Ker û şêr
Çi hebû çi tinebû Şêrek hebû Şêr nisax ket, çû tixtor, tixtor go dermanê te tinê mêjî kerê û guhê Kerê, ê şêr difikirê Roviyak dostê xwê, hate cem go birê şêr ti çi difikirê, go wela ezî nisaxim dermanê min jî tine mêjî Kerê û guhê Kerê, ezkim niha kesekî ji kur wûnim. Dibê Rovî keniya go ker li dinê kirin, rabû çû cem dostekî xwe ew jî kere merhebe lê kir go birê delal ti çidikêye, go wela ez bi dest yekî etar ketime royê heft gundan bi min digerînê ne mitêr êmdikê ne mitêr av dikê halê min ne ti hale, ê dibê go meş keskayê ye darin ceme rihetê tê kêfbikê.
Dibê ker wanî pêşêda gîhişte cem şêr go min ker wanî, dibê ku wexta hat şêr xwe çekirê wakir wakir nikanbû ker bikuşta ker riviy, dibê rovî bi şêra go te çikir, dibê go wela ezî nisaxim min nikanbû bikuşta, ê dibê go eze herim dîsa wûnime ku tu hederbê jî nekujî derbeke din ez nikam wûnim.
Çû bi Kerê ra go va edeta mê merhebe li te kir ma ti çira riviya berda qanihkir ker vegeran, şêr qeherî çav sêrida sor bûn xwe çekirê ker kuşt ku çû xwe bişo dikê werê ye, rovî hanî guhê Kerê û mêjî Kerê xwar.
Dibê şêr qeherî go ka mêjî Kerê û guhê Kerê, dibê rovî go ku guhê xwe hebûna pê bihista û ku mêjî xwe jî heba pê bifikiriya berî ji bala te filitî derbeke din nat xwe nakire belê te.
Çîroka min çû laqatê rehme li bavê cimhatê.
Çîroka min çû diyara rehme li bavê gudara.[1]
çavkanî: Ji devoka dayîka bi navê Fêro, temen 67 salî