Mîrateya azadiyê – 2
Aras Jiyan
=KTML_Bold=Têkiliya azadiyê li cem çend têgehên cuda=KTML_End=
Armanca me ya bingehîn ew e ku em karibin di pêvajoya şekilgirtina mirov ji aliyê civakî ve û rol û rewşa azadiyê di wê demê de çi bû, fêm bikin.
Rêber Abdulah Ocalan destnîşan dike ku ‘azadî ne tenê bi mirov û civaka mirov re eleqadar e’ lê dîsa jî herî zêde bi mirov re elaqadar e. Yanî hem weke pênase û hem jî wekî naverok azadî, tenê ji bo civaka mirov pirsgirêkek e. Ruxmî vê rastiyê di pêvajoyên şekilgirtina civakê de jî pirsgirêkeke bi vî şiklî tune bûye. Civakê bi azadî jiyan kiriye, hemû endamên wê hev temam kirine. Civak bi ferq û cêwaziyên xwe, hem ji bo xweza û gerdûnê û hem jî ji bo civakên din bûye xwediyê xwebûna xwe, bi rastî jî hatine jiyîn. Lê dîsa jî ji beriya em bikevin nav şertûmercên çêbûna civaka mirov û nav nîqaşeke kûrtir, rola azadiyê di pêkhatina wê de (ne tenê weke pênaseyekê, ji wê bêhtir di aliyê naveroka wê de), em ê hewl bidin pêwendiya azadiyê li gel çend pênase û rewşên cuda bigirin dest.
=KTML_Bold=‘ARMANCA GERDÛNÊ AZADÎ YE’=KTML_End=
Ji ber ku ji çavdêrî, xwendin û şopandinên heta bi niha ên zanyar, fîlozof û ewliyayan kiriye, tê fêmkirin ku pirsgirêkek azadiyê ya gerdûn, xweza û hemû zindî û ne zindiyên di nav de jiyan dikin tune ye. Lê heta ku mirov dest lê wernede… Çawa? Mînak, gerdûn di rewşa xwe ya xwezayî de azad e (ev helwesta azadiyê di mijara ji beriya vê de hatibû nîqaşkirin). Xweza bi xwe jî di rewşa xwe ya xwezayî de azad e, heta ku mirov dest lê wernedaye û talan nekiriye. Azadiya gerdûn, xweza û heta civaka xwezayî ne di asta pênaseyê de ye, tenê tê jiyankirin. Yanî tenê weke meylekê ye. Mînak di tu civakên xwezayî de pêyv û gotineke ku pênaseya ‘azadiyê’ pêşwazî dike nehatiye şopandin. Wisa diyar e, azadî tenê ji bo mirov bûye xem û ew bi xwe re mijûl kiriye. Rêber Abdullah Ocalan vê rewşê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de wiha tîne ziman: “Dikim bêjim gelo armanca gerdûnê azadî ye!?” Dîsa daristanek, çiyayek yan jî heta bi çolekê, bi zindî û ne zindiyên xwe hev temam dikin, bi curbûna xwe ekolojiya daristanê dewlementir dikin (yan jî bi azadî jiyan dikin).
Mînakek din; di sîstema atomekê de barê elektirîkê yê negatîf ê elektronê ji aliyê barê pozîtîf ê elektrîkê yê protonên wê ve tê tewazinkirin. Gerdûna heyî li ser wê atomê ji aliyê kutle ve zexteke pir mezin dike. Lê ev zext encax dikare ji aliyê praniya kutleya atomekê ku li navenda wê kom bûye ve, tê pêşwazîkirin. Yanî ew atom dikare encax bi vî şiklî bibe ew atom (dîsa ji aliyê kutle ve divê mirov protona atomekê jî ji bîr neke). Mînak atomeke karbonê, atomeke oksîjenê nêzîkî ji sedî sed kutleyên wan ji aliyê proton û nutronên wan atoman ve tê pêkanîn. Bi gotineke din bi vî şiklî ew atoma dibe ew atom, xwe temam dike û dibe heqîqeteke xwediyê ferq û cêwazî, di maneyeke din de bi azadî xwe îfade dike. Li vê derê heqîqeteke din derdikeve holê: hemû sîstemên gerdûnî û xwezayî -xwezaya em dizanin- ji kêliya ku hev temam dikin yan jî bi ferq û cêwaziyên xwe, dibin xwe bi xwe pê de di rewşa xwe ya bi azadî jiyankiririnê de ne. Her wiha têkiliya di navbera azadî û bûna xwediyê ferq û cêwazî jî xwe dide der. Ev heqîqet ji bo civaka mirov jî derbasdar e.
