=KTML_Bold=Şer û Wêje=KTML_End=
İkram Oguz
Şer û şîn, du peyvên wekhev û bi hev ra girêdayî.
Du peyvên reş û tarî.
Bi xwîn û girî…
Bi êş û derd…
Jiber ku şer komkujî ye.
Kuştin û mirin e…
Şer terbîyekirina bi tîbûn û birçîbûnê ye.
Talankirina mal û milk e…
Koçberî ye…
Trajedîya mirovahîyê ye.
Şer, wêrankirina gund û bajaran, xerabkirin û şewitandina xwezayê ye.
Jiber ku di bin kavilê şer da jinên bî û zarokên sêwî, kal û pîrên stûxwar dimînin.
Di encama şer da ne tene mirov, mirovahî jî dimire.
Nivîskara Belarûsî Svetlana Aleksiyeviç ku xwedîyê xelata Nobelê ya 2015an, di merasima xelatdayînê da wiha dibêje:
„Di zarokatîya xwe da li gund dijîyam. Min ji lîstika di nav kuçeyan da dihat lîstin, pirr hez dikir. Êvaran, jinbîyên gund, jinebîyên westyayî yên li ser sedirên dar rûnişti, me weke miqnatis ber bi xwe dikişandin.
Ne bav û ne bira ne jî mêr ên wan hebûn. Piştî şer nayê bîra min ku, di gundê me da jî mêr hebin. Di dema şer da ji her çar mêr ên Belarûsî yek, li enîya şer, yan jî di şerê partîzanan da dihatin kuştin.
Dinya me ya piştî şer, tenê dinyayek jinan bû. Tiştên ku zêde di bîra min da ma ne, jinan qet qala mirinê nedikirin, tenê qala hezkirinê dikirin. Roja dawîyê, çawa ji hezkirîyên xwe qetîyabûn, çiqas û bi hesteke çawa li benda wan sekinîbûn, çawa hê disekinîn… Sal û zeman derbas bibûn, hê jî li benda bav û bira û mêrên xwe bûn.
Digotin: ‘Bila bêdest û pî vegere. Ez wî li ser pişta xwe digerînim, bê dest û bê pî…’”
Wek gotinên nivîskara Belarûsî, wêje, ya jî wêjekar neynûkê li rûyê şer, rûyê wî yê qirêj ê bi xwîn û lêm digre û nîşan dide.
Heger ku xwedî tesir be rê li ber mirina mirovahîyê digre.
Di jîyana wêjekar da şer cîh nagre.
Jiber ku wêjekar, xeyala dinyayek bê şer û bê kuştin dike.
Wêjekar ji bo vê yeke difikire û diafirîne.
Karê wêjekar afirandina jîyeneke bextewar e.
Loma, wêjekar li rê û dirban digere, ji gul û sosinan gulîstanek ava dike.
Wê gulîstanê, bi peyvên di hemahengîya jîyana rojane da hatine jibîrkirin, dixemilîne û jîndar dike.
Ji bo jîyaneke watedar, rê û rêbazên evîndarî û bextewarîyê nîşan dide.
Sedema vê yeke ye ku weke hemû kesên hunermend û zanyar, weke hemû kesên hilberînêr û afirînêr, weke hemû kesên mirovhiz, wêjakar jî dijberê şer û pevçûnê, dijberê kuştin û mirinê ye.
Di jîyana wêjekar da hovîtî, di meclîsa hovîyan da jî wêje û wêjekar cîh nagre.
Dengê wêjekar naçe guhê tîran û zordaran.
Ji sûr û çeperên ku li çarnikalên koşk û serayên zordar û tîranan hatine çikandin, derbas nabe.
Li dîwarê wan sûr û çeperan dikeve û şûnda vedigere.
Sedema vê yeke ye ku di welatê di bin desthilatîya tîran û zordaran da, warê wêjekar pîrrîcaran heps û zindan, sirgûn û koçberî ye.
Lê li ku dibe bila bibe, wêjekar di bin tu şert û mercan da bêdeng namîne.
