Qiral û Mihemed
Çîrok
Hebû tunebû rojekê ji rojan qiralek hebû. Ew temen mezin bû û êdî ber bi dawiya jiyana xwe ve diçû. Sê kurên wî bi heman navî hebûn. Navê hersiyan Mihemed bû. Berî ku bavê wan bimire, dibêje:
Mal û milkê min yê Mihemed û Mihemede û nabêje ku yê Mihemedê dine jî. Dema ku qiral dimire, her sê bira li hev nakin û dikin Mihemedekî ji nava xwe derxin, lê nizanin ku kîjanî dê ji nava xwe derxine. Dibêjin ka em biçin cem şêwirmendekî bipirsin. Dema diçin cem şêwirmend hin kesên din jî tên cem wî û wan jî deve yê xwe winda kirine. Dema ku her sê bira dibhîzin ku wan deve yê xwe winda kirine, yek ji wan dibêje:
- Ma deve yê te çavekî xwe kor bû?
Xwediyê deve dibêje:
- Erê!
Yê din dibêje:
- Ma dûva deve yê te qut bû?
Xwediyê deve dibêje:
- Erê!
Û yê din jî dibêje:
- Ma barê ku li ser pişta deve, aliyek dimsê şîrîn û aliyê din jî qetran bû?
Xwediyê deve dibêje:
- Erê, raste ger hûn dizanin wisaye, lê deve yê min niha li ku ye?
Her sê bira dibêjin: em nizanin.
Yê ku gotî çavê deve korin, dibêje:
- Me di rê de îza deve dît û min dît ku deve her tim li aliyekî rê çêriya ye. Min got ev deve di çavekî de kore. Ji ber vê li aliyekî rê çêriya ye.
Yê ku gotî dûva deve qute dibêje:
- Min ji ketina ziblê wê de naskir ku dûva wê tune ye.
Û yê ku gotî barê deve aliyek dimsê şîrîn û yê din jî qetrane jî dibêje:
- Min jî dît ku li aliyekî rê dimisê şîrîn û li aliyê din jî qetran niqutiye. Min got ku barek li ser pişta deve hebû ye û ev bar jî aliyek dimsê şîrîn û aliyê din jî qetrane
Qîza şêwirmend ji bavê xwe dipirse û dibêje:
- Bavo! Pirsgirêka mêvanên te çiye?
Şêwirmend ji qîza xwe re mesela her sê bira dibêje… û dibêje ku min nikaribû pirsgirêka wan çareser bikira.
Qîza wî dibêje: ezê pirsgirêka her sê bira çaresr bikim û ew çareser dike.
Çîroka min çû diyaran rihme li dê û bavê guhdaran…[1]
çavkanî: Ji devoka dayîka bi navê Fêro, temen 67 salî