=KTML_Bold=Kurdistan li evîndarên xwe digere!=KTML_End=
İkram Oguz
Herçiqas di kurahîya dilê her kurdekî da bi tewnekî cûda cîh bigre jî, Kurdistan ji bo her kurdekî evîn e…
Evîneke demildirêj û kûr e…
Kurdistan evîn, Kurd jî evîdarê wê ne.
Ew evîna hezar salî di stranên dengbêjan da gulîstaneke rengîn…
Di çîrokên çîrokvanan da warê mêr û mêrxasan…
Bi rengînî û dewlemendîya xwe, sedema şerê Rom û Eceman yê bi sedsalan e.
Di qada şer da, bi şûr û mertalên neyaran va birîndar…
Li Qesra Şêrîn, di navbera Yavuz û Şahîsmaîl da du par e…
Di helbestên Melayê Cizîrî da mîna bûkeke serbixêlî jîndar…
Bi xemla Ehmedê Xanî mîna Zîna Zêrîn bedew û nazdar e…
Baskekî wê, bi Şêx Seîd ra li Amedê şikîyayî…
Baskekî din, bi Qadî Mihemed ra li Mahabadê serî hilda ye….
Di rêwîtîyeke dirêj da bi Mele Mistefa ra hevaltî kir û ber xwe da…
Bi tekoşîna keç û xortên Kurd va careke din li çarnikalên dinê dengekî nû da.
Bi destpêka sedsala bistûyekan da qedera xwe ya reş çirand û li Hewlêr û Silêmanîyê…
Li Qamişlo û Serêkanîyê bi xeml û xêz careke din li evîndarên xwe vegerîya…
Îro bi hawar û gazî diqêre û bi zarên Melayê Cizîrî bang li evîndarên xwe dike:
„Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im…“
Hawar û gazîya wê ji binxetê derbasî ser xetê…
Qêrîn û nalîna wê ya ji başûr, di nav asîmanên bakûr û rojhilat da bilind dibe.
Mixabin evîndar, bêdeng û bêzar, belengaz û histuxwar in.
Ji derd û kulên bindestîyê hinek kor û kerr, hinek jî lal in.
Evîna dilê xwe dane alîkî û di nav lepên Faris û Tirkan da ji xwe ra li stargehek digerin.
Hinek jibo biratîya olî, hinek jî jibo biratîya gelan li çokê xwe dixin…
Û kor û kerr digirîn, lal jî di ber xwe da dinalin…
Dengek bilind dibe ji Çîyayê Agirî…
Dengê Ehmedê Xanî, bi gilî û gazin, bi lava û rica…
„Ez Kurd im, çîyayî me û kenarî
Van çend peyvên min ên Kurdewarî
Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencikarî
Û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî…“
Ne kerr dengê wî dibihîsîn, ne jî lal evîna dilê xwe tînin ziman.
Deng di kûrahîya asîmanan da, evîn jî di kûrahîya dil da dimine…
Kurdistan weke karxezaleke sêwî dipirpite…
Di nav lepên Tirk û Eceman da.
Ne bi pesnên erzan difilite, ne jîazad dibe bi rexneyên pûç û vala…[1]