Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re asoyên nû yên li pêşiya gelan
Halîl Cemal
Ji destpêka sedsala 20’an ve ji nû ve parvekirina cîhanê, şerên global jî bi xwe re anîn. Van şeran jî bi xwe re gelek guherîn çêkirin ku serdestan jî pêşbîniya wan nedikir.
Şoreşa Cotmehê ya sala 1917'an ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Rûsyayê pêk hat, bi navê 'şoreşên proleter û şerên rizgariya neteweyî' serdema nû ya guhertinên şoreşgerî veguherand. Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bergeha şoreşên nû berfirehtir kir û bandor li sêyan yekê cîhanê kir.
Armanca hêzên cîhanî yên ku dixwazin careke din cîhanê parve bikin, ew e ku tenê ji bo xwe encamên bikêrhatî pêk bînin. Ji bilî wê tu hesab û pêşdîtinên wan ên din tune ne. Erka gelan û pêşengên wan ev e ku vê rewşa ku wek neçarî derketiye holê, veguherînin fersenda azadî û demokrasiyê. Di her du şeran de jî bi vî rengî bû.
Vî şerê parvekirina cîhanê yê sêyemîn jî bi xwezayî bandor li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li cîhana îslamê kir.
Ev bandor bi rengekî herî biêş li Rojhilata Navîn pêk hat. Ne tenê gel, hêzên herêmî jî di pêvajoyeke kaotîk de bi lez û bez ber bi tevliheviyê ve çûn. Bê guman ji bo sûdwergirtina ji rewşa kaotîk a heyî, rejîmên faşîst ên Tirk û Îranê û Erebistana Siûdî yan jî rêveberiya Sîsî ya Misirê jî li ber pêla guherînê ketin, ji ber ku xwestin parvekirinê veguherînin firsendekê.
Hêzên şaristaniyê yên navendî, bi taybetî DYA/Îsraîl ku hewl dan pêvajoyê di bin navê Bihara Ereban de bi kar bînin, dîktatoriya faşîst a AKP'ê hem li Sûriyê hem jî li Lîbyayê tev li pêvajoyê kir.
Di rastiyê de Birayên Misilman (Îxwan Muslimîn) ên li dijî desthilata Esad, bi perwerdeya li kampan di salên 1970'yî de ji aliyê Tirkiyê ve hatin avakirin, li gorî Projeya Kembera Kesk amade bûn. Bi gotineke din, plana dewleta Tirk a faşîst a ji bo dagirkirin an jî bi xwe ve girêdana Sûriyê, ne nû bû.
Di sala 2011’an de li ser esasê siyaseta çewisandin/zilmê ya rejîma Baasê, bi taybet li ser Kurd û misilmanên sunnî di şert û mercên Bihara Ereban de xwepêşandanên bêçek dest pê kirin. Ev tevgerên ku di demeke kurt de li hemû Sûriyê belav bûn, destpêkê bi platformên rêbertiyê yên hevpar ên ku muxalefeta Sûriyê ya demokratîk û Kurdan di nav xwe de digirtin, bi pêş xistin û gav bi gav li ser bingeha înkara Kurdan, elewî û xiristiyanan derketin pêş û bi temamî bûn selefî. Ev jî di rastiya tevgera Îxwanîst de ku li Misrê derket holê, diyar bû. Serkêşiya vê yekê jî dan dewleta Tirk a faşîst. Ev pêngaveke Projeya Mezin a Rojhialta Navîn (PMRN) bû û Artêşa Azad wek komeke çete hate avakirin. Di van şert û mercan de bi piştgiriya dewleta Tirk sazûmaniyên li ser şopa El-Qaîdeyê dest pê kirin. Armanc zelal bû. Sûriye dê bi tevahî li ser esasê PMRN’yê ji nû ve bihata avakirin. Lê belê hemû hêzên global û herêmî xwedî armancên cuda bûn. Bi dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê re bi rêyeke çalak plana Sûriyeke bê Kurd-elewî- xiristiyan, lê belê selefî hate danîn. Pêşî El-Nusra û piştre jî DAIŞ, niha bi navên cuda, ne tenê li Sûriyê, li Iraqê berdan ser Kurd, şîe û xiristiyanan.
Piştî vê qonaxê dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê di warê armancên xwe de ji projeya NATO'yê sûd wergirt û xwest bi destê DAIŞ'ê xelîfetiya xwe ava bike. Anku PMRN, bi projeya Osmaniya Nû re nakok bû. Di serdemeke bi vî rengî ya nakok de, bi tevlêbûna aktîf a Rûsya û Îranê re rewşeke nû derket holê. Xeyalên Farisan û Tizariyê jî bûne hêmanên nakok ên herêmê. Bi tevlêbûna Çînê di warê aborî de jî, Sûriye bû qada şerekeî global.
