Nav û paşnav: Mehmûd Beşar
Navê tevderî: Sadiq
Navê bav: Mistefa
Navê dayîkê:Sedîqe
Cih û dîroka ji dayîk bûnê: 1998
Cih û dîroka şehadetê: 12-10-2014
Şehîd Sadiq ku navê xwe yê rast Mehmûd Beşar e, ew kesekî bi rûmet û welatparêz û welat hez bû di 1998 li bajarê Kobanî yê rojavayê kurdistanê hatiye dinê. Di nava gelê xwe û welatê xwe de bi kêfxweşî dijiya û hertim pirsa peyva welat û kurdistanê dikir. Wî hertim ji bo azadîkirina kurdistanê û parastina gelê xwe di enya şer de li hember dijmin bi çeka xwe şer kiriye. Û di encama vî şerî û berxwedaniyê de, wî xwîna xwe ji bo keda milet û bajarê xwe ji dest da ye. Şehîd Mehmûd Beşar xwedî dilekî pak û zelal bû. Herdem bi ruhê xwe yê nazik di nava zarokan de dihat naskirin. Her wiha bi şermokî, dilpakî, canfedayî û rêzdarî di nava heval û gelê xwe de jî dihat naskirin. Şehîd Mehmûd Beşar ew ê ku têghiştiye heqîqetê ş xwestiye pêk bîne. Ji bo pêkanîna wê di encamê de cane xwe feda kiriye. Wî jib o gel û welatê xwe li dijî mirinê şer kir û di dawiyê de xwe kir feda û serî hilda.
Dayîka wî pirî caran, jê re digot bese îdî vegere mala xwe, lê wî digot dayê ez parastina welatê xwe bikime. Hemû malên kurdistanê malên min in, hemû dayîkên kurdistanê dayîkên min in. hemû zarokên zarokên kurdistanê zarok û xweîşk û brayên min in. ji min re nebêj veger mal dayê Kurdistan mala min e û parastina vî gelî û azadîkirina kurdistanê erkê min e. lê şehîd Mehmûd Beşar di dîroka 12-10-2014 de jiya xwe di şerê kobaniyê de ji dest da.[1]