Armanca Sevr kûrkirina aloziyan bû
ZINAR YILDIZ
Naveroka peymana Sevr li gorî avakirina nakokiyên nû li Rojhilata Navîn hatibû amadekirin. Pergala hegemonîk Rojhilata Navîn kir navendeke aloziyên cîhanî û xwest gelan bi hev bide qirkirin.
Di 11’ê Çileya 1918’an de, Şerê Cîhanê yê Yekemîn bidawî bû û dewletên îtîlafê (Brîtanya, Fransa û Rûsya) li hember dewletên tîfaqê (Elmanya, Awistirya-Macarîstan û Îtalya) biser ketin. Dewleta Osmanî jî li gel dewletên tîfaqê bi taybet jî li gel Elmanya cih girtibû. Lewma piştî binketina dewletên tîfaqê dewleta Osmanî jî weke dewleteke binketî derket holê.
Lê parvakirina erdnîgariya Osmanî berê bidawîbûna şer dest pê kiribû. Bi peymaneke veşartî di navbera Brîtanya û Fransayê de û bi erêkirina Rûsyayê ve plansaziya parvakirinê hatibû danîn. Georges Pîcot a Fransî û Mark Sykes a Brîtanî di 16’ê Gulana 1916’an de peymana Sykes-Picot îmze kirin û hêzên îtîlafê li gorî vê peymanê tevgeriyan û li ser erdnîgariya Osmanî hêzên xwe bicih kirin.
=KTML_Bold=NE GENGAZE KU DEWLETEKE KURD WERE AVAKIRIN=KTML_End=
Piştî Brîtanya di 9’ê Gulana 1918’an de Kerkûkê bidest xist, lê çûyîna ber bi Mûsilê ve ji ber berxwedana Kurdan çar mehan berdewam kir. Li hember hêzên Brîtanya, Kurdan tevgereke berxwedanê dest pê kiribûn. Ev mijar ji bo Brîtanya mijareke nû bû. Ji ber ku piştî bidawîbûna şer li Mûsil, Wan, Amediyê, Urmiye û Zaxo Kurd ketibûn tevgerê û li dijî dagirkeriyê li berxwe didan. Tirsa Kurdan a sereke guhartina demografiya Kurdistanê bû. Ji ber ku propagandayeke weke “gelên Ermen û Suryan bînin heremê û erdên Kurdan bidin wan” dihate kirin.
Li herêmên Kerkûk, Mûsil û Silêmaniyê Mehmud Berzencî dest bi tevgerê kiribû. Ji Erziromê heta Kerkûkê li dijî siyasetên dagirkeriyê ji aliyê Kurdan ve berxwedan hatibû destpêkirin. Li aliyê sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê Şêx Tahir û Sîmko dest bi serhildanê kiribûn. Salên 1918 û 1919 şerên dijwar di navbera hêzên Kurdan û Brîtanî de rû dan. Gelek caran bajarê Mûsilê, Silêmaniyê û Helepçe ji aliyê balafirên Brîtanya ve hatin bombebarandin. Ev mijar di navbera hêzên îtîlafê de dibû mijara nîqaşê. Bi taybet di 27’ê Sibata 1918’an de Pîcot di telgrafekî ku ji wezareta derve ya Fransa re dişîne de dibêje:“Bi hevdîtinê ku min Mark Sykes re kiriye ji min re da xuya kirin ku difikirin mîrtiyeke xweser a Kurdan ku Mûsilê jî digire nava xwe ava bikin. Lê min jî ji ber sedemên ku min berê ji we re ragihandiye nepejirand û da xuyakirin ku ev çareserî bi temamî li dijî berjewendiyên me ne.”
Bi taybet dîplomatên brîtanî ku li heremê dixebitin dixwastin siyaseteke li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Di heman rojan de akademîsyenekî brîtanî bi navê M. Akelstan Riley ku li ser Kurdan lêkolîn dike raporek pêşkeşî Wezareta Derve ya Brîtanya dike û dibêje: Ji ber rewşa tevlîhev a civaka Kurd ne gengaze ku ji Kurdan re dewleteke were avakirin lewma keda dewleta Brîtanya ku dixwaze dewleteke Kurdan ava bike bi encam nabe. Dema ev rapor pêşkeşî Wezîrê Derve ya Brîtanya Stefan Pichon tê kirin wezîr li ser raporê dibêje:“Ez tevlê nêrîna birêz Riley a li ser kêmasiyên civaka Kurd nivîsandiye dibim.”