Amerîka yan jî Rûsya wekî ku ew an jî hinek dibêjin, ne ji bo maf û azadiyên demokratîk li vir in. Berevajiyê wê, di warê berjewendiyên aborî de çi pêwîst be, dikin.
Ji ber ku li herêmê pêvajoyeke wiha kaotîk dihate meşandin, rêber Apo ji bo ku rewşa heyî bi şoreşekê bi encam bike, paradîgmaya xwe ava kir. Yanî dema projeyên modernîst bingehên kaoseke nû danîn, amadekariyên ji bo şoreşê û derketina ji vê kaosê bi paradîgmayê ji aliyê rêber Apo ve hatin kirin. Li ser vê bingehê rêber Apo paradîgmaya ekolojîk-demokratîk û azadîparêziya jinan, xist rojeva mirovahiyê, nemaze gelên herêmê.
Vê paradîgmayê li ser bingeha siyasî, ekolojîk û azadiya jinan pirsgirêk çareser kir, nîşanî mirovahiyê da û ne tenê Kurd, gelên herêmê jî bihevrebûna wekhev-azad a cudahiyan misoger kir. Bi perspektîfa şaristaniya demokratîk re ev rê li dijî şaristaniya dewletparêz vekir. Neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk wek rêyeke nû ya rizgariyê li dijî netewedewleta serdest a mêrsalar hat pêşniyarkirin. Li gorî vê yekê, projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ku xwe dispêre konfederaliya demokratîk, wek rêya rizgariyê ya gelên herêmê hate danîn.
Her kaosek di heman demê de îmkana şoreşekê çêdike. Ya girîng ew e ku sazûmaniyên hişmendî-birêxistinkirî di wê pozîsyonê de bin ku pêvajoyê bi rê ve bibin û ji derfetên ku wê di van pêvajoyên kaosê de çêbin, sûdê wergirin. Divê xebat/çalakî, şêwaz û tempoya xwe li gorî vê yekê sererast bikin. Nexwe hêzên şaristaniya dewletparêz ku sedema kaosê ne, xwedî wê derfetê ne ku ji vê rewşê bi xwe sûdê wergirin. Yekane serkeftinên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heta niha monopolên çekan û hêzên global bûn, lê belê li bakurê Sûriyê şoreşa Rojava jî bi ser ket. Li Kobanê xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk a faşîst têk çûn û hat dîtin ku dem ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelan jî hatiye. Vê perspektîfê şoreşa Rojava berfirehtir kir. Li sêyan yeka Sûriyê wek xeteke azadiyê ya gelan di bin navê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bû. Ev yek jî dişibe şoreşa Rûsan ku piştre ji nasnameyên etnîk azad bû û navê wê bû Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê.
Bi vê şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, berevajî şoreşên çîna karkeran, derbeyeke dîrokî bi şoreşa bi pêşengiya jinan li sîstema bi serdestiya mêran hat xistin. Armanc ew bû ku nûnertiya hemû cudahiyan bêyî ku yek ji wan wek kêmnetewe bê dîtin; bi komîn, kooperatîf û akademîyên xwe bê nirxandin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekane erdnîgarî bû ku bihara gelên Ereb lê pêk hat. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xeta rêya sêyemîn polîtîkayên tifaqê li gorî daxwazên Kurdan û gelan bi pêş xistin. Dema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dixwest dawiya dîrok û îdeolojiyan bîne, dîroka yekitî û hevgirtinê ya gelan di çarçoveya destpêkeke nû de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve hate nivîsandin. Îdeolojiya sosyalîst ku di nava têgînên lîberalîzm/neo-lîberalîzmê de dihat wateya tunekirinê û di bin pêşengiya wê de ji nêzîkatiyên desthilatparêz hat azadkirin, cih da sîstemê û derfet da pratîka demokratîk. Ji ber vê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya “Israra di sosyalîzmê de, israra mirovbûnê ye” nîşanê cîhanê da.
Dema ku naveroka têgehên wekî rêveberiya xweser, xweparastin û hêza xweser hate dagirtin, erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên wê li ser bingeha avakirina Xweseriya Demokratîk statuyeke rewa bi dest xist. Ji bilî van taybetmendiyên xwe, bi serkeftinên xwe yên li dijî DAIŞ'ê dilê mirovahiyê fetih kir. Ji ber vê yekê, dîktatoriya AKP/MHP'ê ya faşîst li şûna ku hêzên navneteweyî yekser bike hedef, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî azadî û demokrasiyê di pozîsyona êrişê de ye. Li cîhanê jî rewş bi vî rengî bû. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelên ku bi berxwedana li dijî faşîstan bi ser ketin, piştî şer timî di bin êrişan de bûn. Dewleta Tirk a faşîst ji vê rewşê hêz girt, qadên Rêveberiya Xweser dagir kirin û gefên dagirkirinê didomîne.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van taybetmendiyên xwe nîşana serkeftina hemû gelan a li ser esasê paradîgmaya nû ya ku rêber Apo ye. Lewma Rêber Apo ku wek rêberê gelê Kurd tê pênasekirin, bû rêberê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi vî rengî pêvajoya ku bi şoreşa Kurdan a li Rojava re dest pê kir, bû hêviya tevahiya gelên Rojhilata Navîn.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ne tenê di navbera hêzên desthilatdar ên herêmî de de şerê parvekirinê bû. Di vî şerî de hêzên desthilatdar retorîk û polîtîkayên ku gelan hem bi nasnameya bawerî û hem jî bi nasnameya etnîk ji hev qut dikin, bi pêş xistin. Olperestiya siyasî û neteweperestî encameke vê polîtîkayê ya tesadufî nebû.
