Cil û bergên herêma Kobaniyê
Li gorî her herêmekê bi cil û bergên xwe têne naskirin, hinek ji wan bo şînan, hinekî ji wan jî bo şahiyan têne li xwe kirin. Lewma mirov dikare bi kurt cil û bergên herêma kobaniyê wiha dabeş bike û bide naskirin.
=KTML_Bold=Cil û bergên Kurdî ên zilaman:=KTML_End=
Şelwerê ferem dîlanî şapik bûn qutik bi ser de û fût bûn li ber serî dihat gerandin û qonderê îlan dîlanî dihatin pêkirin ev nîşana cil û bergên me yê kurdî ên Zilaman bûn .
=KTML_Bold=Cil û bergên kurd keçikan:=KTML_End=
Keçikan Ş'eir girê didan Şeir du şikil bûn şiklekî reşe û şiklekî merkebî ê merkebî kêserewane û her du Şeir ji herîr hatibûn çêkirin demê ku keçikan dida serî xwe berî gî kitana meles didan serî xwe pişt re Şeir didan serî xwe û qencik li ber serê xwe girê didan, keras, xeftan, siqme û bervanek paşê siqme heyela caw pêşê wî jî ji şal bû keras xeftanê xwe jî ji cawê helalî bû kesên zengîn qimaşê ji helalî dikirin keras xeftan ên xizan basmê reş dikirin cil .
=KTML_Bold=Cil û bergên jinên temen mezin:=KTML_End=
Kofî didan serî xwe şeira reş ya kêserewan û keras xeftanê, şal û lalîs li xwe dikirin û bervanek li ber girê didan .
=KTML_Bold=Cilên û bergên şînan:=KTML_End=
Dema ku şîn çêdibûn jinan cilên reş li xwe dikirin. Ş'irê reş didan ber serî xwe û xeftan paşepê li xwe dikirin. Heta bi cil û bergên şînan bûne, li wan jinan bi awayekî folklorî dihat xûyakirin.
=KTML_Bold=Cilên û bergên şahiyan:=KTML_End=
Di şahî û dawetan de jî jinan kiras û xeftan li bejna xwe digerandin, her wiha bervanek, siqme û se'r jî li xwe dikirin.
Çavkanî: rapirsîna bi jinên bajarê Kobaniyê re.[1][2]