Rêveberiya Xweser; pergala ku zirxê pîroziyê yê serdestan dişikîne
HALÎT ERMÎŞ
Li dijî Rêveberiya Xweser li her derê kampanyaya reşkirinê dan destpêkirin. Tevî ku bi rêbazên dorpêç, êriş, dagirkerî û ambargoyê ev demeke dirêj e hewl tê dayîn pergal ji aliyê dewletên herêmê ve bê astengkirin jî, pirsa ku derdikeve hol ev e; kî hewl dide çi bike?
Rêveberiya Xweser pergaleke îdarî ye ku tevahiya gelên herêmê di nava xwe de dihewîne û tê de civak nûnertiya xwe rasterast dabîn dike. Berevajî pergalên netewedewletê ku kes an jî kom, partî û hwd xwedî gotin in û rexneya herî biçûk a li ser sîstemê nayê qebûlkirin, di Rêveberiya Xweser de helwest û sekneke xwedî îrade ya girseyî heye. Tevî ku ev hemû pêk nayên jî, kampanyayên bi vî rengî yên reşkirinê yên li dijî Rêveberiya Xweser çawa dikarin werin pûçkirin? Ferdên herî normal ên civakê jî çawa dikarin li her derê nêrînên xwe li ser Rêveberiya Xweser diyar bikin?
Heke reşkirin û çêr û dijûnan em bidin aliyekî, heke mirov pergala ku tê de ne ev qas bi hêsanî rexne dikin, di rastiya xwe de çi nîşan dide; ew pergal baş e yan wekî kesên ku hewl didin reş bikin xirab e?
A destpêkê nemaze civaka Rojhilata Navîn li ser bingeheke yekperesrt, redkar, cezaker û dabînkirina xizmetkarên netewedewletê hatiye avakirin. Heke netewedewletên ku di sedsala 20’an de hatine avakirin hê jî dikarin hebûna xwe bidomînin, ji ber vê pergala navendperest û yekpererst e. Heke na, tu dîktatorekî nedikarî 20-30 salan li ser desthilatê bimîne. Dîsa her cure zext û zilm nedibû şêwazekî jiyanê û civak jî ev qas bê deng nediman.
Xureka bingehîn a netewedewletê zor û zext e. Zor û zext jî armanc dike ku civakeke ku bikeve xizmeta hin elît û çînan biafirîne. Rastiya dewleta polîs, dewleta artêşê yan jî dewleta mafyayê bi vî rengî derdikeve holê. Ev pêkhateya taybet, her çi qas di her yekê de cuda be jî, li hemû dewletên Rojhilata Navîn zîhniyet û sîstema serdest ev e. Her çend hin alî hewl didin wan wek rewşên tevlihev nîşan bidin jî, bi rastî jî pir hêsan e. Heta ferdên herî normal jî bi çavekî li ferqa di navbera dewlemend û xizanan de dinêre, dikare bi hêsanî vê nakokî û çewisandina pergalê çareser bike ku jê re qedexe ye lê belê ji bo hêzên serdest serbest e.
Ji ber vê yekê, ne tenê mirov rexne dikin û hesab ji dewletê dipirsin ku şêweyekî bi vî rengî yê binyadî girtiye û nikarin xwe bi rehetî îfade bikin jî. Li Tirkiyê rexnegirên serokkomar bi cezayê salan ê girtîgehê tên darizandin. Dîsa li dewletên din rewş ne cuda ye. Ji ber ku dewlet pîroz e. Zirxê pîroziyê jî dijwariya serdestan, şîdet, bindestî, teslîmiyet, şikandina îradeyê û koledarî ye.Li dijî dewleta pîroz her gotinek ji bo me sûc e. Dewleta pîroz ew hêz e ku serokê dewletê yê pîroz, serokwezîr an jî bi wateya herî berfireh hêza wê dewletê digire.
Ya duyemîn jî berevajî vê ye. Bi gotineke din, alternatîfa dewleta navendî yan jî netewedewletê, neteweya demokratîk e. Sîstema Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku îro bûye hêwana neteweya demokratîk mînava vê ye.
