Bi xizanî mezin bûn
Çi hebû çi tinebû, zilamekî bedew û hêja bebû, navê wî Seydo bû. Tenê di malekê de dijiya. Ew pir jîr û jîhatî bû, di karê xwe de pir bi lez bû ango di her warî de jîhatî bû, çi dikir ji heq dihat der. Ew xortê jîhatî û çeleng dilê xwe kete keçikekê ji gund, keçikeke pir çeleng û bedew bû, navê wê jî Eyşo bû. Her tim li ber mala Seydo re diçû bêriyê, bi vî awayî dilê Seydo kete Eyşo. Seydo xizan bû û ji bo ku Eyşo bixwaze bi şev û ro kar dikir di berf û baranan de her wiha di german de. Di dawiyê de qelenê Eyşo derxist û çû mala bavê Eyşo, wî Eyşo xwest. Lê hîn di rewşa xizaniyê û hejariyê de jiyan dikir. Seydo dikir nakir tenê heqê nanê xwe derdixist ango bi nanezikê diqediya. Rojek, duroj, sêroj û demek çû Seydo û Eyşo êdî kê bibin xwedan zarok. Zarokê xwe yî yekê lawik bû, navê wî kirin Mihemed, pişt re lawikekî dîn çêbû, navê wî jî kirin Ehmed, zarokê xwe yê dawî keçikeke çeleng û çavşîn û pir nazik bû ji ber ku pir nazik bû navê wê kirin Gulnaz. Hêdî hêdî êdî temenê Seydo mezin dibe, bi xizanî her sê zarokên xwe hêdî hêdî mezin dikirin, rojekê berçî û rojekê têr, rojekê sar û rojekê germ ew xwedî dikirin. Belê, raste malbateke xizan bú, lê bi kêfxweşî jiyan dikirin malbateke wekhev û azad bûn. Her kesî rêzdarî ji hev re dikirin û alîkarî ji hev re dikirin. Lê ew jiyana wan a kêfxweş û ronî dirêj nekir, qey ti dibêjî çav li ser wan bûn û nezerî bûn. Ew jiyana bi ronî ji nişkava ewrekî reşî tarî xwe girte ser, lawikê wan ê biçûk Ehmed bi nexweşiyeke bê derman ket zêde dirêj nekir. Mehek, dumeh, sêmeh û ji nav malbatê barkir. Eyşo damîşe wa şewata kezebê nebû û piştî mirina Ehmedê xwe yî biçûk wê jî dirêj nekir, ew jî mir. Di navbera mirina wê û Ehmed tenê çar meh hebûn. Û Seydoyê ronedî her ku çû kal xuya dikir ji ber ku hem derdê tenêtê, xizanî û di ser de derdê kezebê jî dît. Seydo li pê Eyşo tu kes nexwest, ew ji zarokên xwe re hem dê û hem bav bû. Demek çû keçka xwe zewîcand, tenê ew û Mihemedê xwe di mal de man. Seydo bi can û bên karê giran dikir, hem bi şev û hem bi roj da ku karibe qelenê Mihemed kom bike. Wî bi temenê xwe yê mezin qelenê Mihemedê xwe derxist û jê re li keçikekê digeriya da ku wî bizewîçîne. Di dawiyê de Mihemed keçikek dît. Seydo Mihemed zewîcand û bi zawaca wî pir kêfxweş bû. Lê êdî Seydo ixtiyar bû û êdî nikare kar bike. Demek çû
û Mihemed bû bavê lawikekî û roj pişî rojê lawê xwe êdî mezin dibû, bû heft salî, navê wî jî kiribû Ehmed li ser navê birayê xwe yê mirî. Seydo ji neviyê xwe pir hezdikir û her wiha neviyê wî jî pir jê hezdikir û bê wî nikaribû. Jina Mihemed her tim bi Mihemed re digot: ez nikarim bavê te yî devgenî xwedîkim, vî genî ji mal bavêj. Mihemed kir nekir bi jina xwe re neçû ser, êdî tu çare nedît, Mihemed çû benê kêndir anî û bi wan benan selikek çêkir, wa çêkirinê demeke dirêj dom kir. Jina Mihemed çû mala bavê xwe û ji Mihemed re got: ez aniha diçim, lê dema ez bêm dibê te bavê xwe avîtibe derve. Mihemed bavê xwe xist wê selika ku ji benê kêndirî çêkiribû û bir, ji bo ku bavêje cihekî dûr, lê berî ku Mihemed ji hundir derkeve, lawê wî Ehmed got: bavo, dema te kalikê min avît, ji bîr neke wê selikê bi xwe re vegerîne. Mihemed gav baş de avîtin û got: çima kurê min? Kê ti selikê çibikî?, Ehmed git: ji bo ku dema tu jî bi temen mezin bibî, ez jî te têxim wê selikê û bavêjim. Mihemed li ser xwe de onicî û bi ser bavê xwe de giriya, û bavê xwe ji nû ve vegerand û jina xwe berda. Çîroka min çû leqatê rehma li bavê cimatê.[1]