Dema Kurdan dîroka xwe nas kir, dikarin Ermenîyan jî nas bikin…
Îbrahîm GUÇLU
Îsal jî demekî dirêj e ku mijara Ermenîyan tê peyvandin. Ev mijar him berîya 24ê Nîsanê û him jî piştî 24ê Nîsanê hat qise kirin û minaqeşe kirin. Lewra wek tê zanîn, Ermenîya 24 ê Nîssanê Roja Qirkirina xwe ji aliyê Îttîhad Terakkîyan ve qebûl kirine.
Lobîya Ermenîyan, ji bona Ermenî neteweyekî xiristiyan in û di qirkirina wan de berpirsîyarîya Ewrûpayê jî heye, Ewrupayî ji wan re hêsanî rê vedikin ku di 24 ê Nîsanê de xebateke xurt bimeşînin. Ew xebata jî hat kirin. Lobîya Ermenîyan, heman xebata xurt, her sal û îsal jî li Emerîkayê jî meşandin. Ji bona serokdewletê Emerîkayê Biden beriya bê hilbijartin soz dabû ku 24 ê Nîsanê wek roja qirkirinê qebûl bike, li Emerîkayê serkeftineke mezin bi dest xistin. Lewra Serokdewletê Emerîkayê 24 ê Nîsanê wek daxwaz û biryara Ermenîyan Roja Qirkirina Ermenîyan ji aliyê Tirkan de pêkhatîye, pejirand.
Baş tê zanîn ku berîya ku Serokdewletê Emerîkayê Biden qebûl bike ku 24 ê Nîsanê Roja Qirkirina Ermenîyan e, gelek eyaletên Emerîkayê, di derbarê vê rojê de biryara qirkirinê dabûn.
Berîya Biden jî serokdewletên Emerıkayê, di wê rojê de qetlîama Ermenîyan wek felaketek mezin diyar û îlan kiribûn.
Lê Îsraîlê, Roja 24ê Nîsanê wek roja qirkirinê îlan nekir. Îsraîlî, ji derveyî qirkirina Yahûdîyan qirkirinê nas nake. Tê zanîn ku di sala 1948 an de piştî Dewleta îsraîl ava bû, jenosîd hat pejirandin.
Lê ji bona hemû dewletan, berjewendîya dewletê girîng e. Dewletên Dinyayê û heta îsal Emerîka, ji bona berjewendîya dewleta xwe roja 24 ê Nîsanê wek roja qirkirinê pejirandin. Lewra Emerîka û Dewleta Tirk bi hev re endamê NATOY ê ne. Gorî bawerîya min her çiqas Biden ev roja wek roja qirkirina Ermenîyan pejirandibe jî, dema biryara wî baş bê şirove kirin, gelek bi hêsanî tespît dibe ku Biden nexwestîyeDewleta Tirk zêde biêşîne.
Hîç şik tune ye ku em jî wek neteweyekê hatin qirkirin. Hezar mixabin, hîn qirkirina neyteweya kurd dom jî dike. Lê dawîya qirkirina Ermenîyan hat. Ermenî xwediyê dewleta xwe ne.
Ermenî, dema ku bi Rûsan ve hatin Kurdistanê zalim bûn. Dema ku bûn dewlet jî zalimtir bûn.
Kurdan her dem qirqirina Ermenîyan tewanbar kir. Heta ez dikarim bibêjim ku dema kurdan qirkirina Ermenîyan şermezar kirin, wan jî kurd tewanbar kirin. Ev li neteweya kurd neheqîyeke mezin bû. Ermenîyan propagandeke wûsa kirin ku serê piranîya kurdan şûştin. Kurd xistin bin kompleksekê. Kurdan, qirkirina Ermenîyan ya di sedsala 20-an de li hemberî xwe nedîtin û ew qirkirina neanîn ser zimên.
Îsal jî kurdan, qirkirina Ermenîyan bi xurtî şermezar û lanet kirin. Her çiqas di lanetkirin û şermazar kirina kurdan de pirsgirêkeke mezin heye jî, lê dîsa dikarin qirkirina Ermenîyan şermazar û lanet bikin.
