Bêdewletbûn û pêwîstîya ziman!
İkram Oguz
Gelo bala we jî kişandîye, mirovên kerr û lal nakenin. Heger bikenin jî di dilê xwe da dikenin. Ji ber ku ew meramên xwe bi îşaretan tînin ziman û gotinên kesên din jî, ancax dîsa bi îşaretan fêm dikin.
Mirovên ku ji welatê xwe dûr dikevîn û di civatek nû da dest bi jîyanê dikin, ew jî di destpêkê da wek kesên kerr û lal in. Ew ji kerr û lalan bêtir dengan bibhîsin jî ji wan tu tiştek fêm nakin. Tiştek ji wan ra were gotin, wê gotinê ferq nakin, bê deng û bê seda di cîhê xwe da disekinin û li devê axaftvanan dinihêrin. Bi qilf û henekên niştecîyên wî welatî, nakenin û nagrîn…
Sedem vê yekê ye ku mirov dikare bêjê ziman ne tenê aletê axaftinê ye.
Ziman nîşana dewlemendîya jîyanê ye jî.
Ziman kêf û henek e…
Ken û girîye…
Derd û kul e…
Stran e…
Çîrok e…
Çand û huner e…
Xwendin û nivîsandin e…
Zimanê mirov çi be û an jî di jîyana xwe da kîjan zimanî bikarbîne, gor wî zimanî dijî û gor wî zimanî tê binav kirin.
Mîsal; Kurdên Bakur, Kurdên Tirkîyê, an jî Tirkên esilkurd…
Ew Kurdên bi zimanê Tirkî diaxifin û dijîn, kilam û stranên Tirkî guhdarî dikin û bi henekên Tirkî dikenin, gelo ferqa wan û Tirkan he ye, heger hebe jî ew çî ye?
Ew kesên ku wek Tirkan dijîn, bi Tirkan ra hevaltîyê dikin, bi Tirkan ra dizewicin, bi Tirkan ra dibin kiriv û xinamî, bi Tirkan ra dibin dost û cînar, çîyê wan ji Tirkan kêm û zêde ye?
Ew bi navên xwe, bi hemû kirin û kiryarên xwe jî wek Tirk in. Di navbera wan û Tirkan da tu car tengasîyek jî dernakeve…
Kîngê ku ew kurdbûna xwe bidin pêş, wê demê di navbera wan û hevalên wan ên Tirk da pirsgirek derdikeve. Ancax wê demê heval û cînarên wan ên Tirk dijberî wan derdikevin û dibêjin; „Hûn çima nijadperestîyê dikin, al û dewleta me yek e, zimanê me yek e û em heval û hogirên hev in, cînar û eqrebayên hev in“.
Gor raya min Tirk di vî warî da neheq jî nînin.
Eger ku di xalek jîyanê da tu cudayetîyek di navbera wan da tunebe, di warê sîyasetê da xwe bi awayekî cuda binavkirin jî ne hewce ye…
Jiber ku di şert û mercên îroyîn da ji bo kurdekî ji xwe ra bahaneyekî bibîne, ew jî nema ye.
Ne ku Kurdên bi serê xwe, partîyên ku xwe wek partîyên Kurd û Kurdistanî bi nav dikin, ew jî dikarin bi Kurdî kar û barên xwe bikin û zimanê Kurdî wek zimanê duyemîn, di her warî da bikar bînin.
Mixabin sîyasetvan û partîyên Kurd jî xwe wek sîyasetvan û partîyên Tirk hemû kiryarên xwe bi Tirkî tînin cîh, dû ra jî bi berbiçûyîna Tirkayetîyê hevdu tawanbar dikin.
Lê tu kes ji xwe napirse û nabeje; „Gelo ez çiqas Kurd im, an jî partîya min çiqas partîyeke Kurd e?“
Wek mîsal:
Gelo, ferqa Selehaddîn Demirtaş û Fîgen Yüksekdax çî ye?
