Ji veguherîna siyasî ta veguherîna civakî
RAUF KARAKOÇAN
Guherînên siyasî bi qasî ku civakan vediguherînin, ew qas roleke mayînde û çêker dilîzin. Veguherînên civakî li gorî guherînên di qadên îdarî, leşkerî, civakî, siyasî, çandî û aborî de pêk tên. Rêbazên birêvebirinê yên civakan li gorî ferasetên wan çêdibin. Rêveberiyên siyasî yên modelên zîhniyetên heyî, ji qralên xweda heta modelên modern ên komarên netewedewletê, ji modernîteya kapîtalîst a ezmûnên desthilatê heta rêveberiyên sosyalîstî, xwedî çareserî nîn in. Çi krîzên herêmî an jî çi krîzên lokal û çi jî pirsgirêkên civakî û ekolojîk ên gerdûnî, di çavkaniya wan de ev qalibên ferasetê hene.
Tişta ku pêk hat, krîza mirovî ye. Pergalên serdest civakên nexweş afirandine. Azweriya kara herî zêde, bûye dîlgirtina hevsengiya mirov-xwezayê. Krîzên avhewayê, pandemî û karesatên xwezayî çavkaniya xwe ji zîhniyeta modernîteya kapîtalîst digirin. Wêraniya herî zêde jî li ser xwezayê pêk anî ku heke pêşî lê neyê girtin, dê ji bo hemû mirovahiyê bibe xetereyeke mezintir. Pergalên ku xwezayê wek ‘xwezaya hov’ dibînin, gefên sereke ne. Heta ku zîhniyeteke siyasî ya ku îro civakan bi rê ve dibe, neguhere, pêşî li van karesatan nayê girtin. Bi taybetî dema mirov li trajediyan, dramên mirovî, nakokiyên bêdawî û pevçûnên civakan û şerên bûne sedema texrîbatên mezin binêre, dê baş were dîtin ku ev cure modelên siyasî çi qasî bê kêr in.
Gelên Rojhilata Navîn, etnîsîte, bawerî û cudahiyên çînî kirine amûrên nakokî û şeran û ji dewlemendiya pêkvejiyanê dûr xistine. Komkujiyên fîzîkî û çandî, qirkirin, pogrom (şîdeta li hember komekê), tevkujiya etnîk, komkujiyên girseyî yên ku mirovahiyê rûreş dikin, berhemên feraseta siyasî ya serdestan e. Heta ku ev qalibên ramanê neguherin, pirsgirêkên civakî nayên çareserkirin. Ya ku ji bo çareseriyê pêwîstî pê heye, avabûneke nû ya civakî ye. Ji hilberandina zanistî heta hilberandina çandî, ji hilberandina aboriyê heta nirxên polîtîk ên exlaqî, bîreke demokratîk divê. Qesta me ne demokrasiyên Ewropayê ye. Modelên rêveberiyê yên bi navên beşdarîparêz, piranîparêz, nîspî, nûnermendî, civakî, lîberal, parlamenter, nîv-rasterast ên demokrasiyê hatine diyarkirin, bûne têgehên ku demokrasiyê bê qedir dikin. Lê belê tişta ku em behs pê dikin, demokrasiya radîkal e û bi rastî jî afirandin û sazûmankirina rêveberiya demokratîk e.
Bi afirandina siyaseta demokratîk re cudahiyên civakî xwe îfade dikin û xwe bi rê ve dibin û binesaziya zîhnî ya vê yekê bi pêş dixin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku ev guherîn li tevahiya civakê belav nebe. Ya ku modernîteya kapîtalîst dike ev e; ji bo guhertina civakî bi ferzkirinê, empozekirinê, bi bikaranîna hêzê civakê diguherîne. Lê belê ne pêkan e bi ser bikeve. Heta pirsgirêk tevlihevtir kirin. Di civakên kevneşopî yên Rojhilata Navîn de vê rastiyê bi rengekî balkêştir xwe nîşan da. Rêbaza veguherîna civakê bi ferzkirinên derve yên ferasetên siyasî yên serdest, zordar, kolonyal bûye çavkaniya bingehîn a pirsgirêkê. Kurd mînaka herî şênber a vê yekê ne. Tevî ku erdnîgariya wan parçe kirine, nasnameya wan a zimanî û çand qedexe kirine û komkujî û asîmîlasyon li ser wan pêk anîne jî, nekarîne bi temamî ji rastiya xwe ji dûr bixin.
Wezîfeya siyasetê ew e ku xwe li gorî pêwîstiyên civakê ji nû ve ava bike û wek mekanîzmayeke rêveberiyê bixebite. Ne jinavbirina civakê ye, bi nirxên xwe yên bingehîn li hev bicivîne û biguherîne. An jî ji nû ve avakirin e. Ne endezyariya civakî ye, lê belê hûnandina çanda jiyana bi hev re ya li ser bingeha normên demokratîk e. Di ramanê de pergala herî bêqusûr were afirandin jî, heta ku li civakê belav nebe, ne pêkan e ku di civakê de rê li ber veguherînê veke. Divê ev guhertin hem di zîhniyetê de hem jî di jiyanê de bi ser bikeve. Şoreşa Kurdan a li Rojava ji bo van mijaran modeleke girîng e. Tevgera ciwan û jinan, hemû pêkhateyên gelê Rojava di vê şoreşê de bûne hêmanên girîng. Ya ku divê were kirin, li ser bingeha vê paradîgmayê bilindkirina asta hişmendiyê, birêxistinkirin û şoreşê ye.
Tecrubeya Rojava tecrubeyeke têra xwe girîng e. Şoreşa Rojava ne tenê guherîna siyasî û îdarî ye. Ji bo avakirina civakeke demokratîk destpêkek e. Çi qasî bi ser dikeve ya jî pêk tê, mijareke cuda ya nîqaşê ye, lê belê pergal û feraseta siyasetê ya tê meşandin, teqez e ku modeleke nû ye. Zîhniyeta siyasî ya ku li şûna rejîma Baasê hatiye avakirin, nûbûnek e. Ji bo ku ev bibe hêzeke şoreşger û alternatîfa paradîgmaya ku asîmîle dike, pêwîstî bi dem, zanebûn û tecrubeya rêveberiyê heye. Zehmetiyên ji ber şert û mercên şer jî bandorê li pêşveçûna vê yekê dikin helbet. Tevî vê yekê divê avakirina civaka demokratîk temam bike û guherîna siyasî bixe xizmeta veguherîna civakî û civaka demokratîk ava bike.[1]