Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,599
Wêne
  123,868
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,567
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Rêveberiya Xweser dergeha çareserkirina aloziya Sûriyê û herêmê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser dergeha çareserkirina aloziya Sûriyê û herêmê ye
GÎVARA ŞÊX NÛR
Rojhilata Navîn ji ber projeyên jeosiyasî yên mezin ên cîhanê di nava nakokiyan de ye. Ev nakokî li ser hewldanên sepandina hegemonya û belavkirina fikrê desthilatdariya dewletê ava dibe.
Projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji bo pêkanîna projeya aştiyê xwedî derfetên mezin e. Ji ber wê bersiva dîrokî ya gelên herêmê ya li hemberî projeyên parçekirinê û tevliheviyê di yekkirina berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn û pêkanîna yekitiya wê bi rêya avakirina rêveberiyên xweser de ye.
Bi rêya van rêveberiyên xweser, serdestiya gelên herêmê dibe bingeh. Pêkanîna wê di pratîkê de, bi lihevkirin û yekitiya pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Fars, Tirk û kêmneteweyên din ve girêdayî ye. Divê ev têkilî bigihêje asta herî bilind a biratiyê û parastina mafên hev. Ji ber ku çarenûsa gelên herêmê êdî di destê wan de ye û tenê bi rêya yekbûnê dozên nakok çareser dibin.
Rojhilata Navîn û Sûriye di aloziyeke mezin û girêk re derbas dibin. Ruxmî wê jî gengaze ev alozî bibe navend çareseriyê. Ev yek jî bi rêya modela çareseriya demokratîk û Rêveberiya Xweser pêkan e ku rêber Abdullah Ocalan wiha behsê
kir Modela demokratîk û rêveberiya xweser rewşa birêxistibûna gerdûnê û reva ji tevliheviyê rave dike.
Ji lew re di dirêjahiya salên borî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe da û ew têk bir. Her kesî digot dê ev rêveberî bi bin bikeve mîna ku di vê dawiyê de bi hêzên Efgan re pêk hat, piştî ku Amerîkayê hêzên xwe ji Efganistanê kişandin. Lê tişta rû daye hemû îhtîmal derbas kirin, ev rêveberî her ku çû bi pêş ket û di pratîkê de cihê xwe girt. Êdî ji sûriyan re bûye nimûne. Li rex wê berxwedanê, çanda gelên herêmê yên kevnar parast.
=KTML_Bold=OCALAN Û FELSEFEYA PÊKANÎNA DI PRATÎKÊ DE=KTML_End=
Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê, tiştên ku lîderên mezin nekarîn pêk bînin, pêk anî. Wî teorî bi pratîkê ve girê da. Berhemên vê yekê yên pêşîn jî rêgeza neteweya demokratîk û avakirina rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Bi vê yekê mirov dikare rêber Abdullah Ocalan wekî fêlezofekî demokratîk bi nav bike, ji ber ku bawer kir ku kesayeta wî ne tenê bi şexsê wî de sînordarkirî ye lê belê ew têkiliyeke civakî ya guherêbar e.
Fîlozofê marksîst Antonio Gramscî di pirtûka xwe ya Lênûskên Girtîgehê de dibêje birêvebirina gelek mirovan ber bi fikirandinekê ve li gorî cîhana rastîn bûyereke felsefîk e ku ji kifşkirina fîlozofekî dahî yê rastiyekê ku milkê komeke biçûk a rewşenbîran maye, girîngtir û resentir e.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER PÊWÎSTIYEK E=KTML_End=
Ji dema ku Rêveberiya Xweser di 2014`an de hatiye avakirin, rastî êrişên domdar ji gelek aliyan ve tê çi êrişên dewleta Tirk an jî hikumeta Şamê ku dixwaze hebûna vê rêveberiya bi dawî bike û careke din welêt bi giştî bixe bin serweriya xwe.
Lê herêmên vê rêveberiyê piştî destpêkirina aloziyê sala 2011`an zêde bûn û hêzên leşkerî, siyasî û ewlehiyê ava kirin.