XEFIKA KURDAN
Bi hatina hêzên emperyalîst a dagirker ve li heremê hêzeke çalak û dînamik derketibû holê. Her çiqas belav e û bê tecrube jî bin, lê berxwedaneke mezin nîşan didan. Brîtanya jî li şûna ku ev hêz bigire hemberê xwe, xwest sûdê jê bigire. Ji ber ku nakokiyên hêzên Kurdan ne tenê bi dagirkeran ve hebû. Nakokiyên Kurdan bi Osmaniyan û bi gelên heremê re jî hebû. Bi taybet piştî bi Alayên Hamîdiyê ku bi Osmanîyan ve tevlê komkûjiya Ermeniyan bûn bi gelê Ermen ve nakokiyên kur jiyan dikirin.
Di heman demê de ji ber ku di demeke dirêj e di bin dagirkeriya Osmaniyan de mane û gelek caran serê li hemberê wî hildane bi Osmaniyan ve jî nakokiyan dijiyan. Dîsa ji ber pirsgirêka nijadperestiyê bi Ereban re nakokiyên wan hebû. Dema Brîtanya wan nakokiyan nas kir, xwest bi gêşkirina wan nakokiyan ve xwe ji nakokiya Kurdan xilas bike.
Rêber Apo navê Xafika Kurdan ji bo vê siyasetê bikar anî. Cudabûnên netewî ya ku li erdnîgariya Mezopotamya heyî li hember hêzên berxwedêr dihat bikaranîn. Bi taybet li hember Mistefa Kemal ku li Anatolya li hember dagirkeriya emperyalist berxwe dida û li hember Kral Feysal ku li Iraqê nûnertiya êlên Ereban dikir weke xafikeke dihate bikaranîn. Hertim weke çoyeke li ser serê wan hatibû hildan.
=KTML_Bold=FRANSA NEXWEST TIRKAN BITIRSÎNE=KTML_End=
Rewşa Fransa jî ji vê siyasetê ne dûr bû. Lê ji ber ku Brîtanya beşeke mezin a ji erdnîgariya Kurdistanê bi dest xistibû zêdetir dibû mixatabê pirsgirêka Kurd. Lê Fransa jî ji vê siyaseta Xefika Kurd wêdetir tiştek nedikir. Fransa li erdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê desthilatiyeke bi xwe ve girêdayî ava kiribû. Di vê desthilatdariyê de Fransa nedixwest ku mijara Kurd bibe mijareke nakok di navberê xwe û desthilatdariya Tirk de. Ji bo Kurdan li hember desthilatdariya Sûriyê jî serî hil nedin, hin mafên civakî dabû. Lê armanca sereke ya Fransa aciznekirina Tirkiyê bû. Lewma ji bo siyaseta giştî destek dida Brîtanya.
=KTML_Bold=NÛNERÊ KURDAN ŞERÎF PAŞA=KTML_End=
Hevdîtinên aşitiyê ya Sevrê di bin vê atmosferê de di sala 1919’a ve hat destpêkirin û heta roja 10’ê Tebaxa 1920’a ku hate îmze kirin gelek konferans û hevdîtin hate meşandin. Di wan konferans û hevdîtinan de weke nûnerê Kurdan Mihemed Şerîf Paşa yê Babanî hatibû pejirandin. Lê hem Şerîf Paşa hem jî gelek alî û rêxistinên cuda yên Kurdan xwestibûn hin kesên din jî tevlê bibin.
Bi taybet weke nûnerê Rojhilatê Kurdistanê Fahrî Beg û Şêx Tahir bi daxwaznameyeke xwestine tevlê bibin lê ev xwestek ji aliyê dîplomatên Brîtanya ve hatiye redkirin. Li aliyê din weke delegeyên Silêmaniyê Zekî Reşîd û Şêx Ehmed Berzencî ji Silêmaniyê hatine Beyrûtê û ji Fransa xwetine herin Parîsê. Lê ji ber ku li Silêmaniyê li dijî Brîtanya şer dikin Fransa rê nedaye ku herin. Lewma ji destpêka hevdîtinan heta 5`ê Gulana 1920’a di hevdîtinan de Şerîf Paşa nûnertiya Kurdan dike.