Li ser vê bingehê, heta pevçûna Ereb/Faris, Kurd/Tirk, Ereb/Kurd, Tirk/Ereb, şîe/sûnnî, elewî/sûnnî, selefî/mezhebên din, tê wateya dabeşkirinê. Bi van taybetmendiyan re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Rojhilata Navîn veguherand cihê şewatê. Paradîgmaya nû ya rêber Apo tê wateya têkoşîna ji bo çêkirina bendekê li dijî van hemûyan. Di vê wateyê de şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû navendeke berxwedanê li dijî hemû propaganda û bîrdoziyên ku rê li ber şerê gelan vekir û tevî hemû lîstikên li vê navendê jî, li her qada jiyanê yekitiya gelan çêbû. Îro heke îslama siyasî li hev ketiye û qels bûye û tevî hemû êrişên xwe jî dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê gav bi gav bi paş de diçe, rola şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê mijarê diyarker bûku tevî her tiştî jî ji ber paradîgmaya Rêbertî û berxwedana gerîla ya li gorî ruhê 14'ê Tîrmehê, serkeftî bûye.
Li aliyê din li herêma me ku her cure zext û zordarî li ser jinan heye, bi sazûmaniyên siyasî yên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û paradîgmaya Rêbertî re, jinan ev tarîtî hilweşandiye. Bi vî rengî tevgerên rizgariya jinan li tevahiya erdnîgariya îslamê xurt bûn. Xeta azadiya jinan û Rêbertî ji Kurdistanê derbas dibe û tevahiya herêmê digire nava xwe. Bi kurtasî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û paradîgmaya Rêbertî wek diyardeya bihara Kurdan, jin û gelan kete rojeva mirovahiyê.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îro bi van taybetmendiyên xwe bala mirovahiyê kişand, bû rêya sêyemîn. Di heman demê de rûyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî guherand. Kurd û gelên din ên di nava şerê parvekirinê de mane, nîşan da ku li ser bingeha azadiya jinan dibin îrade.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têgihîştina xwe ya têkoşînê ya li ser esasê hevsengiya dewlet û civakê ava bûye û dewlet li ser vê bingehê demokratîk kir, tev li şerê parvekirinê yê li Sûriyê nebû. Anku nîşan da ku ew li dijî paradîgmaya dewletparêz e.
Ji ber van hemûyan hêzên parvekirinê yên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn meşand, gav bi gav tecrîda li ser Rêber Apo zêde kir. Ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan meşandin û destek danê. Nemaze dorpêç û êrişa dewleta Tirk a faşîst li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir.
Ji ber taybetmendiyên şoreşê ku li jor hatine behsa wan hate kirin, hêzên cîhanî nehişt Bakur û Rojhilatê Sûriyê statuyeke siyasî bi dest bixe.
Bi van taybetmendiyên xwe şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê li dijî modernîteya kapîtalîst, li dijî bandorên îdeolojîk ên sosyalîzma reel jî bû navenda berxwedanê. Dîktatoriya proletaryayê ku çavkaniya xwe ji paradîgmaya dewletparêz-desthilatdar digire, dewleta sosyalîst a li ser hîmê netewedewletê mezin bûye, li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî şîroveyeke nû ji xwe re peyda kir. Ji aliyekî din ve şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgarkirina îdeolojiya sosyalîst ji bandora lîberalîzmê, ji xwe re kir esas. Bi van taybetmendiyên xwe asoyeke nû ji bo şer, şoreş û azadiyê daniye pêşiya gelan.
Îro bi van taybetmendiyên xwe şoreşa me hewl dide li ser esasê bihevrebûna azad a jin û mêran bi tevahî gelan re, bi taybet Ereb-Kurd û Suryan, cîhaneke azad biafirîne. Îro gel ji her demê zêdetir xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin û bi pêşengiya pêşengên xwe yên qehreman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî dagirkeriyê û li dijî faşîzmê berê xwe dide siberojê û ji bo mirovahiyê dibe îlham.[1]