Ji aliyê sosyog û fîlozofan ve azadî bi gelek şiklan tê pênasekirin; yan jî têkiliya wê bi pir têgeh û rewşên cuda re tê destnîşankirin. Mînak yek ji van, têkiliya di navbera azadî û wekheviyê de ye. Murray Bocking wekheviya newekhevan wekî zagona herî bingehîn a azadiyê destnîşan dike. Bi rastî jî (eger ferq û cudahî li ber çav werin girtin) rêgeza wekheviya newekhevan wekî meyl û rewşa azadiyê pênasekirin, hem ji beriya şaristanî bi pêş bikeve (serdemên civaka xwezayî) û hem ji bo hemû pêvajoya şaristaniyê jî derbasdar e. Têkiliya di navbera azadî û wekheviyê de bi rengekî herî zelal û ber bi çav Rêber Abdullah Ocalan tarîf dîke. dibêje; “Wekhevî bêhtir têgîneke huqûqî ye. Pêşbînî dike ku di navbera kes û komcivakan de cêwazî neyê kirin û heman maf bêne parvekirin. Lê belê cêwazî taybetmendiyeke bingehîn a hem gerdûnê ye û hem jî ya civakê ye. … Wekhevî tenê dema ku cêwaziyên esas bigire, dikare watedar bibe. … Dadweriya rasteqîn dikare ancax di nava feraseteke wekhevî ya ku cêwaziyan esas bigire de pêk were. Dema em destnîşan bikin ku azadî pir têkildarî têgîna cêwazbûnê ye, tenê dema ku wekhevî bi cewazbûnê re were têkildarkirin, dikare pêwendiyeke wê ya watedar bi azadiyê re were danîn.”
Em dikarin têkiliya azadî-polîtîkayê jî bi vî awayî rave bikin: Li ser rêgez, qural û qaîdeyên ku jiyana civakê bi wan didome nîqaş kirin û ji bo yên hê berhemdar peydakirinê hewl dayin, weke polîtîka tê pênasekirin. Ji ber vê yekê ji vê pênaseyê rasterast derdikeve holê ku eger di nava civakekê de ev hewldan çendî xurt were meşandin ew civak (kes) ew çend nêzîkî azadiyê ye. Berovajiya vê jî herî kêm bi qasî vê encamê rast e. Yanî civakek ku ji bo pêşeroja xwe têkoşîn nameşîne, her kêlî gefa koletiyê li ser patika wê ye.
Têkiliyeke balkêş jî ya di navbera exlaq û azadiyê ye. Heqîqeta ku vê tîne asteke balkêş ew e ku hîmên civakîbûnê di vê têkiliyê de veşartî ye. Hemû lêkolînên di qada zanistên civakî û zanistên pozîtîf de hatine kirin, derxistiye holê ku mirov (wekî endameke/î civakê) hebûna herî zekî ya gerdûn-cîhanê ye. Piştî ku li cîhanê jiyana biyolojîk dest pê kir, li dûv pêvajoyeke dûr û dirêj a beridînê, hin familyayên zindiyên bilind derbasî jiyana bi hev re, jiyana civatî bûne. Heta zindiyên niha jî jiyan dikin yên wekî morî, masî, piraniya curên sewalên memikdar jiyana civatî jiyan dikin. Lê belê tu ji van derbasî qonaxa jiyana civakî nebûne. Tenê di curê jê re tê gotin mirov de rewşeke cuda bi pêş ketiye. Rêber Abdulah Ocalan hem ji bo vê rewşê hem jî li ser têkiliya exlaq û azadiyê dahûrîneke bi vî şiklî bi pêş dixe; “Sedema ku pirbûn û ciyêbûn her tim azadiyê tînin bîra mirov, reng e ji ber çirûskên zekayê yên di bingehên wan de bin. .. asta zeka û asta nermahiya zekaya mirov hîmên rasteqînê yên civakê pêk anîne. Her Her wisa di cî de ye ku mirov azadiyê di vê wateyê de weke hêza avakirina civakî jî pênase bike. Em dizanin ku ji yekemîn komcivakên mirov û vir ve, ji vê re tê gotin helwesta exlaqî”.
Bêguman ev mijar (têkiliya azadî û pênaseyên cuda yên bi civaka mirov re eleqadar) hê zêdetir dûr û dirêj e. Lê me ji ber hin sînordariyên heyî, tenê destnîşanî hinek ên girîngtir kiriye. Niha em derbasî mijara ‘di civaka xwezayî de meyla azadiyê bin’.
Çavkanî:
Sosyolojiya Azadiyê, Parastina Gelekî-Abdullah Ocalan
Wisa Bifermo Zerdeşt-F. Niestzche
Ekolojiya Azadiyê -Mûray Bookchin[1]