Bîr:II Sûret rabirdûyê vedibêjin
=KTML_Underline=Yaqob Tilermenî=KTML_End=
Sûret giş rabirdûyekê vedibêjin, ji ber ku mirov dizane ew demeke berî niha hatine girtin (kişandin) û ew demvebêj in, ew xwedîçîrok in. Li gora demên berê ku sûret bi destên hinekî dîtir –ên ji derveyî mirov- bi sûretgiran (maşînên wêneyan) dihatin girtin, bi peydabûna telefonên destan êdî rista xwe guherandine û êdî bi destên her mirovî bixwe têne girtin. Ev dibe ku sûretên mirov bin, dibe ku sûretên derveyî mirov bin.
Ji ber ku di roja me de sûretên xwebixwegirtî (selfie) yên bi rêya telefonên destan di rewacê de ne, em dikarin çend şiroveyan ji bo van sûretan bikin. Lê weke gelek mijaran, belkî nirxandinên me hinekî kêm û hinekî jî sûbjektîf bin. Çinku mijara sûretgirtinê, dikeve qadeke hunerî û teorî-pratîkên wê jî têkildarî perwerdehiyeke pisporiyê ne.
Sûretên ku em li ser tora civakî parve dikin (facebook, twitter, whattsap, înstagram û hwd.), gelo der barê me de çi dibêjin? Berovajî parvekirina armancên me, gelo ew hin arezû û tevliheviyên me yên takekesî jî dernaxine holê? Helbet pirs mirov di quncika teng de zevt dikin û ji teref hedefê ve nayêne bersivandin. Li vir hedefa me bi giştî ye û hinekî jî bi nirxandinî ye.
Mirov ji dîroka hebûna xwe û heta roja me, xwehez û xwepêşander e, ew tim dixwaze ji teref mirovên din ve were naskirin û ecibandin. Ger mirovek hertim sûretê xwe û yê hevaleke/î xwe parve bike, gelo peyama mirov ne ji van bersivan yek be: “hevala/ê min qîmet dide min… ew ji min hez dike… pêdiviya min bi keseke/î din tuneye…” Heke hejmara van sûretan zêde bibe? Ev peyamek ji bo hezkiriyek berê ye yan peyamek ji bo behecandina kesek dîtir e? An tiştekî dîtir?
Em bibêjin hûn sûretên bi hevalên xwe re parve dikin. Ev jî belkî destnîşankirinek ji bo rêdana komeke ku hûn aydî wê bin. Ger ji dêvla hevalan, we zarokên xwe parve kiribin, belkî arezûyek vegera zarokiyê, eleqedariya kesekê/î ango acizbûna ji navseretiyê bixwe be; belkî jî hûn dixwazin bi zarokên xwe serbilindiya xwe derxine pêş. Ger we sûretên ajalan parve kiribin, dibe ku hûn dixwazin xurtiya xwe derxin pêş an jî hestiyarbûna xwe. Hûn ne mirovên pispor ên sûretkêşiyê bin û hûn gelek sûretên dîmenan parve bikin, belkî kêfxweşiya we ya ji jiyanê û dûrketina ji heytehola jiyanê bûbe para we. Sûretên geryan û seyranên we jî, niyeta xwedîbûna statû û pîşeyî vedibêjin. Sûretên sifreyên dewlemend ên ku curbecur xwarin li ser, îfadekirina statûya we ya civakî û xwemezinkirinê ye ku bi yên dîtir kêmasiyekê dide hisandin.
Helbet mirov dikarin li gora karîn û feraseta xwe peyamên cuda ji sûretan wergirin ku belkî ev peyam di fêrkirinên hunera sûretgiriyê de jî nayêne dayîn. Sûretgirê Kanadî Ted Grant gotiye, “Dema hûn sûretên mirovan ên rengîn bigirin, hûn sûretên kincên wan digirin. Ger hûn sûretên wan ên reş û spî bigrin, hûn sûretên ruhên wan digirin.”