=KTML_Bold=NAKOKIYÊN QAHIRE, BEXDA Û STENBOLÊ=KTML_End=
Di dema hevdîtinan de Şerîf Paşa nêrînê gelek aliyên Kurdan digire. Bi taybet Komîteya Serxwebûna Kurdistanê ku navenda vê li Qahire ye û di bin bandora malbata Bedirxaniyan de ye û Cemîyeta Tealî ya Kurd ku navendê xwe li Stanbolê ye û di bin bandora împaratoriyê de ne, dixwazin bandor li ser Şerîf Paşa bikin.
Li aliyê din jî hin navendên serhildanê ya li Kurdistanê jî ji Bexdayê bi Şerîf Paşa re di nava pêwendiyê de ne. Ji her sê navendan, nêrînên gelek cuda digihîjin Parîsê. Ji Qahîre tê gotin ku pêwist e derveyê Kurdistaneke serbixwe û yekpare tu tiştekî din neyê pejirandin. Ger ji vê kêmtir tiştekî were pejirandin dibe xiyanetê.
Ji Stanbolê jî bang dikin da ku bi Tirkan re jiyaneke û rêveberiyeke hevpar were avakirin. Ya hêzên li Kurdistanê şer dikin û berxwe didin jî, wan hevdîtinan zêde bi wate nabînîn û dibêjin derfeta pêkanînê li erdê nîne. Hin jê jî weke otonomîxwaz (xweserî) dixwazin hin mafên netewî were bidestxistin bes e.
=KTML_Bold=DAXUYANIYA HEVPAR A KURD Û ERMENAN=KTML_End=
Li gel wan nakokiyan di konferansê de jî li ser heyetên Kurdan û Ermenan gelek tişt tê ferzkirin. Bi taybet kûrkirina nakokiyên Ermen-Kurd pir dikeve mijara nîqaşê. Armanc ew e ku erdnigariyên ku şêniyên xwe zêdetir Kurd in teslîmê Ermenan bikin û bi vê yekê şerekî Kurd û Ermenan der bixin. Heyeta Ermenan bi xwe dibêjin ku derfeta vegerandina Ermenan ji vê erdnîgariyê re nîne. Dîsa heyeta Kurd jî ji vê yekê aciz in. Tê zanîn ku bi vê nexşeyê nakokiyên pêkhateyan kûr dibe û şer belav dibe. Lewma 25`ê Çileya1919 heyeta Ermenan û Kurdan bi hev re daxuyaniyek didin û diyar dikin ku ew dixwazin pirsgirekên xwe yên li tevahî heremê bi pêkhateyan re di nava aşitiyekê de çareser bikin. Bi vê daxuyaniyê helwesteke hevpar a Heyeta Kurd û Ermen derdikeve holê. Lê dema nêzikatiyên Brîtanya û Fransa nayê guhartin di 5`ê Gulana 1920’a de Şerîf Paşa xwe ji hevdîtinan paşde dikşîne.
Ji destpêka sedsala 20’a ve di nava sîstema hegamonîk de alozî û nakokiyên kûr dihate jiyîn, lewma ji bo derbaskirina aloziyên xwe cîhan tev xistin nava şerekî. Di dawiya şer de nakokî û aloziyên pergala hegemonîk belavê tevahî cîhanê bû û hin navendên nakokî a cîhanî ku sed sale nikare xwe ji wan nakokiyan xilas bike hate damezrandin. Yek ji wan navendan a sereke jî Rojhilata Navîn e ku heta niha jî nikara xwe ji wan nakokiyan xilas bike.
Piştî yekemîn şerê cîhanê hêzên hegamonîk bi armanca dabeş bike, perçe bike û rêve bibe hatin Rojhilata Navîn. Van hêzên hegemonîk li derveyî berjewendiyên xwe tiştekî din esas nedigirtin. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jî sûd ji nakokiyên heyî girtin. Cihên ku nakokî tinebû jî xwestin nakokiyan ava bikin da ku bikaribin bikar bînin. Di peymana Sevr de ev siyaset bi eşkereyî derkete holê. Naveroka peymana Sevrê weke perçekirin, bi xwe ve girêdan û li hemberê hev bikaranîn di roja me ya îro de jî berdewam e.[1]