Navên cuda li bûyerên ku di Adara 2011`an de li Sûriyê qewimîne, hatin kirin. Hinekan bi şoreşê bi nav kir, hinek din jî bi serhildanê û hinek din bi komployê bi navê kir. Di hemûyan de banga azadî û demokrasiyê hate kirin. Lê bi lez û bi piştevaniya hêzên herêmî û navneteweyî şoreş veguherîn nakokiyeke çekdarî. Lê bûyerên li Rojhilat û Bakurê Sûriyê rû dane, ji vê yekê cuda bûn. Ew bûyer mîna hêviya ku ji Sindoqa Pandorayê derketiye, bû. Hemû pêkhateyên vê herêmê çareserkirina aloziya li welêt bi rengekî ji yê opozîsyonê û hikumetê cuda dîtin.
Ruxmî destpêkirina aloziyê ji 10 salan ve gelek cudahî di navbera hişmendiya ku dixwaze aloziya li welêt bi rêya gel û rêgeza xwe bi xwebirêvebirinê çareser bike û hişmendiya hikumeta Şamê û opozîsyonê de heye. Bê guman pêwîstî tune ye ku niha em hevrûkirinekê di navbera her du hişmendiyan de çêkin, ji ber ku her tişt zelal e.
=KTML_Bold=NETEWEDEWLETÊN TIRKIYE Û SÛRIYÊ ÇI DIXWAZIN?=KTML_End=
Rêveberiya Xweser ku di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, xeta sêyemîn û çareseriya siyasî pejirand ku bala sûriyan kişand ser xwe. Vê rêveberiyê xwedî li vîna çareseriya rastîn a aloziyê derket ku pêkhateyên Sûriyê dike bingeh. Bi rêya avakirina koordîneyê rê ji hemû pêkhateyan re vekir.
Lê netewdewletên Sûriyê û Tirkiyê ji vê yekê nerazî bûn. Ji ber wê li ser astên leşkerî û aborî dest bi tengavkirina rêveberiyê kirin û wê bi cudakirinê tawanbar kir. Lê hemû kes dizanin ku ev rêveberî, hêzeke sûrî ye û bi awayekî cidî dixwaze çareserî û aştî li welêt pêk were û Sûriyê li qada navneteweyî bibe welatekî çalak.
Rêveberiya Xweser her tim banga berdewamkirina diyalogê bi hikumeta Şamê û opozîsyona Sûriyê re kir, lê hikumeta Şamê ev diyalog red dike û hewl dide rewşa li welêt vegerîne beriya 2011`an. Hikumeta Şamê radestkirinek bê şert armanc dike.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER LI DIJÎ TEVLIHEVIYÊ YE=KTML_End=
Plan ew bû ku nakokiyên mezhebî û kêmneteweyan li Sûriyê zêde bibin. Ji Tirkiyê û DAIŞ`ê hat xwestin bi vê rola kirêt rabin. Enqere û alîgirên wê hemû rêbaz bi kar anîn da ku armancên xwe pêk bînin û welêt parçe bikin. Çi bi rêya dagirkirina yekser mîna dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Ezazê. Yan jî birêya finansekiirna çeteyên DAIŞ`ê û komên din. Pêkanîna siyasetên wêrankirina welêt bi rêya derketina nakokiyên hundirîn di navbera pêkhateyan de. Ji ber wê herêm dorpêç kir û ji aliyê aborî tengav kir. Li herêmên dagirkirî jî zimanê tirkî, siyasetên guhertina demografiyê û danûstana bi lîreyê tirk ferz kir
Lê ji ber ku Rêveberiya Xweser çarçoveya rastîn û xwezayî ya dîroka mirovahiyê fam kiriye, ji destpêka aloziyê ve tê gihîşt ku gelên herêmê bira ne, dîroka hevber û biyekbûn bingeha têkiliyên wan in. Lê erka dewleta Tirk ew bû ku parçebûnê di navbera wan de belav bike ku li dijî xeta biyekbûnê û hevdutemamkirinê ye.
Fikirê neteweya demokratîk ku bi rêya Rêveberiya Xweser di pratîkê de pêk tê, rastiyek ji rastiyên Rojhilata Navîn a demokratîk e û cihê kombûna zimanan, çandan, olan û hevbandorê ye.
(şx)[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,643 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 09-06-2023
Gotarên Girêdayî: 62
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-11-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,643 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.531 çirke!