Ez dixwazim mijara nivîsê bi sûretên reş û spî ve têkîldar bikim ku di nivîsa destpêkê de sê sûretên pêşengên kurd, Seîdê Kurdî, Şêx Seîd û Seyid Riza ên reş û spî hebûn. Yan jî sûretên ruhên wan ên KURDEWAR hebûn ku tê de wan ji zemanekî berê li hundirê çavên me yên dema îro dinihêrtin. Bi vê re jî têkîldar dixwazim raber bikim ku ew sûret bi destên dagirkeran hatibûn girtin, di rojnameyên wê demê de an di hin pirtûkan de hatibûn weşandin ango bi armanca propagandayeke serdestiyê ku tê de bindestê xwe biçûk dixe û peyamê dide nifşên dahatûyê ku ew ti carî tev li karên wiha nebin. Yanî, ew sûret rabirdûyê ji me re vedibêjin ku her mirovek dikare çîrokekê ji xwe re jê wergire. Bi vê sedemê ye ku nivîskar Mehmed Uzun romana xwe Bîra Qederê ji şazdeh beşên bi şazdeh sûretan honandiye ku her sûretek rabirdûyeke qedîm vedibêje. Mirov dikare ji vê derê jî bingeha romanan a li ser vebêjiya weke sûretên di demek berê de mayî, bi xurtbûna wan ve jî têkildar bike.
Sûretên kurdan ên ji zemanên berê mayî, yên reş û spî yan ji teref sûretgirekî xwedî pîşeyê sûretgiriyê yan jî ji teref sûretgirekî karmendê pergalê ve hatine girtin. Di beşa yekemîn de kurdan li objektîfê nihêrîne û bi cil û bergên xwe yên şahîk û dewlemend kêlîkek mayînde ji dahatûyê re hiştine; di beşa duyemîn de kurdên serheng û pêşengên di nava destên serdestên xwe de, ligel leşker an karmendekî dewletê bi armanca biçûkxistinê destên wan bi kelemçekirî hatine girtin. Sûretê Şêx Seîdê dest kelemçekirî yê di nava du leşkeran de, sûretê Seyid Rizayê destê wî bi destê hevrêyê wî re kelemçekirî û sûretê wî yê li ser erdê di nava du xortan de, sûretê Vedat Aydinê li dadgehê li ser piyan, sûretên şoreşgerên zindana Amedê li dadgehê tena derpê û kenzeyekî gelek tiştan ji me re vedibêjin. Yek ji sûretên dawî yê girîng jî, sûretê desteserkirina siyasetmedarên kurd (girtinên bi armanca KCK’yîbûnê) ên di kanûna 2009’an de ye ku di bîra kurdayetiyê de heta hetayê cihê xwe girtiye. Ev sûret mirov vedigerîne beriya bi sedsalekê, bîr û hizra kurdî ya tijî karesat û bobelat a bi destên dagirkeran raber dike.
Belê, sûret rabirdûyê vedibêjin û pê re jî ruhekî mayînde. Sûretê fermandar Egît ê li ser çiyayekî, tifing di dest de û bi kincên xwe yên leşkerî sekna kurdekî serhildêr û cegerpola rê dide ku ew heta hetayê di bîra kurdî de bi cih bûye. Digel ku cihê definandina wî ne diyar e jî, ew bi wî sûretî hebûna egîdiya kurdekî û dîroka serhildêriya kurdan weke romanekê li ber me radixe û di dilê her kurdî de definandiye. Hemû xwînerên vî sûretî çîroka beriya girtina wî û çîroka berdewamiya girtina wî dikare xwebixwe saz bike û dîroka xwebûna xwe jî jê derxe.
“Nivîsandina li ser sûretgiriyê nivîsandina li ser cîhanê ye.” Ev gotina Susan Sontag girîngtirîn gotineke dahûrînî ye li ser sûretgiriyê û nivîsandina wê ku ew bixwe di nava ramaneke kûr de li ser wate û jiyana sûretan mijûl bûye. Helbet sûretgiriyê ji destpêka xwe heta niha têkiliya me bi sûretan û awayê me yê têgihîştina demê re guherandiye. Çinku sûretgiran dest bi berhevkirina cîhanê kirin, rastiyeke di rabirdûyê de veşartî ji me re eşkere kirin. Çi bi destên dagirkeran çi bi destên kesên dîtir.[1]