jî şahîyek tê lidarxistin.
Mirov dibêje qey jîyan sekinîye…
Şahîya Newrozê jî hatîye rawestandin.
Di dîroka Kurdan da cara yekemîn e, ku Newroz bi girseyî nayê pîrozkirin.
Di rewşekî wusa da dinya li merîya teng, xemgînîya merîya jî zêde dibe.
Mirov ji jîyanê, heta jixwe jî dûr dikeve…
Lê di rewşeke wusa da, dema ku mirov ji heval û hogirên xwe, peyamek kin û dîyarîyek piçûk jî bigre, li xwe û li jîyana xwe vedigere.
Bêyomîya demê wenda, bêhna merîya jî fireh dibe û rûyê merîya dikene.
Mirov bi jîndarîya xwe dihese, kêfxweş û dilşa dibe.
Ez jî îro, roja Newrozê, bi du dîyarîyên bêhempa rûken û dilşa bûm.
Ji şabûna lingên min erdê qetîyan û firîyam…
Bi baskên xwe yên şikestî, li ser axa welat, ji rojava heta rojhilat, ji bakûr heta başûr gerîyam.
Hûn ê nuha bibêjin, dîyarîyên te çî bûn û ji kû û ji kê hatibûn?
Herdu dîyarîyên min jî bi giranîya xwe sivik, lê bi bihayê xwe giran bûn…
Ji welateke dûr, ji Awustralyayê nivîskarê Kurd, xortê 85 salî, Kek Riza Çolpan, hevjîn û bermalîya wî Refa Xan şandibûn.
Dîyarîya Kek Riza, pirtûka wî ya nû ya bi navê, „Gurên Dev Bixwîn Ên Çar Ling û Du Ling“.
Dîyarîya Refa Xan jî Kurdistan bixwe bû…
Ez divê nivîsê da qala pirtûka Kek Riza nakim.
Piştî xwendinê ezê di nivîsek din da qal bikim û pesnê wê bidim.
Jiber ku wek hemû berhemên Kek Riza, ev pirtûk jî bêguman hêjayî pesindayînê ye…
Lê ez dixwazim qala Kurdistan a ku Refa Xan ji min ra dîyarî kirîye bikim.
Bi rîya vê nivîsê jî careke din, ji vir heta Awustralyayê, jê ra spasîya xwe bînim ziman.
Refa Xan, bi tayên rengîn, bi tayên kesk û sor û zer, bi tayên sipî û gewher Kurdistan a min weke xalîçeyek ji xalîçeyên Îsfehanê hûnandîye…
Bi ronîya çavên xwe, can daye axa qedîm û ew jîndar kirîye.
Bi tilî û pêçîyên xwe yên bi huner û bi rûmet, warê bav û kalê min, weke bûkeke serbixêlî xemilandîye…
Bi sebr û tebata xwe ya bi salan, hemû parçeyên welatê min, rojava û rojhilat, başûr û bakûr bi hev ra, bi girê û girê hûnandîye û wek wênesazek nexşandîye.
Dîyarîya wê ya bêhmepa û giranbuha, îro, di roja Newrozê da gihîşt destê min.
Ew Kurdistan a ku ez bi salan lê digerîyam, di roja pîroz da bû dîyarî ya min…
Nuha ez nefirim û kî bifire…[1]