Jiber ku amûrên wî/wê peyv, kare wî/we ji afirandina jîyanek bi peyvan e.
Heta ku di berika wî/wê da peyv û di sere wî/wê da jî hiş hebe, afirandina xwe didomîne…
Mixabin îtiraz û dijberîyên ku wêjekaran li dijberê şerên borî kirine û li yên ku diqewime, dikin, ji şerê Efrînê ra nekirin û nakin.
Hinek nerazîbûnên bi dengekî nivz hatine kirin û tên kirin jî, di civatên herêmê da nehatin bihîstin.
Sedema bêdengîyê jî ji taybetmendîya Efrînê tê.
Jiber ku Efrîn Kurd û Kurdistan e.
Efrîn bêxwedî û bêxwedan e.
Efrîn sewî ye.
Efrîn bîra bêbinî ye.
Ji bo ku lingên wan neşiqite û di bin bîr a bêbinî da wunda nebin, wêjekar bere xwe nadin Efrînê.
Rûyê xwe li Efrînê diguherînin û ji bajarê sêwî dûr disekinin.
Wêjekarên Tirk û Ereb û Ecem bi çavê desthiladarên xwe li Efrînê dinihêrin û şerê Efrînê jî bi wî cavî dinirxînin.
Kurdên li Efrînê dijîn terorîst, Efrînê jî hêlîna terorîzmê dibinin.
Wêjekarên dine, ji çepera ku dewletên dagirker li dora Kurd û Kurdistanê, bi şer û kuştin û bi amûrên medyayê çikandine, belengazî û bêçaretîya gele Efrînê nabînîn.
Ji dûr va jî gazî û hawara Kurdên Efrînê jî nabihîzin.
Wêjekarên Kurd hebin jî kem in. Ew jî wek welat û gelen xwe parçe parçe bûne û ji xwe û ji welatê xwe dûr in.
Hinekên wan ji zimanê xwe, hinekên wan jî di bin tesîra dagirkerên xwe da mane û ji Kurd û Kurdayetîyê dûr disekinin.
Yên ku bi ziman û bi ruhê kurdayetîyê tevdigerin, kêm in.
Ew bi hawar û gazî diqêrin û digirîn, dixwînin û inivîsînin…
Mixabin dengê wan jî lawaz e.
Ne zordar û tîran hawara wan dibihîzin, ne jî Kurd…
Kurdên dibhîzin jî fam nakin…
Jiber ku ew bi zimanê sêwîyan dinivîsînin û qedera gele xwe dijîn.
Efrîn piştî berxwedana xwe ya 58 rojan ji nişkava ket…
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê îro bajarê Efrînê talan dikin.
Dest didin ser mal û milken Kurdan û dizî û çilpizîyê dikin.
Darên Zeytûnê ku, ew li seranserî dine nîşana aşitîyê tên qebûlkirin, dişewîtînin.
Li ber çavê dine li ser Peykerên Kawa yê Hesinkar guleyan dibarînin û ji cîhê wî radikin.
Ji niha da bi demografîya Efrînê ra dilîzin û gele Kurd ji axa bav û kalan dûr dixînin.
Wêjekar û hunermendên Tirk çi dikin?
Ew ji bo kirin û kiryarên dewleta xwe ya dagirker, destanan dinivîsînin û bi helbest û stranan pîrozbahîyê li leşker û çeteyên girêdayî wan dikin.
Şer û encama şerê Efrînê jî carekî din dide xuyakirinê ku, gerdûnîya wêjeyî li seranserî dine nebe jî, li Rojhilata Navîn hê dereweke bi boçik e.
Li vir wêjekar berdevkê desthilatdarê xwe, wêje jî di xizmeta dewleta wî da ye…
ikramoguz@navkurd.net
Têbinî: Min ev nivîs li ser daxwaza Malpera Pirtûk û Wêje nivîsandibû û ji wan ra şandibû. Roja 12ê Nîsanê di malpera Pirtûk û Wêje da hate weşandin. Ji bo xwendevanên NavKurdê li vir jî diweşînim…[1]