$Ziman û Zar$
Govarekî zimannasî ya werzî ye
salî sêyem- jmare (8) (puşperî-2723) (hawînî-2023)
Sernivîser: Fereydûn Saman
Derheqa Şamilê Esker da
Têmûrê Xelîl
Têmûrê Xelîl (Muradov Hamlet) û Bella Stûrkî mala we ava! Serbilindîya kurdên Azirbêcanê. Derheqa ronakbîrê kurd yê mezin ji Azirbêcanê Şamilê Selîm Eskerov da gelek kesan gotarên giranbuha nivîsîne,
kar û barê wî bi layîqî qîmet kirine. Gelekan jî helbest ser wî nivîsîne. Ew bi xwe jî zanyar, helbestvan û welatparêzekî pir mezin bû. Dema min dixwest derheqa wî da gotarekê amade bikim, min gelek nivîsên derheqa wî da xwendin wek ya Nizamettîn Akkurt ya bi sernavê “Yekem şervanê kurdên Azirbêcanê“, ku di pirtûka kurê Şamil Eskerov – Hejarê Şamil ya bi sernavê “Wêjeya kurdên dîasporê“ da hatîye çapkirin, ya Kamiz Cebraîlov, ku di hejmara kovara “Drûjba“ (“Dostanî“), hejmara 27an ya sala 2005an çap bûye. Min helbestên Ayhan Erkmenê ji Qersê, nehîya Daxpinarê, Usivê Feqî Evdile, Barîyê Bala, Qadirê Motî, Egîtê Qadirî xwendin, ku ser kar û mezinaya Şamilê Esker da hatine nivîsar. Ev hemû ji min ra bûne bingeh, ku ez bikaribim jîyan û karê welatparêzê mezin, zanyar, nivîskar û helbestvanê
kurdan yê bi nav û deng bi we bidim naskirin. Min Şamilê Esker – wî kurdê welatparêz û şayîrê mezin du caran li Rewanê dîtibû, dema ew ji Azirbêcanê dihat û dibû mêvanê mala profêsor Knyazê Îbrahîm. Ji wê şûnda danûsitendinên me bi nameyan û têlêfonan bûn. Ewî di her rojeke cejinê da ser karteke postê bi helbestkî cejina me pîroz dikir. Û ew nivîsên wî ber dilê min gelek ezîz in û ez wana wek tiberkê bal xwe xwey dikim.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=495709&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=https://www.kurdipedia.org/admin_editor.aspx?expand=0&lng=13&id=20230603124628495709=KTML_Link_External_End=