=KTML_Bold=Gotina “Ez jî Kurd im“ çare nîne=KTML_End=
İkram Oguz
Kurd li gundê xwe dibin muxtar.
Dewleta Tirk muxtarîya wan qebûl nake.
Kurd li bajarên xwe dibin şaredar.
Dewleta Tirk şaredarîya wan ji xwe ra xeternak dibîne û qebûl nake.
Kurd dibin gelwekîl.
Dewleta Tirk gelwekîltîya wan nasnake.
Kurd dixwazin bi Tirkan ra bibin bira.
Tirk biratîya wan qebûl nakin.
Kurd dibêjin; „em bi Tirkan ra weke goşt û neynîk in…“
Tirk neynûkên dest û pîyên xwe jê dikin.
Kurd li ser axa xwe bijî, dewlet dikuje…
Kurd koçber dibe, ji alî Tirkên cînarên xwe va tê kuştin.
Çend roj berê li bajarê Sakaryayê ji alî Tirkek va Kadîr Sakçi bi derba gulê hate kuştin û lawê wî jî birîndar bû, Kurdbûna Kurdên zimanTirk hate bîra wan…
Halbûkî kuştin û birîndabûna bav û lawên Kurd ne bûyera ewil, ne jî ya dawîyê ye.
Dewlet bi erênîya Tirkan heta roja îro Kurd kuştin û dikûje, Tirk jî bi piştevanîya dewleta xwe neyartîya kurdan dikin û dikujin…
Kîngê bûyerek wusa biqewime, hemû Kurd bi kurdbûna xwe dihasin û bertekên xwe nîşan didin.
Kurdên zimanTirk bi Tirkî…
Yê mayîn jî bi Kurdî…
Çend peyvan li pey hev rêz dikin û dibêjin:
„Ben de jî Kürdüm – Ez jî Kurd im…“
Ev gotin gotineke baş e…
Lêbele ne pêşî li kuştina kurdan digre…
Ne jî pêşi li mirina zimanê Kurdî, zimanê Kurdî ku nîşaneya kurdbûnê ye, digre…
Sedema kuştin û koçberîya miletê Kurd bêdewletbûn e…
Derman jî daxwaz û avakirina dewleteke serbixwe ye…
Ew jî bi axa Kurdistanê û zimanê Kurdî va girêdayî ye…
Kurdê ku ji axa xwe dûr bikeve û dev ji zimanê xwe berde, ji alî neyarên xwe va neyê kuştinê jî, birîndar û li ber mirinê ye…[1]