Kurdistan yek e, dagirker dudo ne!..
İkram Oguz
ikramoguzKurdistan bi çaralîyên xwe va yek e.
Miletê Kurd jî bi ax û bi dîrok û bi ziman û çanda xwe va yek e.
Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava her yek parçeyek ji Kurdistan a hevgirtî nin.
Kurmanc û Zaza û Soran û Goran jî, her yek parçeyek ji Miletê Kurd in.
Îro li ser axa Kurdistanê çiqwas sînorê çar dewletan derbas bibin jî, ev hebûna yekbûna Kurdistanê û yekbûna Miletê Kurd ji holê ra nake.
Kurdistana ku ji alîyê dagirkeran va hatîyê parçekirin, duh jî yek bû, îro jî yek e. Mixabin dagirker û hêjmara dagirkeran di her demê da hatibe guhartinê jî, îro dudo ne.
Ew jî Tirk û Faris in.
Dîroka dagirkerîya wan dîrokekî kûr dûr e.
Dîrokekî bi xwîn û qirêj e.
Faris û Tirk, ji bo dagirkirina Kurdistanê, bi navê Împaratorîya Osmanî û Savefîyan bi salan şerê hev kirin. Di heman demê da, hemû şerên ku di navbera her du dewletan da diqewimî, qada şer Kurdistan, xwîna dirijîya jî bi pirranî xwîna gelê Kurd bû. Her du dewletên dagirker, ji bo emelên xwe yên qirêj şerê hev dikirin, zirar û zîyana şerê wan jî gelê Kurd dikişand.
Di encama şerê bi salan da, her du dewletên xwînxwar, bi awayekî gihîştin armanca xwe. Di sala 1639’an da, bi Peymana Qasr-i Şîrînê axa Kurdistanê di navbera xwe da parve kirin.
Îro Komara Tirk û Komara Îslamî ya Îranê, wek mîratgirên Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Savefî, gor peymana Qasr-i Şîrîn dagirkerîya xwe ya li ser axa Kurdistanê didomînin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, axa Kurdistanê ya ku di bin desthilatîya Osmanîyan da mabû, bi Peymana Sykes-Picot , di navbera sê dewletan da careke din hate parve kirin. Parçeyê mezin wek mîrata Osmanîyan ji Komara Tirk ra ma, parçeyek bi saya Îngilîzan ket destê Erebên Iraqî, ya din jî bi saya Firansîyan ket destê Erebên Surî.
Di ser peymana Sykes-Picot da sed sal derbas bû. Li Başûr salan berê bi navê Kurdistanê herêmeke federal hate îlan kirin û îro ber bi serxwebûnê diçe. Rojhilat bi navê kantonan, bi awayekî din di şopa Başûr da gav davêje.
Di destxistinên li Başûr û Rojava da begûman çiqwas para şervanîya gelê Kurd hebe, ewqas jî tesîra Amerîkayê û dewletên Europî hene. Ji ber ku 25 sal berê dest û pîyên Sedamê xwînxwar ji alî Amerîka û dewletên Europî va hate girêdan. Bi şerê Amerîka û Sedam va dîktatorîya Sedam hilweşîya û Iraq serûbinê hev bû. Rê û dirb li pêşîya Kurdan vebûn. Rêvebir û partîyên Kurd ev firsend baş bi kar anîn û li alîkî xwe parastin, li alî kî ji ji bo pêşerojê gavên balkêş avêtin.
Ew tiştên ku 25 sal berê li Iraqê qewimîn, îro bi awayekî din li Surîyê diqewimin. Kurdên Rojava jî ev firsenda ku îro bi dest xistine, di hinek xalan da şaşîyan bikin jî, bi kar tînin.
Îro Kurdên Başûr û Rojhilat, li ser axa xwe desthilatdar in û ji dewleta Iraq û Surîyê bihêztir in.
Di sîyaset û kiryarên wan da, kêmasî û şaşî hebin jî, ew, ji bo pêşerojê gavên balkêş diavêjin.
Ne Erebên Iraqî, ne jî yên Surî dikarin pêşî li wan bigrin.
Ji bo vê yekê ye ku mirov dikare bi hêsanî bêje, Kurdistan çar parçebe jî, dagirker îro ne çar, tenê dudo ne.
Ew jî dewleta Tirk û dewleta Faris e.
Komara Tirk li Bakûr dagirker û kujer, li Rojava jî kujer û neyar e.
Komara Îslamî ya Îranî jî li Rojhilat dagirker û kujer, li Rojava jî hevalbendê neyar e.
Komara Tirk ji Kurdên Başûr ra çavê xwe diqirpîne, Komara Îslamî jî bi Kurdên Bakûr ra bi rûken e.
Mixabin, ne çavqirpandina Komara Tirk nîşaneya dostanîyê ye, ne jî rûkenîya Komara Îslamî bi dilsozî ye.
Di sîyaseta wan da, di kirin û kiryarên wan da fen û fûtên tarî hene.
Armanca her du dewletan jî pêşî li girtina azadî û serxwebûna Miletê Kurd e, ha li Başûr û Bakûr, ha li Rojhilat û Rojava…
Di çavê wan da Kurdistan jî, Miletê Kurd jî yek e.
Sedem vê yekê, serxebûna parçeyek ji Kurdistanê ji bo wan tirs û xofeke mezin, her kurdek jî neyar û dabeşker e.
Wek gotina pêşîyan; „Neyarê bav û kalan, nabe dostê lawan!“
Kurdên ku bi herdû dewletan va têkilîyên xwe datînên gelo, gor çavqirpandina wan û rûkenîya wan tevdigerin, an jî gor gotinên pêşîyên xwe gavên xwe diavêjin, ez nizanim.
Lê ya ku ez dizanim ew e ku, çawa ku her du dewletên dagirker Kurdistanê yek, gelê Kurd jî yek dibînin, Kurd jî, li kîjan parçeyên Kurdistanê dijîn bila bijîn, endam û rêvebirê kîjan hêz û partîyan dibin bila bibin, heta ku sîyaseta xwe li ser hîmê yekbûyîna Kudistanê ava nekin, ew li hemberî her du dewletên dagirker, ne ku tenê li Bakûr û Rojhilat, li Başûr û Rojava jî bi ser nakevin.
Ji ber ku Kurdistan yek e û qedera hemû parçeyên Kurdistanê jî bi hev ra girêdayî ne. Serkeftina parçeyek rê li pêşîya parçeyên din vedike, têkçûn parçeyekî jî hemû rê û dirbên ku li ber parçeyên din vebûne, digre.
Dagirkerên Kurdistanê vê yekê dizanin û gor vê helwestê li hemberî gelê Kurd tevdigirin.
Kurd çi dikin?
Hinek li çavê Tirkan, hinek jî li devê Farisan dinerîn…[1]