Di neteweya demokratîk de civak xwedî îrade û biryar e. Wekî li netewdewletê, sîstem ne ji jor ve, lê belê ji jêr ve tê birêxistinkirin. Desthilata jorîn a pergalê mecbûr e biryarên ku bi îradeya civakê hatine dayîn, bi cih bîne. Ji ber vê yekê kesên li ser rêveberiya jor a pergalê, ji bo xizmetguzariyê li vir in, ne ji bo serdestiyê. Xizmet ji bo civakê ye. Ev civak ne homojen e (ne yek renge), ji yekitiya hemû cudahiyan pêk tê. Çîn tune ne, kedxwarî nîn e. Ji ber vê yekê div ê sîstemê de axa û xulam tune ne. Zagon li ser bingeha yekitiya demokratîk a civakê û wekheviya gelan in. Ceza li wan kesan tê birîn ku vê yekitiya demokratîk dişikînin, komên etnîk an jî bawerî û çandê parçe dikin, marjînal dikin an jî dijberiyê dikin. Mafê her kesî ye ku sîstemê rexne bike yan jî li ser sîstemê biaxive û ev yek wek mafekî pîroz tê dîtin.
Va ye Rêveberiya Xweser heke wekî ku li jorê hatiye diyarkirin be, berevajî netewedewletên yekperest û navendî, dibe xwedî nasnameyeke neteweya demokratîk. Lewma jî aliyên ku netewedewletê ji bo dethilata xwe wek alaveke jêneger dibînin, bi domdarî dijminahiya neteweya demokratîk dikin. Reşkirin, teşhir, antîpropagandayê, dikin çekên xwe yên sereke. Av çi qas şêlû bibe, ew qas dikarin desthilata xwe mîsoger bikin.
Heke mirov bala xwe bide ser, tê dîtin ku di nava tu netewedewletekê de bi qasî li nav sînorên Rêveberiya Xweser, mirov nikarin rexneyên xwe bînin ser ziman. Her kesê ku bi rihetî Rêveberiya Xweser rexne dike, pir bi hêsanî cudahiya di navbera her du pergalan de dikare dibîne. Hema tenê pergala berê ya ku tê de dijîn bi bîr bînin, bes e. Mesela li Sûriyê di dema rejîma Baasê de gotineke herî biçûk jî dibû sedema cezayan lê di Rêveberiya Xweser de berovajî vê yekê ye. Her wiha di nava Rêveberiya Xweser de her kes dikare bi rehetî ol, mezheb, çand an jî etnîka xwe îfade bike. Ev yek hewcedariyeke kesayetên azad e jî. Lê belê li Tirkiyê her kes Tirk e. Ev yek destûra netewedewleta Tirk e. Li derveyî vê yekê her kes ji ber nasname, bawerî û zimanê xwe dikare rastî her cure cezayekî were. Zagon jî vê yekê disepînin.
Lê handîkapên wê jî hene. Di wê hêlê de ji bo me wek kesên ku dixwazin azad bibin, pêdivî ew ku her du sîsteman bidin ber hev. Ji ber ku divê em nekevin xizmeta kesên ku li ser desthilatê ne, sermayedarin û yên ku keda me dixwin. Bêyî ku em bikevin bin bandora propagandaya reş a şerê taybet, divê em bikarin rexneyên çêker bikin, lê di dema pêwîst de sîstemê demokratîktir bikin. Naxwe, divê em hişyar bin û bizanin ku serdestan xwe li ber vedaye, li benda fersendekê ne û dema ku keysa wan lê hat, dê vegerin û ji bo menfaetên xwe jî ikarin her tiştî bikin.
Divê ev yek bê zanîn; desthiltdar her tim cudahiyên civakî li hemberî hev bi kar tînin û desthilata xwe di ser vê yekê re didomînin. Xwe wek kesên ku divê her kes wan tercih bike û yên li derveyî xwe jî wek kesên xeternak nîşan didin. Wê demê divê em ne keda xwe, ne hestên xwe, ne nirxên xwe yên maneweî nexin ber xizmeta wan kesên ku bi tenê dixwazin desthilata xwe xurt bikin û mayînde bikin. Divê êşên me, pirsgirêkên me yan jî pîroziyên me nekevin ber xizmeta sermayedar, desthilatdaran û nebin navgînên mêtingeriyê. Di nava sîstemê de bê guman ji bo bêhtir demokratîk û azadîparêz be, divê rexneyên herî tund bên kirin. Divê çewtî bên sererastkirin û pergal bêyî ku ji xeta sereke biqete, tim xwe baştir bike. Lê belê divê hesasiyetên me, êş, hewcedariyên me yan jî kêmasiyên me, nebin amûra kesekî ya ji bo qezenckirinê. Gelperweriya rast, welatparêzî yan jî mirovhezî û azadiya rastîn jî tenê bi van kes û civaka azad mimkûn e.[1]