=KTML_Bold=Têkoşîna ku dîrokê ronî dike=KTML_End=
=KTML_Underline=Zehra Mohammedzadeh=KTML_End=
Jinên rojhilatê Kurdistanê di dem û dîrokên cihê de, li dijî dagirkerên axa xwe mil dane milê bav û birayên xwe têkoşiyane, di van têkoşînan de bi rola pêşengtiyê rabûne. ruxmê êrîş, dagirkerî, zilm û polîtîkayên dewletê yên çewisandinê jî wan tu carî gav paş ve neavêtine, xwe di nav sînorên ku ji wan re hatine diyar kirin de nefetisandine.
Di her qirnekê (sedsal) de jinên ku mohra xwe li pêvajoyekê dane, derketine pêş. Yek ji wan jinan jî Hatû Şahnaza keça Yeqûb ê Erdelanî ye ku bi şerkerî û qehremaniya xwe dihat nasîn.
Di wan deman de bi piranî, kurdan çiyayên asê ji xwe re kiribûn perestgeh û li wan deran cî û war bibûn. Ji xwe heya rêjeyekê xweser bûn. Her çend dem bi dem rastî êrîşên desthilatdaran hatibin jî rê nedane ku axa wan ji dest wan biçe. Ji ber taybetmendiya erdnîgarî û axa bi bereket, mirov dikare bibêje rewşa bi şer her tim mijara gotinê bû. Vê carê jî Loristan hatibû dorpêçkirin. Helo Xan li herêma Bacirhana nêzî Sinê di şer de bû û xebera giranbûna şer li herêmê belav bibû.
Artêşa Îranê ya li Erdelanê, li newala Arezê bi cih dibe û ev yek bi xwe re xeteriyek mezin tîne. Hatû Şanaz hay li rewşê heye, ji bo wê jî bang li jinên Erdelanî dike û wan vedixwîne meydana cengê. Bi banga Hatû Şanazê 500 şêrejinên kurd dicivin. Hatû Şanaz bixwe rêbertiya vê yekîneya ku ji jinan pêk tê dike. Ew ne tenê ji hêla şer de, belku di milê taktîk de jî jêhatî bû. Helbet ev ne cara ewil bû ku jin dest davêt çekê û şer dikir. Lê wan 500 jinan karîn seyra şer biguherînin. Ew barîna baranê wek firsendek baş bikar tînin û ji çar aliyan êrîşê leşkerên ‘Sofî’ Kelp Elî Xanê fermandarê îranî dikin, wî li wê derê dikujin.
Di sala 1278’an de, di çaxeke din de jî wê jina bi navê Qedem Xêr rabe û ji bo rizgarkirina axa xwe, dest bi têkoşînê bike. Jixwe di tevahiya hikûmraniya Pehlewiyan de jinên kurd her tim li dijî êrîşan di nav têkoşînê de bûne. Di wan salan de artêşa Pehlewyan nû li herêma Loristanê bi cih dibû. Zexteke mezin li ser gelê xwecihî hebû. Dîsa dagirkeriya hêzên îngîlîz û armanca wan a dîlgirtin, helandina gelê herêmê mevzûbehs bû. Di sala 1320’an de, di navbera qebîleya Qedem Xêr û hêzên dagirker de şer destpê dike. Artêşa Riza Xan êrîşê Loristanê dike, lê belê Qedem Xêr ku fermandara hêzên kurd bûye rê nade dagirkeran û nêzî pênc salan têkoşîneke bêhempa dide meşandin.
Helbet ne tenê li Loristanê belku li gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê têkoşîna li dijî zilm û dagirkeriyê hebû. Di dema dewleta Safevî (Îran) de, li Rojhilat, gundên li herêmên Tirgever, Mirgever, Biradost û Şinoyê tên dagirkirin. Têkoşîna gel a serxwebûnê her tim rastî êrîş û astengiyên Osmanî û Safeviyan tê. Şah Abbas (1587-1629) dixwaze eşîrên kurdan bixe bin serweriya xwe. Lê gelê kurd vê yekê napejirîne. Xanê Çengzêrîn serî hildide û ev serhildan (1608-1610) wek tehlûkeya herî mezin a li dijî dewleta Safevî tê hesibandin. Ji bo wê jî dê hişk bi ser keleha Xanê Çengzêrîn de bihatana. Guher Xanima diya Xan di vê serhildanê de roleke girîng dilîze.
Her wiha dema ku dibîne keleh dikeve, bi barûdê kelehê bi erdê ve dike yek. Ew ne tenê kelehê, belku rê nade tu kes bikeve destê neyaran. Li gorî gotegotan, di kêliyên dawî de ku keleh wê bikeve, ew hemû jinan kom dike, keziyên xwe bi hev ve girê didin û xwe di kelehê de davêjin.
Ew heya kêliya dawî têdikoşin, şer dikin û dû re ji bo nekevin destê dijmin tevî zarokên xwe, xwe feda dikin. Tişta ku vê çîroka berxwedaniya kurd û kela Dimdimê ew çend diyarker dike, qehremanî û têkoşîna jinên kurd e.
Bêguman çîroka têkoşîn û berxwedaniya her yek ji van jinan bûye îlham ji bo têkoşîna jinên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ku îro jî ruxmê hemû zextên pergala îslamî ya Îranê (ku li dijî biçûktirîn dijberî û daxwazên azadîxwaz serî li rêbazên zext û çewisandinê dide) têbikoşin û dengê xwe berz bikin. Ev sekna jinên kurd nîşaneya serberziya jinên kurd e ku tu caraî li dijî zaliman serî netewandine. Ev sekna ku rê nedaye teslîmiyetê, îro jî li dijî pergala patrîark a komara Îslamî (ku jinê bi kuştin û dîlgirtinê ditirsîne) dibe sirûşt û rêya berxwedanê.
Jinên Rojhilat îro jî li ser vê rêça berxwedêr dimeşin û ji bo parastina fikir û ramanên xwe ji canên xwe dibin, tên girtin û kuştin, lê teslîm nabin. Her çend di têkoşîna serxwebûna kurdan de (ku di dem û dîrokên cûda de hatiye meşandin) zêde behsa rol û cihgirtina jinan nehatibe kirin jî em ji van mînakan jî pê derdixînin ka jinên kurd xwedî bandor û têkoşînek çawa bûne. Di her sê mînakan de jî tişta jinê digihîne hev berxwedan e, li dijî êrîşên serîtewandinê têkoşîn e.[1]