An jî ferqa Sirrî Surreya û Sirrî Sakik…
Demirtaş hevserokê HDP’ê ye, Yuksekdax jî hevseroka wê ye.
Di navbera wan da tenê tîpeke cuda he ye, ew jî „ê“ û „a“ ye.
Sirrî Surreya Tirk e, bi zaravayê Amedê Tirkî diaxife, Sirrî Sakik Kurd e, ji Sirrîyê Tirk bêtir bi zaravayê Stenbolê bi Tirkîyeke paqiş û zelal diaxife…
Dîsa jî neyê hesabê Ertuxrul, Ertuxrul axaftina wî baş nabîne û divê; „Tirkî zimanê hevalê Sirrî yê zikmakî nîne, sedem wê yekê carcaran şasîyan bikartîne…“
Ji ber vê yekê ye ku, heger zimanê sîyasetê Tirkî be, wê demê sîyasetvan Tirk an jî Kurd be, tu car ferq nake…
Wek gelwekîlên HDP’ê, di nav AKP’ê da jî bi nêzikî sed gelwekîlên Kurd hene û ji wan çend kes jî xwedî postê wezîrtîyê ne…
Kurdên di nav AKP’ê da dixebitin, ew jî di gelek xalan da ji Tirkên AKP’ê cudatir difikirin û wan bi awayekî zelal tînin ziman. Lê tu kes wan wek siyasetvanên Kurd bi nav nake.
Ji ber ku partîya wan û zimanê wan Tirkî ye.
Yên di nav HDPê da dixebitin, ew jî bi Tirkî diaxifin û partîya xwe jî wek partîyeke Turkîyê binav dikin…
Di navbera wan da cûdatîyek hebe, Kurdên di nav AKP’ê da cîh girtine, ew ji bo Tirkîyê sistema serokatîyê dixwazin, yên di nav HDP’ê da bi cîh bûne, ew jî xweserîya demoqratîk…
Ew partîyên ku ji Kurdan pêk tên, kîngê di kar û barên xwe da zimanê Kurdî bikarbînin, wê demê Tirkên bi wan ra bixebitin, ewê yan Kurdî hînbibin an jî ewê tênê alîkar bimînin…
Tirkên bi wan ra dimeşin, bixwazin jî êdî nikarin bisernakevin û nikarin wan ber bi Tirkayetîyê bikşînin…
Mixabin tu dinêrî, ew bi xwe ji Tirkan bêtir xwe ber bi Tirkîyatîyê dikşînin û ji wan zêdetir li Tirkbûnê xwedî derdekivin.
Ancax, kîngê ku xwelî li serê me da were xwarê, wek Selehaddîn Demirtaş derdikevin kûçe û kolanan û dibêjîn; „sedemê xwelî li serîya me bêdewletbûne!“
Hevserokê HDP’ê Birêz Selehaddîn Demirtaş li ser termê Tahir Elçî dibêje; „kujerê Elçî dewlet nîne, bêdewletî ye!“
Ev tespîteke rast û gotineke balkêş e.
Tê da kêmasîyek hebe, ew jî bêahengîya di navbera daxwazên gotarvan û van gotinên wî da ye.
Rast e.
Kujerê Wedat Aydin û Musa Anter jî, bêdewletbûn bû, yê Tahir Elçî jî bêdewletbûn e…
Eger dewleteke Kurdan heba, ronakbîr û nivîskar û parêzerên Kurd yekoyek nedihatin kuştin.
Jin û zarokên Kurd sêwî nediman.
Gund û bajarên Kurd wêran nedibûn.
Gelê Kurd di nav lingan da nedipelixî.
Sedemê van hemû kul û derdan bêdewletbûne.
Ji bo vê yekê jî gotin tenê ne bes e, daxwaz û xebat lazim e.
Hîmê dewletbûnê jî, pêwîstî û bikaranîna ziman, avadana wê jî xebata bi ruhê Kurd û Kurdayetîyê ye…[1]