Lê kurd, di derbarê pêwendiya Kurd û Ermenîyan de xwediyê nêrînên şaş in. Di gelek mijaran de nezan in. Li hemberî Ermenîyan tirsok û xwedîyê kompleksê ne.
Sedema vê rewşê jî kurd dîroka xwe nas nakin. Loma jî di derbarê Ermenîyan û qirkirina Ermenîyan de nêrînên şaş, li dijî neteweya xwe diparêzin. Pêwendiya kurdan û Ermenîyan nas nakin.
Lê di van salên dawî kurd ji bona ku dîroka xwe nas dikin, Ermenîyan; pêwendiya Ermenîyan û kurdan jî nas dikine.
Rastiya dîrokî çi ye? Divê em piçek li vê mijarê binêrin.
Ermenî bi piştgirîya Orduya Rûsan û an jî bi orduya Rûsan ve, xwestin ku neteweya kurd biqedînin û Kurdistanê bikin welatê Ermenîyan. Loma jî Ermenîyan, bi sedhezaran kurd qetil kirin û qirkirin. Mîlyonek kurd ji Kurdistanê derxistin.
Piştî ku Yekîtiya Sovyetan belav bû û Ermenîstan bi her awayî bû dewleteke serbixe yanî di qonaxa dawî de jî Dewleta Ermenîyan li hemberî kurdan jenosîdekê dimeşîne. Kurdên Êzîdî wek Kurd qebûl nake. Ji bona ku kurdperwerên Êzîdî û kurdên misilman bên tasfîye kirin û qirkirin çalakîyên wan didomin. Hewil didin ku Kurdên Zazajî ji neteweya wan veqetîne.
Ermenîstan, Kurdên Elewî nas nake. Kurdên elewî dixwaze ji kurdbûnê dur bixe. Ji bona kurdên elewî jî ji neteweya kurd veqete û li dijî kurdan rabin xebat dike.
Ji bona vê li zanîngehan lêkolînên ne rast dide çê kirin.
Ermenîstan dibêje ku Kurdistan tune ye. Ermenîstana Rojava heye. Yanî Kurdistan jî bi tevayî ya Ermenîyan tê qebûl kirin.
Rewşenbîrên Kurd yên ku siyaseta Dewleta Ermenîstanê qebûl nekirin, ji Ermenîstanê hatin derxistin. Prof. Dr. Seîdê îbo şêhîd kirin û kûştin. Di derbarê şêhîdkirina Seîdê îbo de lêpirsîn jî pêk nehat.
Kurdan, dema Hrant Dînk hat kûştin, gotin “em Hrant Dînk in. Lê tu wext ermenî ji bona Kurdan negirîyane. Negotin ku “em jî Seîdê Îbone”!
Ermenîstanê, ji bona berjewendîya xwe, li hemberî Ezarbaycanê Dewleta Sor ya Kurdistanê da îlan kirin. Pişt re jî Kurdistana Sor ji holê rakir, axa Kurdan dagir kir. Kurd sirgûn kir û 15 hezar kurd li çiyayên Mûrov cemidîn, jiyana xwe ji dest dan.
Heta çend salên dawî, Kurdan ev rastîya nedizanîn. Ji bona qirkirina Ermenîyan digirîyan, lê ji bona xwe nedigirîyan. Heta xwe ji bona qirkirina Ermenîyan tewanbar didîtin. Ji Ermenîyan lêborîn dixwestin. Lê Ermenîyan tu wext ne ji bona qirkirina xwe ya kurdan û ne jî ji bona qirkirina Dewletên kolonyalîst hîç demekê dengê xwe nekirine.
Di encamê de, mirov dikare bibêje ku Kurd ji bona xelkê hene. Lê her neteweyek ji bona xwe heye, ji bona xwe digirîn, derdên xwe derman dikin.
Lê di van salên dawî de, rewş û helwesta kurdan tê guhertin. Ji bona xwe jî hewildan dikin. Bila pîroz be!..[1]