$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Hasan Agirman
Nasnav: Rêncber Gîvara
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Hazniye - Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 16-05-2023 / Besta
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rênçber ku eslê xwe ji Kerborana Mêrdînê ye, ji ber êrîşên dagirkeran neçar maye ku koçî Hezexa Şirnexê bikin. Di nava malbatek ku girêdayî kevneşopiya welatparêziyê ye û ji xeta xwe ya berxwedan û rûmetê tawîz nedaye de, hatiye dinê. Hevrêyê me Rênçber di nava malbat û derdorek ku girêdayî çanda berwedanê de, mezin bûye. Ev yek bûye sedem ku di temenekî zû de têkoşînê nas bike. Ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve gundên wan hatiye valakirin, zext û zilma ku li wan hatî kirin bûye sedem ku hevrêyê me Rênçber rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Ji malbat û derdora wî ya nêz tevlîbûnên wan ên refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hebûn. Ev yek bûye sedem ku hevrêyê me Rênçber eleqeyek mezin li hemberî gerîla hîs bike. Hevrêyê me Rênçber ku xizmê fermandara me ya nemir û mîlîtana pêşeng a artêşbûna jinê Şehîd Zelal Botan e ku Rêber Apo weke ‘Keça Botanê’ bi nav kiriye, bi xeyala tevlîbûna refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mezin bûye.
Hevrêyê me Rênçber ku li dijî dagirkeran xwedî hêrsek mezin e û bawer kiriye divê bersiva êrîşên li dijî gelê me were dayîn, sala 2014’an li xaka Botanê ku bi heskirinek mezin girêdayî ye, li çiyayê pîroz ê Cûdî tevî refên gerîlayên azadiyê bûye. Hevrêyê me Rênçber ji bo li dijî êrîşên dagirkeran xaka Kurdistanê biparêze, bi biryardariyek mezin tevlî refên têkoşînê bûye. Bûye xwedî sekin û tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me Rêncber ku bi kesayeta xwe ya paqij û cewherî hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kiriye, li Botanê bi perwerdeyên ku dîtiye xwe pêş xistiye û bêyî teredut ji bo li dijî dagirkeran şer bike di çeperê herî pêş de cihê xwe girtiye. Hevrêyê me Rênçber li pey şopa fermandarê me yê nemir Egîd meşiya û hezkiriyê Gabarê bû, li her qada Botanê pratîk meşandiye û pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye. Bi hevrêyên xwe re derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistiye. Hevrêyê me Rênçber di pêvajoya şerê dijwar de du caran birîndar bûye, bi îradeya Apoyî ya xurt bi lez baş bûye û bênavber têkoşîna xwe domandiye. Di şexsê Şehîd Zelal Botan û xizmê wî Şehîd Rojhat Zelal (Diljar Hazar) ku sala 2018’an li Şirnexê bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû de, mîrateya têkoşînê ya hemû nemirên me bi rengekî bandor tevlî berxwedana xwe kiriye. Hevrêyê me Rênçber baş dizanî ku PKK partiya şehîdan e û di tevahî jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, girêdayî xeta şehîdan bûye û bîranînên wan di têkoşîna xwe de daye jiyandin. Hevrêyê me Rênçber di pratîka şer de di demek kurt de xwe pêş xist û ji wezîfe û berpirsyariyên demê re bû bersiv. Li Botanê piştî pêvajoya şerê dijwar derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û tecrubeya xwe ya gerîlatiyê bi perwerdeyên ku dîtiye zêde kiriye û di felsefeya Rêber Apo de xwe zane kiriye. Hevrêyê me Rênçber ku dilê wî li Botanê, li qada şer lêdida ji bo vegere Bakurê Kurdistanê pir israr kiriye. Hevrêyê me ku di qada îdeolojîk û leşkerî de xwe gihand astek mezin, her tim ketiye nava lêhêrbûnên ku derbeyên giran li dijmin bixe û serkeftinê bîne. Di jiyan û şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me ku girêdayî kedkarî û hevrêtiyê ye û xwedî seknek bi hestiyar e, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re tê naskirin. Bi tevlîbûna xwe ya sade, xwezayî û dilnizm ji hemû hevrêyên xwe re bûye hevrê û fermandarek mînak. Hevrêyê me di demên herî zehmet de gelek wezîfeyên krîtîk bi serkeftinê qedand û di xebatên ku meşandî de her tim serkeftin ji xwe re esas girtiye. Zaniye ku bi tarzê xwe yê bi rêk û pêk û bi disîplîn encam bigire. Hevrêyê me Rênçber ku sala 2021’an car din derbazî Botanê bû, di jiyana xwe ya şoreşgerî de timî li pêş bû û li qadên herî zehmet ji xwe re esas girtiye ku têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me tarzê tîmên bi tevger bi serkeftî derbasî jiyanê kir û di çalakiyên bi bandor de derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistiye[1]