=KTML_Bold=Ji dûr va Kurd û Kurdistan=KTML_End=
İkram Oguz
Çend meh berê rîya min û doxtorekî Albanî li hev qelibî.
Ez mêvan, ew jî weke malîvan…
Dûr û dirêj li rû û rûçikên min nihêrî, dû ra ji min pirsî.
Kî me û ji kû hatim e?
Weke hergav, min jî bersiva doxtor da û got:
– Ez kurd im…
Bi bersiva min ra, weke kesên jixwe bawer di ber xwe da kenîya û got:
– Jixwe min jî texmînkiribû ku tu kurdî…
Bi gotinên wî ra, îjar ez kêfxwşbûm û di ber xwe da kenîyam.
Ji pirs û helwesta wî va xûya bû ku mirovekî Kurdnas û ji pirsgirêka Kurd jî hayîdar e.
Bi rûniştina min ra karê xwe da alîkî û dest bi sîyasetê kir.
Berê bi Kurdbûna min kêfxweşîya xwe anî ziman.
Dû ra jî bi qilf û henekên ku di navbera dost û hevalên bi salan da da tê kirin, got:
-Em du mîlyon Alban bûn, me ji xwe ra dewleteke serbixwe ava kir. Hûn pênce mîlyon Kurd in, nikarin ji xwe ra stargehek çê bikin…
Min jî ji bo ferqa Albanan û Kurdan wiha got:
-Welatê me di navbera çar dewletan da hatîye parvekirin. Her yekî bi awayekî me bişavtin û şibandin xwe…
Doxtor gotina min birrî û got:
-Em jî pîran pîran bûn û li gelek welatan bûn koçber… Qasî hêjmara niştecîhên Alban, ewqas Albanî jî îro li Tirkîyê dijîn… Heta Ataturkê Tirkan jî bi eslê xwe Albanî ye… Lê yên li ser axa xwe man, tu car ji daxwaza xwedî dewletbûnê derbas nebûn û di bin her şert û mercan da gor wê daxwazê tevgerîyan û di dawîyê da jî bi ser ketin…
Wî ji bo kêmasîya me argûmanek anî ziman, min sedemên kêmasîyên me nîşan da.
Kêm zêde, sohbeta me saetek domand.
Wî qise kir, min bersiva wî da.
Min qise kir, wî bersiva min da.
Qasî doxtorîya xwe di warê sîyasetê da jî zana û ji dinê jî hayîdar bû.
Ji kurdan hez dikir.
Ji Kurdên Bakûr têne PKKê û Apo nas dikir.
Apo weke rêvebirê hemû Kurdan didît û digot:
-Heger Kurdên Bakûr li pey Apo herin, ewê di encamê da bigihên armanca xwe û bibin xwedî dewlet…
Li ser van gotinên wî ez di ber xwe da kenîyam.
Kenê min bala wî kişsand.
Hinek sekinî û ji min pirsî:
-Tu çima kenîyayî?
Ez mecbûr mam û wek bersiva pirsa wî, bi kurtayî jê ra wiha got:
-Pirranîya Kurdên Bakûr bi salan e li pey Apo diçin û ji gotinên wî dernakevin. Mixabin ew bist sal e, ji daxwaza xwedî dewletbûnê dûr ketîye û xwedî dwletbûne ji Kurdan ra wek gunehkarîyeke mezin dibîne…
Bawerîya xwe bi van gotinên min neanî. Nerazîbûna xwe bi tirşkirina rûyê xwe nîşan da û got:
-Qasî ku ez dişopînim, Apo û alîgirên wî dixwazin Kurdistaneke serbixwe ava bikin…
Îjar min gotinên wî birrîn, axaftina xwe domand û got:
-Rast e, di dilê hemû alîgirên PKKê da daxwaza xwedî dewletbûnê cîh digre. Mixabin Apo û rêvebirên wê îro dijberî xwedî dewletbûnê ne… Weke mînak, mirovê we yê Albanî xwe Tirk hesiband û li ser kavilên ji Osmanîyan mabû dewleta Tirk damezrand, mirovê me jî xwe wek xwarzîyên Tirkan dibîne û dixwaze wê dewletê demoqratîze bike…
Careke din dîsa gotina min birrî û got:
-Na, ez bawer nakim tiştekî wisa gotibe. Heger gotibe jî, xuya ye ew rêwazîyekî baş dike…
Li ser gotina wî ya dawîyê êdî min nexwest babetê dirêj bikim û kûr û dûr jî wî ra qala Apo û PKKê bikim.
Ez di cîhê xwe da sekinîm…
Ew dûr û dirêj axifî…
Bi axaftina xwe ya dirêj û bê birrîn kêfxweş û dilşa bû…
Bi rûken, dûr û dirêj li min û li bêdengîya min nihêrî…
Di dawîya sohbetê da, ew bi rastîya agahî û çavdêrîyên xwe yên ji dûr va, wek kêsên ji xwe û ji gotinên xwe bawer, di ber xwe da kenîya…
Ez jî bi rastîya xwe ya bê derman va, di dilê xwe da girîyam…[1]