Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,704
Wêne
  123,912
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,603
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Newroz cejneke polîtîk e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Newroz cejneke polîtîk e
Newroz cejneke polîtîk e
=KTML_Bold=Newroz cejneke polîtîk e=KTML_End=
=KTML_Underline=Yezda Havîn=KTML_End=

Tê zanîn ku dîroka Newrozê li ser esasê azadkirina gel û erdnîgariyê serîrakirineke polîtîk e. Vê rojê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê kok vedaye. Şîn bûye û tovê wê li ser vê axê hatiye reşandin. Ji wê rojê ve Newroz bûye çand, jiyan, ziman û bi wêje re rengê bedena erdnîgariyê bi ruhê agirê kesk, sor û zer a sembola zerdeşt xemilandî ye. Ji ber vê yekê Newroz xwe dispêre dîrokek kevnar, danehev, hêja û binirx.
Di vê wateyê de Newroz, newrozbûn, welatparêzî û welatîbûn gelbûn e. Dîrokeke li ser mîrasekî welatparêzî, çandî û polîtîk bi salan hebûna xwe di cehwerê şaneyê gelekî de mayînde kiribe, bê guman tu kes nikar e asteng bike û pêşî lê bigire. Dîrokê jî daye îspatkirin ku Newroz bi gel re, gel bi Newroz re diherike jiyaneke bi nasname a polîtîk e.
Ji wê rojê de bi sedsalane dem û dewran guherîne. Mirov nifş bi nifş li ser vê erdnîgariyê çêbûne, bi vê axê têr bûne, bi vê avê jiyane, pîrbûne û mirine. Dapîr û bapîrên ku bi vî ruhî por-ruh spî kirine, temen derbas kirine, zarok û neviyên xwe jî bi vî hiş û baweriyê tê gihiştandine. Îro zarok û neviyên li rojhilatê Kurdistanê xwedî çavkaniyeke dewlemendiya dîrokî û zana ne. Heman tişt ji bo civaka Îranê jî derbasdar e. Ji Axamenîşa heya damezirandina Komara rejima Îranê, gelê kurd û gelê Îranê bi bawerî û çanda wateya Newrozê bi rêya magiyan jiyana xwe bêferq û cudabûnan heya îro bi hev re domandine. Civak di eynî qelîşokê de heman çand, ziman di hevbeşiyeke hevpar de jiyane û bûne ruhekî pirrengî, cur bi cur a demokratîk.
Lê ji avabûna komarê û bi vir de bi zîhniyeta nijadperestî, serdestî û mêtîngerî bi şêwazê qirkirina polîtîk êrîşê nirx û koka gelan a pîroz dikin. Rojek ji wan rojan jî Newroz e. Ji bo Newrozê ji wate û aliyê wê yê polîtîk dûr bixînin, ji cehwera wê biguvêşin, bê sembol, bê reng û bê deng bihêlin, tenê hema agir pêxin û li ber govendê bigirin hiştine. Pirsa “Gelo rojên ku hebûna gelekî îfade dike, dîrokî û mayîn de dike, kî dikare ji wateya polîtîk bixîne? Tê hişê mirov. Jixwe rejîma Îranê bi salan e qirkirineke çandî û polîtîk li ser nirx û rojên pîroz dide meşandin. Ligel ku bixwe jî pê ne bawer e û ne qanî ye jî bi şêwazê cur bi cur dide ferzkirin. Ev xapandineke mezin e, ji ber Newroz ruheke, baweriyeke û hebûneke nasnameyî ye.
Gava gelê me yê Rojhilat li çiya û kolana gund bi gund agir pê dixin, mûzîkê vedikin, govendê digirin û bikêfxweşî pîroz dikin, gelo çi hîs dikin? Rejîma Îranê ji ber nikarin pîrozkirina Newrozê qedexe bikin; bi feraset û polîtîkaya “Bila agirê xwe pê xin, govenda xwe bigirin da ku doza tiştekî din nekin” nêzîk dibin. Lê eger bêhneke siyasî jê bigirin bi îdîaya tawanbariyê digirin, lê didin, îşkencê pê dikin û derdixînin pêş dadgehê û dadirizînin. Sedemê vê nêzîkatî û ferasetê xapînok kêm be jî, hesabê hinekî pêşîlêgirtina bertek û nerazîbûnan e. Lê bêgûman di dilê her kurdekî de ala Kurdistanê bi hestên azadiyê diheje. Ji ber ew bixwe Newroz in, ew bixwe agir in, ew bixwe hebûn in û ew bixwe polîtîk in. Agir, govend û mûzîk bixwe sembola xeyalê welatekî azad bi pîrozkirina Newrozê hûnandin e. Rejîma Îranê jî vê baş dizane ku bi qedexekirina sembol û rengê siyasî nikare aliyê wê yê polîtîk bêwate bike.
Em niha di pêvajoyeke şerê cîhanî yê sêyemîn ku di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de tê meşandin de, şerekî cemserî yê desthilatdariyê ye. Di dema ku şerê desthilatdariyê tê meşandin de tevlibûna Newroza 2022’yan, erk û berpirsiyariya her kurdekî ku hîn bêtir bi hişmendî tevbigere, zêdetir derdixe ber çavan.
Em jî wekî gelê kurd ji bo xweserî û parastina xwe bi şerê cemserî û desthilatdaran ve di nava şerekî dijwar de ne. Îro herî zêde jî rejîma Îranê û dewleta tirk gelê kurd kiriye bin zextekî qirkirinê. Em jî dikarin bi pîrozbûna Newrozê bi pêşketinên pêvajoyê ve bikin bingehê rêxistinkirina tekoşîna xwe ya serkeftinê. Ji ber Newroz bixwe ruhekî tekoşîn û berxwedanê ye. Bi vî ruhî daketina qadan, bi ruhê pêvajoyê pîrozkirina Newrozê pir girîng e. Em dikarin li qadan di şûna al û rengê qedexekirî de bi şiyara dengê xwe bigihînin cîhanê. Her şiyarekê bi qîrîna bikin al û rengekî polîtîk û siyaseta qirkirina rejîma Îranê pûç bikin, tekoşîna xwe bilind bikin û lêgerînê azadiyê derxînin lûtkeya herî jor. Em ê wê demê jiyana xwe bi Newrozbûnê bikin bingeha neteweya demokratîk û li ser vî esasî ji her demê zêdetir nêzî serkeftin û serfiraziyê bibin. Bi vî ruhî Newrozê pîroz bikin û bikin bingeha pêşerojeke newrozbûna welatê azad û demokratîk.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,767 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 13-06-2023
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-03-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 13-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-05-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,767 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!